Doza rojnameger Metin Cîhanî ya ‘Belgeyên TÜGVA’yê taloqî Gulanê bûye

Danişîna doza ‘Belgeyên TÛGVAyê’ ya li dijî rojnameger Metîn Cîhanî taloqî meha Gulanê bûye.2yemîn danişîna doza ku rojnameger Metîn Cîhan, ku belgeyên Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TÛGVA) yên li ser karmendî, tayînkirinên dewletê, veqetandina avahiyên bêhiqûqî û veguheztina çavkaniyên gel ji weqfê re aşkera kiribû li 22yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê hatibû dîtin. Dozgerîyê […]

Doza rojnameger Metin Cîhanî ya ‘Belgeyên TÜGVA’yê taloqî Gulanê bûye
Doza rojnameger Metin Cîhanî ya ‘Belgeyên TÜGVA’yê taloqî Gulanê bûye
Botan Times
  • 19 Nisan 2022 12:06

Danişîna doza ‘Belgeyên TÛGVAyê’ ya li dijî rojnameger Metîn Cîhanî taloqî meha Gulanê bûye.
2yemîn danişîna doza ku rojnameger Metîn Cîhan, ku belgeyên Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TÛGVA) yên li ser karmendî, tayînkirinên dewletê, veqetandina avahiyên bêhiqûqî û veguheztina çavkaniyên gel ji weqfê re aşkera kiribû li 22yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê hatibû dîtin. Dozgerîyê xwestiye ku heta 6 salan cezayê girtîgehê li rojnameger Metîn Cîhanî bê birîn. Heyeta dadgehê bi biryara berdewamkirina girtina bersûcê girtî Aydogdu û qebûlkirina daxwaza TÛGVAyê ya tevlîbûna dozê, doz taloqî 11ê Gulanê kiriye.

‘Ew belge rast in an na?’
Parêzerê Metîn Cîhanî, Ozgur Urfa diyar kiriye ku sûcdariya li ser muwekîlê wî karê wî yê rojnamegerîyê ye. Wî bi bîr xist ku îdiayên di belgeyên hatine eşkerekirin cihê nûçeyê ne.

TÜGVA kesekî hiqûqî ye, ew nikare xwedî daneyên kesane be, lewma nikarin bibe qurbaniyê belavkirina daneyên kesane. Lewma di vê dosyayê de nikare bibe mexdûr jî. Muwekîlê min bi eşkerekirina belgeyan tê sûcdarkirin. Pêdivî ye ku rastiya van belgeyan were îsbat kirin da ku ceribandinek were kirin. Ger ev belge ne rast bin muwekîlê min her wiha nayê darizandin. Em dixwazin bê diyarkirin ku ew belge rast in yan na.”

Bersûcê girtî Aydogdu di der barê belgeyên ku TÛGVAyê pêşkêşî dadgehê kirî de mafê axaftinê xwestiye, ku ew belge îddîa dikin ku Aydogduyî tu caran di TÛGVAyê de cî negirtiye. Wî erkên ku li TÛGVAyê girtine rêz kir û diyar kiriye ku ew dikare bi rêya peyam û e-nameyên xwe vê yekê îspat bike. Aydogdu gotiye ku wî bi xwe gelek çalakiyên TÛGVAyê û yên ku Serokomar Erdogan beşdarî wan bûye organîze kirine û di nav weqfê da jî berpirsiyarê lêpirsîna dîsîplînê ye. Aydogdu, diyar kiriye ku ev yek ji nûçeyên li ser malpera TÛGVAyê jî tê piştrastkirin û wiha gotiye: “Ji ber ku di salona dadgehê de çapemenî jî heye ez dê zêdetir tiştekî nebêjim.”

Dozger der barê Aydoğdu de der barê kompîturên ku di TÜGVA de tên bikaranîn de lêpirsîn da.

Dadgerî piştî navbereka kurt biryara xwe eşkere kiriye û biryar daye ku; daxwaza TÛGVAyê ya beşdarî dozê bibe,

biryara girtinê ya der barê Cîhanî de berdewam bike,

Berdewamîya girtina Aydogduyî,

Rapora pisporekî ya di derbarê xwegihiştina dîroka raporan, ka gelo di navbera tawanbaran de heye yan na, manîpulasyon heye yan na, û doz taloqî 11ê Gulanê kiriye.