Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Dîwarê Hosteyan û Pêlava Înan Eroglu

06/12/2024

Di karên honakî de ji dêvla gotina rasterast, pêhesandin an jî nîşandana tiştan ji min re gelekî bi qîmettir e. Jixwe gelek zanistên dîtir hene ku her tiştî rasterast dibêjin. Lê tiştên hunerî ji gotina rasterast zêdetir bi qûlibandina peyvan, bi nîşandan, carinan gotina bi negotinê re ji beşên din ên civakî û beşerî xwe cihê dikin. Ne nivîskarên jixweberî lêbelê yên xwedan bîr û bawerîyeke bîrdozî jî hinek ji wan her tiştê dizanin, dixwazin wek şûjin di çavê xwendekarên xwe re ra bikin, ev cure nivîskar xwe temam hîs dikin. Lê yên ku ji wan baştir û xwe kêm hîs dikin jî zanîn, feraset û bîrdozîyên xwe di rêyeke veşarî de an jî bi awakî nerasterast dispêrin hêza hewl û fahma xwîneran. Bo nimûne, hinek nivîskar hene ku ji bo eşkerekirina poetîkaya xwe serî li cureyên hunerî yên din didin. Murakamî serî li mûzîk û wênesazîyê dide, Pamuk û Zabel Yaseyan jî serî li wênesazîyê didin. Di çîroka “Dîwarê Nîvco” ya Înan Eroglu de jî çîroknûs serî li çêkirina dîwaran dide. Ji hêla babetê ve çavnas e. Di Kirmizi Saçli Kadin (Jinika Porsor) de Pamuk vê carê serî li kolandina bîrê dixist, li wir jî hoste û şagirdek (berhosteyek) hebû. Ne bi qesta ku dişibê dibêjim. Her hosteyên nivîsê ji dêvla ku behsa hosteyîya xwe bikin an li bendê bimînin ku hin kes hostetîya wan keşf bikin, ew bi xwe him ya xwe dikin, him jî bi awakî rexneyî midaxilê rexnekarîya afrîner dikin.

Çîrok û meselên li ser hoste û berhosteyan gelek caran dikin ku mirov li ser endîşeya têsîrgirtinê û mijarên nerîteyan bifikre. Bi ya min mirov dikare “Dîwarê Nîvco” weke beyana poetîkî, Înan Eroglu û daxwaza kursîya hostetîyê were xwendin. Ma ne jixwe navê nivîseke wî ya dengdayî jî weha bû: “Hostayên me dixwazin çi bikin?”. Di vê çîrokê de çîroknûs poetîka ya xwe dike du şeq, yek ya şexsî/hunerî a din jî helwestî/neteweyî ye. Ya neteweyî wek ku wisa be: Çawa ku Xanî dibêje “vî zemanî her kes mîmarê dîwarê xwe ye” berovajîya wê Eroglu di vê çîrokê de kul û kesera wan mîmarên ku ne ji bo xwe lê ji bo xelkê çêkirine, dike navenda deqa xwe. Bi du rûpelî re, bi awayekî gelekî zehmet rênima û pêşnumaya edebîyata neteweyî derdixe: Her kes mîmarê dîwarê xwe ye ji bilî kurdan? Ev nezer û raman ji paceya wêjeya neteweyî ye. Te dî, gelek çavkanîyên mirovî yên xwedan qelem, ji bo serdestan xerc dikin hibra xwe. Belkî jî ji bo Hoste Miheme têkçûna dîwêr, ji ber wê derengmayîna vegerê ye ku hinek şûnde dê behsa wê weke stûna serekî ya çîrokê bibe.

Hoste Miheme ne perwerî ye ne jî wek Xanî xudreste ye, lewma ne pîlewer e ne jî gewherî. Ew bivê nevê ji neçarîyê kesekî otodîdakt e. An jî weke ku Harold Bloom amaje pê dike û vediguhêse, mîna wan wêjevanên Afroamerîkî û çalakgerên Chicanoyî ew jî lawê adam e, ne dê heye ne bav ji hêla sineatê ve.  Di heman demê de yekê di xwe de xitimî ye. Rojekê xewnekê dibîne, destê jineke bi herî dialêse, wê rojê radibe dîwarê mala xwe hildiweşîne. Tu dibê qey girêk û laneta malê/dayikê, wek ku sînorên odîpal derbas kiribe û hatibe cezakirin. Gelo ew dest destê dayikê ye, herî herîya welat, ax, cî û warê bavûkalan e. Ango bav e? Korbûna odîpûsî dibe cezakirin û qidûmşikestina temamkarîyê.

