Dozgerê Parîsê: Bergumanê êrîşê dibêje nefreta min patolojîk e

25/12/2022

Medyaya Fransayê îro Yekşemê radigihîne ku karbidestan bergumanê êrîşa Parîsê biriye klînîka psîkîyatrîyê.

Dozgera Parîsê dîyar kir ku wan bergumanê 69 salî jiber sedemên saxlemîyê ji derdestîyê derxistiye û biriye klînîkê.

Li gor gotina dozger, bergumanî daye zanîn ku ew dijî bîyanan bi nefreteke patolojîk hereket dike.

Di êrîşa roja Înê de, ku li nêzî Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya li dar ketibû, 3 Kurd hatibûn kuştin û ser êrîşê ew bergumanê 69 salî hatibû desteserkirin.

Karbidestên Fransayê heta niha jî dibêjin hîn ne zelal e ku êrîşvanî xwestiye ku bi taybetî Kurdan bikuje yan ne.

Hêjayî balkişandinê ye, bergumanê êrîşa Parîsê par di Berfanbarê de bi şûr êrîş biriye ser kampa koçberan û hatiye girtin, lê nayê zanîn ku ew çima hatiye berdan. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Talîbanê îcar jî karkirina li sazîyên sîvîl li jinan qedexe kir

Weşana paşê

Karbidestên Fransayê: Bergumanê êrîşa Parîsê depresîf e û mêldarê întixarê ye