Diyarbekir, di nexşeya dilşadiyê de: Jinên ciwan dibêjin çima ew ne dilşad in?

03/04/2025

Büşra Yentürk – 23/04/2025

Li gorî Lêkolîna Razîbûna Jiyanê ya TÜIKê ya sala 2024ê, “Diyarbekir bi rêjeya nedilşadiya %24,75ê bûye bajarê herî nedilşad ê Tirkiyeyê.”

Ev ne tenê hejmar e, nîşana kûrbûna pirsgirêkên bajêr e. Pirsgirêkên aborî, bêkarî, tirsa dahatûyê û newekheviya civakî bandorê li dilnexweşiya gelê Diyarbekirê kiriye.

Diyarbekir di bin barê pirsgirêkan de ye

Diyarbekir yek ji mezintirîn bajarên Tirkiyeyê ye, lê di rewşa aborî û civakî de di rewşeka ne baş de ye. Li gorî daneyên Bültena Newekheviyê, di Endeksa Pêşketina Sosyo-Ekonomîk a Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê de, di nav 81 bajaran de di rêza 68ê de ye. Di Endeksa Jiyanê ya TÜIKê de jî ketiye rêza 75ê. Rewşa kar jî ne baş e: Diyarbekir di rêjeya karkirinê de di rêza 77ê de ye, di rêjeya bêkariyê de jî di nav Tirkiyeyê de di cihê 5emîn ê herî zêde de ye. Kêm kes ji karê xwe razî ne û ev rêje jî di nav 81 bajaran de tenê di rêza 71ê de ye.

Xizanî bajar dorpêç kiriye

Ev hejmar ne tenê wek reqeman in, jiyana bi hezaran mirovên ku li Diyarbekirê dijîn nîşan didin. Newekheviya dahatûyê û xizanî bajar ji her alî ve girtiye. Diyarbekir, di pereya ku mirov dikarin bidin hev de di rêza 71ê de ye, di rêjeya malên ku dibêjin nikarin tiştên bingehîn bikirin de jî cihê 4emîn ê herî xerab ê welêt girtiye. Kêm pêşketina sosyo-ekonomîk, zêdebûna bêkariyê, neadeletiya dahatûyê, kêmasiyên tendirûstî û perwerdeyê, tabloya nedilşadiya bajêr temam dikin.

Li pişt hejmaran çîrok hene

Lê belê li pişt van hejmaran jiyana rastîn heye. Ji bo fêmkirina çîrokên kesane yên li pişt rêjeyên nedilşadiyê, me bi jinên ciwan ên ku li Diyarbekirê dijîn re axivî. Ev jin, ku bi bêkariyê, zehmetiya debara jiyanê û tirsa dahatûyê re têdikoşin, rastiyên li derveyî hejmaran vedigêrin.

“Nasname, newekhevî û nedilşadî têkel in”

Berrîn (23) xwendekara zanîngehê ku me bi wê re hevpeyvîn kiriye got: “Nedilşadiya li Diyarbekirê ne tenê ji ber pirsgirêkên aborî û civakî ye; ev rewş bêyî pirsa Kurdî nayê fêmkirin” û holê dewam kir: “Di hejmaran de cihê Diyarbekirê di rêza jêr de ne bi tesadufî ye. Ji ber pirsa Kurdî, peredan li vê derê kêm e, derfetên kar kêm in û gelek ciwan bêkar in. Ev bûye pirsgirêkeka avaker. Ev newekheviyên aborî bi pirsa Kurdî ve girêdayî ne.”

Pirsa nasnameya kurdî jî sedema nedilşadiyê ye

Lêkolîner Merve (35) dibêje pirsa Kurdî ya ku heta niho nehatiye çareserkirin, ne tenê ji aliyê aborî, her wiha ji aliyê nasnameya etnîkî jî nedilşadî çêkiriye:

“Zehmetiyên beşdarbûna siyasî û azadiya xwederbirrînê jî bi pirsa Kurdî ve girêdayî ne û nedilşadiya civakê zêde dikin. Tayînkirina qeyûman li şaredarîyan, hewldanên girtina partiyên siyasî û astengên li hember bikaranîna Kurdî di jiyana giştî de, dibe sedema ku ciwan hest bikin ku nikarin nasnameya xwe azad bijîn. Ev jî hisên aîdiyetê û hêviyên wan kêm dike.”

“Giraniya jin bûnê”

Rojda (33) mamoste dibêje ku jin bûn bi serê xwe zehmetiyeka mezin e: “Carinan li Diyarbekirê jineka ciwan bûn wek şereka mezin e. Cihên civakî kêm in, karên ku jin dikarin bikin kêm in, li vê derê rol û erkên jinan bi kevneşopîyên kevn hatine dîyarkirin. Eger em bixwazin jiyana xwe bi destê xwe çêbikin jî, em her tim dibihîzin ku em nikarin. Ev jî mirov xerab dike.”

Daxwaza jinan: Wekhevî û azadî

Daxwaza herî bingehîn a jinên ciwan ên Diyarbekîrî hawirdoreka wekhevtir û azadtir e. Ew dibêjin ku dema newekhevî kêm bibe, rengê nexşeya dilşadiyê jî ê biguhere. Songül (28) xanima malê got: “Li pişt rêjeyên nedilşadiyê ne tenê newekheviyên aborî, her wiha cudahiyên di navbera jin û mêran de jî hene. Jin, di kar û jiyana civakî de, li gelek cihan rastî astengên nedîtî tên. Kedên jinên ku naxebitin jixwe nayên dîtin. Ez her tim hîs dikim ku em ne wekhev in. Ev jî morala min dişkîne.”

Encam

Rêjeya nedilşadiyê ya ku li Diyarbekirê hatiye dîtin, ne tenê ji ber newekheviyên aborî, cudahiyên jin û mêr û tebeqeyên civakê ye, her wiha encama newekheviya pirqatî ye ku ji pirsa Kurdî hatiye holê. Daxwaza “wekheviyê” ku jinên ciwan anîne ziman, ne tenê ji bo jinên wek wan, her wiha ji bo hemû kurdên herêmê ye jî.


Çavkanî:

  • Botan Times
  • Bültena Newekheviyê
  • TÜİK

Büşra Yentürk


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Bacên gumrukê yên Amerîkayê: Şerê bazirganiyê û bandora wê ya li ser Rojhilata Navîn

Weşana paşê

Diyarbakir on the Happiness Map: Young Women Explain Why They Are Not Happy