Pirsa bingehîn ev e gelo temamkirin an jî temamnekirin huner e? Li gor fahm û ferasata writer manqué (kêmnivîskarî) ew cure nivîskarên hanê yên baştirîn in li gel nivîskarên temam. Piştî çend salan li ser wê hilweşînê, dixwaze dîwarê nîvcomayî temam bike. Heya pêncan qoran di rojekê de lê dike. “Min heta niha ji xelkê re kir, tu nabê qorên meriv şîrîntir in.” (12).  Giyayên hewşê ji ber nexwarin, avnedan, guhnedan û heznekirinê tahl be, wextê mirov bi derengî li hewşa xwe vegere tevî nêta xwarin, avdan û hezkirinê êdî birra jî ew giyayên hewşê tahl dibin. Tehl nebin tahmsarî dibin. Serê pêşî çîroka Hoste Miheme vê yekê bi mirov dide hîskirin. Piştî qedandinê dikeve xew(n)eke şîrîn. Di xewna xwe de destekî dibîne vê carê dest paqij e. Xwe gal dikê nikare zeft bike. Destên paqij… wek ku berdêla şikandina tabûyekê hatibe dayîn.  

Mixabin wisa nabe. Destê zeftnekirî dide xuyakirin ku tiştin kêm in. Ji bo dayîna berdêlê wek ku dereng mabe an jî berdêla wê ne pêkan be. Tabû carekî bişkê wek ku necebire û nacebire. Lewra tiştekî dudilî heye. Wextê hoste sibeha wê şeva xewşîrîn diçe ber dîwarê xwe dibîne ku qora serî çûye. Çarên mayî li şûna xwe ne, nexwe. Lêbelê dîwar ne çi çaran lê bi ya dawî re temam dibe. Kêm e, kêm. Her ku lê dike dotira rojê ji nav diçe. Li derdorê kesinan digre da ku jê re lê kin lê bêfêde ye, kesekî ku mil bide karê wî û bibe serî nîne. Tevî tevî qorek e, lê kes nîne. Êdî zêdetirê ber bi sînorê efsûnî û sûrreal ve diçe çîrok. Bi awakî hêvîşikestî û têra xwe xembar mîna munzewîyekî vedigere kozika xwe û herweha xwe di mala xwe de heps dike. Ji nîvhişmendîbûnê vedikişe derhişa xwe û xwe li ser wan hêma, hêman û zextên derhişîn re tîr û tûj dike. Rojekê xortek li derîyê wî dixe dibêje “hatime dîwarê te temam bikim mamo” (12). Mamo çiqas dişibe babo. Xort ji cihekî wisa tê ku li paytexta wê derê xwê şîn tê, qantir lê dizên. Tiştên nebûyî dibin. Biwara derhişîn êdî/jixwe wek meydaneke sûrreal e. Bi destê xortî digire, xort êdî weke “kurikê qumsor” derbas dibe. Berovajî jinikê (kengê jinik bikeve şuxlê hilweşîn e) bi hatina kurikî re egerên avakirinê dertên holê. Di helbesta bi navê “Cegerxwînî” de Arjen Arî xwe li ber hosteyê xwe weke zarokekî bi dawa dêya xwe girtî be, weke qereçîyekî, li ber bavîtîya Cegerxwîn xwe “uryan” dide şayesandin (212). Lê li vê der hêmaya lawik weke temamkir û xelaskar e. Hoste bi wehda temamkirinê lawikî dibe ber dîwarê “kêmqor”. Wesfa dîwarî wisa ye: kêmqor. Dotira rojê kurik li derî dide: “Mamo can, dîwarê te temam e” (13). Kalê hoste dide dû wî.

“Peşkek baranê di nav kirasê wî re xwe berda xwarê, ricifî” (13). Çîrok wisa bêyî şayesandin û nîvcohiştinê bi dawî dibe. Zêdetir ji bawerîyê dîwar qediya ye. Lê xwîner baş bi vê yekê nizane. Çîrok nîvco maye. Ev bi vî rengî bi hêmanên gelekî ji xwendina klasîk, şablonî û klîşeyên jorîn a girêka odîpûsê tê. Lê bi ya min ji wê zêdetir dihewîne. Wisa ku rê li ber gelek xwendinan vekirîye. Ez weke nîvcomayîna nivîskarîyê, temamkirê ji nifşa nû û derengmayînê weke stûnên sereke yên vê çîrokê dixwînim.

Çawa ku pêhesîna modernetîyê bi derengmayînê re gelek tişt ji wan civakan biribe an jî weke ku biribe bi wan dabe zanîn, vegera dereng jî ji wê girantir bandorê dihêle li ser heman civakê. Veger jî bi wext e. Em bînin bîra xwe vegera dereng a Mehmed Uzun jê re şîfayeke demkî çêkiribe jî nebû şîfayeke mayînde. Hoste Miheme jî ji bo çêkirina dîwarekî ji bo xwe (odeyeke ji bo xwe, welatekî ji bo xwe) dereng maye. Lê çîroknûs di ser derengmayîna wî re gav dike, divê ew êdî wek hosteyê xwe dereng nemîne. Tam di wextê xwe de xwe gihandiye Mamo, Hoste Miheme.

Ger mamo û babo analojîyek be dekonstrûksîyona mamoste, mamhoste, mamê hoste axirî mamo û hoste jî hîma serekî ye û herweha ji bilî wê xwendina psîkanalîtîkî tirs û endîşeya bandorgiritinê ya Bloomî tîne bîra mirov. Li gorî peotîkaya Eroglu redkirin, xwejêqetandin ango weke Mehmed Uzun bi angaşta afirandina zimanekî, danîna zemîna hunera romanê ranabe, wek wî pişta xwe li hosteyan banade, an jî nedîtinê ve nayê û herweha bi kêmdîtinê jî ranabe. Vegêr diçe bi hawara hosteyê xwe. Hoste Miheme dîwara xwe weka ku mirov bêje dîwar e lê kiriye. Nîvcomayîn jî ji hostetîyê ye. Tiştekî ku berhoste li ser bilind bike heye.

