“Doktorên me hatin herêma erdhêjê lê dîtin ku nexweşxane nînin”

“Doktorên me hatin herêma erdhêjê lê dîtin ku nexweşxane nînin”
“Doktorên me hatin herêma erdhêjê lê dîtin ku nexweşxane nînin”
Gulistan Korban
  • 12 Mart 2023 15:39

Bijîşkên li Amedê ji bo 4 hempîşeyên xwe yên di erdhêjê de jîyana xwe ji dest dayîn qurnefîl danîn ber xirbeyên avahiya Galerîayayê.

Erdhêjên 6ê Sibatê ku bandor li 10 bajaran kir li qada tendûrûstîyê jî tesîreke mezin kir.

Li gor daneyên Wezareta Tendûrûstîyê 448 xebatkarên tendûrûstîyê di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane.

Yekitîya Tabîbên Tirk (TTB) jî dîyar dike ku ji wan 101 jê bişîk in.

Endamên TTB yê yên Odeya Amedê jî ji bo bîranîna 4 hevalên xwe li ber avahiya Galeriyayê bûn.

Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk Şebnem Korur Fîncanci jî bo pîştgiriya hempîşeyên xwe li Amedê bû.

Doktor Şerîf Demîr dîyar dike ku di avahiya Galerîyayê de 89an can daye. Ji wan 2 jê bîjîş 2 jê jî xebatkarên tendûrûstîyê bûn.

Şebnem Korur Fîncanci jî di mijara erdhêjê de balkişand ser îxmalîya rayedaran.

Ew dibêjê,”Pîştî erdhêjê ji 4 aliyên Tirkiyeyê hevalên me bo alîkariyê hatin bajarên erdhêjê. Lê dîtin nexweşxane tune ye ku ew lê kar bikin.”