Dîwarê Bexçeyî

8 ay berê

Gelo mumkin e ku Esat Oktay Yildiran (komûtan û îşkencekarê Zîndana Diyarbekirê) wehşetên li Zîndana Diyarbekirê pêk anîne, bê fikirîn, tenê wekî karekî ji rêzê pêk anîbe? Gelo Esat Oktay Yildiran ne li Zîndana Diyarbekirê, li girtîgehên Aydin* û Bursayê*, di nav mehqûmên tirk de bûya, ji bo wezîfeya xwe bi cî bîne, wî dê heman wehşet li wan mehqûman jî bikirana?

***

Xaniyekî xweşik û paqij… Gedeyên malê li nav bexçeyî, di nav dar û kulîlkan de bi kêf dilîzin û di germa havînê de dikevin hewizê. Xanima malê, li ber siya darekê rûniştî, bi dilxweşî li gedeyên xwe yên biçûk û şêrîn temaşe dike û qehweya xwe vedixwe. Bav, ji kar tê malê, lazimiyên malê ku ji derve stendine dide xizmetkaran. Xanima malê radibe, bixêrhatina wî dike û her du jî rûdinîn, bi kêfxweşiyeke mezin li gedeyên xwe temaşe dikin. Çi malbateke şêrîn û bextewar! Em xweziya xwe bi wan tînin. Bi mala wan, bi bexçeyê wan, bi bextewariya wan… Lê dûre dengek tê. Dûre dengek din jî lê zêde dibe. Ne dengên normal in. Qêrîn û hewara insanan tê. Ne ji cihekî dûr, ev deng li paş dîwarê bexçeyî tên. Hewara insanên birîndar, birçî û îşkence dibînin tên guhên me. Damançe diteqin. Fermana kuştina mirovan û heqaretên bi dengên bilind û otorîter tên guhê me. Dengê çûn û hatina trênan em dibîhisin. Lê ji dengê insanan xuya ye ku ev ne dengê trênên rêwiteyeke normal in. Hêdî hêdî ev deng me aciz dikin, me diêşînin. Em meraq dikin ka çi dibe! Lê ev tişt, li paş dîwarê bexçeyî diqewimin. Loma em tiştekî nabînin. Malbata me ya bextewar jî tiştekî nabîne. Lê, ma dengan jî nabîhîzin? Di nav van dengên biêş û azar de, di nav hewar û qêrînên insanan de, jiyana xwe çawa didomînin. Çawa li nav bexçeyî digerin, gul û kulîlkan bêhn dikin, qehweya xwe vedixwin. Ev tiştekî normal e gelo? Bi rastî jî van dengan nabîhisin?

Fîlma “The Zone of Interest” ku îsal gelek xelatên girîng wergirtin, qala vê malbata me ya bextewar (!) dike. Fîlm, di dema Şerê Cihana Duyemîn de, li Polonyayê, li kêleka Qampa Auschwitzê derbas dibe. Komûtanê Qampa Auschwitzê Rudolf Hoss, bi malbata xwe, li xaniyê xwe yê li kêleka qampê dijî. Ji ber ku di nav mala wan û di nav qampa mirinê de tenê dîwarek heye, ne mumkin e hewar û qêrînên insanên li qampê nebihizin. Jixwe ji xeberdanên wan em fêhm dikin ku haya wan ji paş dîwarî heye. Lê di nav dengên wahşeta li paş dîwarî, wekî ku tiştek tunebe, bi awayekî normal, jiyana xwe didomînin. Em li wan temaşe dikin û em ji xwe dipirsin: Gelo mumkin e ku insan di nav hewar û qêrînên insanan de, bi awayekî normal bijî û xwe û guhên xwe li van dengan kerr bike?” 

Hannah Arendt, wekî fîlozof û teorisyeneke siyasetê, li ser vê mijarê disekine. Arendt, dixwaze fehm bike ka mirov çawa dikarin van xerabiyan li mirovên din bikin û bi milyonan insanan li qampan bikujin, bişewtînin û tune bikin. Ji ber vê yekê, di sala 1961ê de li Qûdusê, beşdarî mehkemeya Adolf Eichmannî dibe. Eichmann yek ji komûtanên Naziyan e û di kuştina gelek Cihuyan de wekî fermandar cih girtiye. Di mehkemeyê de tiştek bala Arendtê dikêşe. Eichmann, kuştina ewqas insanan, wekî wezifeyekê bi nav dike. Dibêje karê min ev bû, ji bo ez karê xwe baş bikim, ji bo di karê xwe de pêş bikevim, min wezifeyên xwe bê kêmasî anîn cî. Dîsa Arendt diyar dike ku, Eichmann kuştin û şewitandina ewqas insanan, wekî karekî ji rêzê dîtîye û piştî ji kar derketiye, jiyana xwe ya rojane, bi awayekî normal domandiye. Wekî malbata me ya li kêleka Qampa Auschwitzê. Arendt, bi awayekî şaşmayî li îfadeyên Eichmannî guhdar dike. Çimkî ji alîyê zihnî û psîkolojîk ve, tu pirsgirêkên Eichmannî tune ne û tiştên kirine bi awayekî normal wekî “bicîanîna karê xwe” îfade dike. Arendt vê rewşê wekî “asayîbûna xerabiyê” bi nav dike û qala têgeheke din jî dike: Bêfikirbûnî. Li gor Arendt, Eichmann û yên wekî wî, emr û karên ji wan re tên gotin, bê pirs û sûal tînin cî. Gelek leşker û mirovên di holokosta Cihûyan de cih girtine, bi armanca bicîanîna karên xwe, bê lêpirsîn, bi fehmkorî îtaatî wan kirine. Karên xwe (kuştin û şewitandina mirovan) wekî karekî ji rêzê dîtine û li ser vê xerabiyê qet nefikirîne. Gelo mumkin e ku mirovek, bê fikirîn û bi fehmkorî di nav qetlîameke wer mezin de cih bigre û viya wekî karekî ji rêzê bibîne? Em ji salên 1940î werin salên 1980yî û ji Qampa Auschwitzê berê xwe bidin Zîndana Diyarbekirê. Û em vê pirsê dîsa bipirsin: Gelo mumkin e ku Esat Oktay Yildiran (komûtan û îşkencekarê Zîndana Diyarbekirê) wehşetên li Zîndana Diyarbekirê pêk anîne, bê fikirîn, tenê wekî karekî ji rêzê pêk anîbe? Gelo Esat Oktay Yildiran ne li Zîndana Diyarbekirê, li girtîgehên Aydın* û Bursayê*, di nav mehqûmên tirk de bûya, ji bo wezîfeya xwe bi cî bîne, wî dê heman wehşet li wan mehqûman jî bikirana?

