Bîjîşkekî ji Silêmanîya başurê kurdistanê li Amerîkayê xelata Brightest Brain 2023yan wergirtiye.
Li gor nûçeya Rûdawê Dr. Aram Gelalî li Zanîngeha Harvardê ya Amerîkayê doçent e.
Wî ji ber lekolîn û xebatên xwe yên li ser penceşêra mêjî, Xelata Mêjiyê Herî Rewşen ê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya 2023yan wergirtiye.
Aram Gelalî 42 salî ye, sala 1997a koçî Swêdê kiriye û bi salane li Swêdê dijî.