Belkî jî kesekî weke kurikî qet nebe. Tiştekî wisa qet nebe lewra hebûna wî tiştekî zêde efsunî ye. Ji wê paytextê ye ku xwê şîn tê û qantir dizên.  Hatina lawikî bi xwe giş belkî hêmayek ji hêmaya sekeratî û xewnerojkên Hoste Miheme bin. Gelekî caran tirs û endîşeya bandorgirtinê ji nifşa nû tê, redkirin jî jêveqetîna ji nerîtê jî. Hoste Miheme heke xeyalî, xewnerojkî be jî na heke li gorî rasteqînîya honakî be jî (ev ne zelal e, Wayne Booth gelekî serê xwe bi van cure vegêran êşandiye) vê mijarê weke pêdivîya selafan dide nîşandan, ne ya xelefan. Her wekî din mirov dikare vê pêdivîyê ji ber ku ricifiîn di helwesta wî ya axirî de heye weke tirsekê jî bi nav bike.

Ev çîrok bi bejna xwe ya “qut” mîna ya Maradona, gelek tiştan bi xwîneran dide temaşekirin, dide hizirkirin. Wekî ku li jor jî behsa wê bû yek ji xala girîng a vê wehda temamkirinê jî, di egera temamnebûyînê de dişkê. Dibe ku dîwar temam nebûbe. Ricifîna Hoste ne belasebeb e, ji kîmya û plastîsîtîya hişsazîya xwîneran re wek hişyarkereke norokognîtîf e. Bi vê çîrokê re Înan Eroglu pêlava xwe ya li cem koşkala Hesenê Metê dirûtî, datîne ber derîyê Dîwana Hosteyan. Ango kelpîçekê datîne ser qora nifşa xwe ya nûdem.

Çavkanî

Arî, Arjen. “Cegerxwînî”. Şêrgele: Hemû Helbest, Çapa 2. Weşanên Sor, 2024, rr. 143-237.

Eroglu, Înan. “Dîwarê Nîvco”. Heft û Heştên Mirinekê, Pall Weşan, 2023, rr. 11-13.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan di sala 1986an de ji dayik bû. Ji gundê Barincê ya bi ser Bişêriyê ve ye. Dibistana seretayî li gund û Bişêriyê, dibistana navîn û lîse li Batmanê (Êlihê) xwendine. Di sala 2010an Zanîngeha Hacettepeyê beşa Fîzyoterapî û Rehabilîtasyonê qedandiye. Li Zaningeha Istanbul Bilgiyê di beşa Wêjeya Berawirdî (Comparative Literature) de lîsansa bilind bi teza xwe ya bi navê “Helîm Yûsiv’in Edebi Dünyasında Beden ve iktidar" (Di Cîhana Edebî Ya Helîm Yûsiv de Beden û Desthilatî) kuta kir. Li Zankoya Mimar Sinan Guzel Sanatlarê di beşa Sosyolojiyê de teza doktorayê (PhD) li ser biwara romanûsîya kurdî, bi navê Kürtçenin Kurmancî Lehçesinde Roman Yazımının Özerk Bir Alan Olarak Oluşumu (Di Kurmancî de Avabûna Romannivîsînê Weke Biwareke Xweser) sala 2023an parast. Di kovarên bi navê Ajda û Zaremayê de xebitî. Sala 2008an çîroka wî ya bi navê “Min bi Perrên Kevokan Bifîrrinin”, di pêşbaziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên Tîroj û Evrensel Kültürê ve hatibû lidarxistin xelata yekemîniyê wergirt. Sala 2009an berhema wî ya ewil dîwana Otopsiya Berbejnekê çap bû. Wergerên wî 2015an Voltaçerx: Di Girtîgehê de LGBTÎbûn, 2018an Ji Tirkiyê Çîrokên HIVê, sala 2021an LGBTÎ+ên Penaber 2 hatin çapkirin. Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên mîna W, Çirûsk, Ajda, Tîroj, Zarema, Wêje û Rexneyê de weşiyan.

Te ev dîtıne?

Kitêba li ser Şoreşa Şêx Seîd û neteweperwerîya kurdî hatiye weşandin

Weşanxaneya Avestayê kitêba bi navê “Kürt Milliyetçiliğinin Ortaya Çıkışı ve Şeyh Said

Romana Balsam Karamê bûye kurdî

Romana bi navê “Yekaneyî” ji Pall Weşanê derçûye. Robîn Şahîn ew ji

“Neteweperwerîya şanoya Kurdî” bû pirtûk

Pirtûka “Tiyatroda Kürt Milliyetçiliği: Irak Kürdistanı’nda Performans, Politika ve Direniş” (Neteweperwerîya Kurdî