Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Dizan qulûbeya îstasyona danêr a Amed Radyo TVyê şelandiye

19/12/2021

Rêvebirê Amed Radyo TVyê Ferat Mehmetoğlu ragihand ku diz ketine qulûbeya îstasyona danêr a qenala wan û gelek amûr û cîhazên wan dizîne. Herweha hin cîhazên wan jî zerar dîtine û naxebitin. Ferhat Mehmetoğlu gotiye ku çar qûfle li ser derîyê çelîk hebûne, dizan ew qûfil û derî şikandine û ketine hûndir.

Mehmetoğlu ragihandiye ku weşana wan a Televîzyonê li ser platformên dîjîtal û malpera wan a fermî berdewam e. Lê weşana satalaytê ji ber nebûna wan cîhazan sekinandî ye.

Daxuyanîya Mehmetoğlu wiha ye:

”JI RAYA GİŞTÎ RE

Mixabin dizan 4 qûfle û deriyê çelîk ê qulûbeya me ya li Talaytepeyê şikandine û hin alavên me yên tê de dizîne. Ji ber vê dizîyê amûra weşana televîzyona me jî xisar dît û weşana me ya televîzyonê jî qut bû.

Weşana me ya televîzyonê ji rûpela me ya fermî û platformên dîjîtal berdewam dike, lê mixabin em nikarin weşana satalaytê bikin. Weşana radyoya me wek satalayt û dijîtal berdewam dike. Em pêşwext lêborîna xwe dixwazin ji bo weşana xwe ya satalayt ku ji ber diziyê me nekarî pêşkêşî we bikin. Em ji we re radigihînin ku piştî zirara li me hatî kirin were sererastkirin em ê di zûtirîn demê de li gel we bin dîsa.

Ev êrîş çiqas dibin bila bibin, ew dê me netirsînin. Her çiqas weşana me asteng bikin jî nikarin dengê me kêm bikin.

AMED RADYO TV DENGÊ GEL E.’’

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan