Dozger ji bo rojnameger Dîcle Muftuoglûyê ceza xwest

Parêzer Resûl Temur, diyar kir ku dozgeriye, delîlên ku rojnameger Dîcle Mûftûoglû di dîroka sûcê de li Amedê bûye li ber çavan negirtiye û nêrîna xwe amade kiriye.

Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Mûftûoglû ku piştî 303 rojan girtî ma, di 29ê Sibatê de hat berdan. İro ji bo doza ku têde dadgeh dibe cara çaremîn derket pêşberî dadger.

Mûftûoglû bi parêzerê xwe Resûl Temur re beşdarî danişîna li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bû.

Dozgerê danişînê derbarê esasê de nêrîna xwe eşkere kir. Dozger sûcên di îdianameyê de ne dubare kir û anî ziman ku Mûftûoglû “di nava KCKê ya beşa Tirkiyeyê de perwerde girtiye” û ” îfadeyên şahidan pêbawer in.”

Dozger îdia kir ku îfadeyên şahidên nepen û şahidên aşkere hevdu rast dikin ku têkiliya Muftüoğlu bi rêxistinê re heye.

Her weha dozger xwest Muftuoglû bi sûcê “endamtiya rêxistinê (TCK 314/1)” bê cezakirin.

“Di nêrînê de tu belge nîne”

Parêzerê Mûftûoglûyê Resûl Temur, derbarê nêrînê de ji dozger xwest ku nêrîna xwe ji nû ve binirxîne.

Temûr diyar kir ku wan îspat kiriye ku Mûftûoglû di roja ku tê îddiakirin sûc hatiye kirin de li Amedê bûye û wan belgeyên pêwîst pêşkêşî dadgehê kirine.

Temur, destnîşan kir ku dozger belgeyên ku wan pêşkêş di nêrîna xwe li ber çavan negirtiye û xwest li gorî biryarên Dadgeha Bilind li dadgehê delîl bên nîqaşkirin.

Dadgehê ji bo parastina li dijî nêrînê dem da Mûftûoglû û Temur û danişîn taloqî  24ê Cotmehê kir.

Nûnerê Herêma Amedê yê DÎSK Basîn-Îşê Hakki Boltan, Lêkolînera Tirkiyeyê ya Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) Emma Sinclair-Webb û ji PENa Norwêcê parêzer Ezio Menzıone, DFGê û Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) danişîn şopandin.

Nivîskar/rojnameger

bianet
Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.