Weşanxaneya DOZê du berhemên nû weşandine û berhemeka xwe ya berê jî ji nû ve derxistiye.
DOZ romana nû ya Silêman Demir çap kir
Romana bi navê “Serdema Bêbext” a nivîskar Silêman Demir wek yek ji berhemên nû derketiye pêşberî xwîneran. Di vê romanê de, Demir li ser tesîrên şerê 2015/16an li ser jiyana gundiyan ya Bakurê Kurdistanê rawestiyaye.
Li gorî danasîna berhemê, di romanê de beşek holê hatiye ravekirin: “Teqez wek te ye pismam, baweriya min jî wilo ye, lê ma ka em karin çi bikin. Qedera me li ber çavên me ketiye ser rêya xerabûnê û em nikarin biguherin. Rastî, wek ku mn got tiştekî pîroz li vir nema ye, hemû tiştên ku ji bo civatê hene, hedef û nîşangehên şer û pevçûnên xwedîgiravî ji bo welêt in. Em û jiyana me jî hedef û nîşangeh in.”
Berhema duyem gotar û hevpeyvînên Fuad Onen dihewîne
Berhema din a nû bi navê “Pirsgirêka Kurd” an Pirsgirêka Kurdistanê 2 – Kêşeyên Şoreşa Kurdistanê” ye. Ev kitêb ji gotar û hevpeyvînên ku bi siyasetmedarê kurd Fuad Onen re di salên dawî de hatine kirin, pêk tê.
Di vê berhemê de Onen behsa guherînên dinyayê û pêwistîya guherîna stratejîyan dike: “Em nikanin çavê xwe ji guherînên dinyê re bigirin. Dinya guherîye, em mecbûr in biguherin. Em neguherin, stratejîya xwe neguherînin, em ê li pê dinyê bimînin û di vî şerê sisêyan de jî em ê bêdewlet bimînin.”
Xebata Hasan Yıldız ji nû ve çap bû
Herwiha DOZê çapa sêyemîn a berhema “20. Yüzyılın Başlarında Kürt Siyasası ve Modernizm – Di Destpêka Sedsala 20. de Modernîzm û Siyaseta Kurdî” jî derxistiye. Ev berhema ku ji alîyê pisporê felsefeya siyasetê Hasan Yıldız ve hatiye nivîsandin, wek yek ji xebatên girîng ên di warê xwe de tê zanîn.
Weşanxaneya DOZ ku yek ji kevintirîn weşanxaneyên kurdî ye, ji bo zêdetir agahîyan derbarê van berheman de xwînerên xwe vexwendiye ku malpera wan ya fermî serdana bikin.
Çavkanî: DOZ Weşanxane
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.