Piştî mehkemeya Eichmannî, psîkolog Stanley Mîlgram, ji bo ji aliyê psîkolojîk ve rewşa Eichmannî fehm bike, dest bi xebat û lêkolînan dike. Mîlgram jî wekî Arendtê meraq dike ka gelo mumkin e mirovek tenê ji bo karê xwe bi cî bîne, bê fikirîn zirarê bide insanan û wan bikuje? Encamên lêkolînên xwe di sala 1963yan de di kovara “Journal of Abnormal and Social Psychology” parve dike. Stanley Milgram piştî azmûn û lêkolînan dibîne ku mirovek, tenê ji bo emrê tê dayin bi cî bîne û karê xwe bike, bê fikirîn, bêyî ku dengê ew mirovê li hemberî wî êşê dikêşe, bibihîze, dikare zirarê bide mirovên din. Milgram vê rewşê wekî “îtaeta otorîteyê” bi nav dike. Dibêje di lêkolînan de (azmûnên pêk aniye), mirov ji wan re çi hatine gotin (ceryandayîna miroveke din) bê pirs û bê fikirîn bi cî anîne û ji aliyê ehlaqî ve li ser rastî û xeletiya vê rewşê qet nefikirîne. Em dîsa vegerin ser lêpirsîna Hannah Arendt û dîsa bipirsin: Xerabî çawa derdikeve holê? 

1500-1600 sal berî Arendtê, fîlozof Agûstînûs jî vîya dipirse. Agûstînûs xerabiya li cîhanê înkar nake. Wekî fîlozofekî Xrîstiyan, baweriya wî bi xwedayekî mezin û bihêz heye. Li hemberî pirsa “eger xweda ewqas bihêz e, çima xerabiyê ji ortê ranake” dixwaze xwedayê xwe biparêze û sûcê xerabiyê li mirovan bar dike. Dibêje di serî de xweda pergaleke bêhempa û bêxerabî afirand. Lê dûre mirovî bi daxwaza xwe ya azad ev pergal xerab kirin û xerabî derxistin holê. Yanî xerabî ne aîdê xwedê ye. Lê piştî Agûstînos, fîlozof Leîbnîz tiştekî din dibêje. Li gor Leîbnîz cîhana bi destê xwedê hatiye afirandin, cîhaneke bêqisûr û bêhempa ye. Leîbnîz xerabiyê ji bo azadiyê wekî vebijarkekê dibîne û dibêje ji bo hebûna azadiyê divê xerabî hebe. Eger xerabî tunebe, mirov nikare di nav başî û xerabiyê de hilbijartineke azad bike. Azadî, perçeyeke bêhempabûna cihanê ye. Loma ji bo azadî hebe, ji bo cîhan bêqisûr hebûna xwe bidomîne, divê xerabî jî hebe. Ji ber vê yekê, wekî perçeyeke pergala bêhempa, xwedê xerabî afirandiye. Li vir divê em ji Leîbnîzî viya bipirsin: Xerabî bi rastî jî azadî ye? Tercîha ku di nav başî û xerabiyê de tê kirin, wekî ku meriv di nav du pirtûkan de, du xwarinan de, du bajaran de û du fîlman de tercîhekê bike, tercîheke ji rêzê ye bi rastî jî?  Û ev xerabî çawa ji perçeyeke bêhempabûna pergala cîhanê tê qebûlkirin? Qampa Auschwitzê, Zîndana Diyarbekirê tunebana; li dinyayê birçîtî, kuştin, tecawiz tunebana ji pergala cîhanê çi kêm dibû? Yanî bi rastî jî hebûna başiyê girêdayî hebûna xerabiyê ye? Li gor Herakleîtos (B.Z. 535-475) belê, wisa ye. Herakleîtos li ser têkiliya heyînên dijber disekine û dibêje hebûna başiyê, girêdayî xerabiyê ye. Eger xerabî tune be, başî jî tune ye. Hemû jiyan, wekî pêvajoyekê ye, ji şerên di navbera tiştên dijbêr de pêk tê û ev şerê di nav dijberan de, pergala jiyanê ava dike. Eger em di fîlmê de, dîwarê li bexçeyî wekî sînorekî di nav başî û xerabiyê de qebûl bikin, malbata Rudolf Hoss jî wekî tercîhekê, xerabiyê tercîh dike û çav û guhên xwe ji dengên li paş dîwarî digrin. Xerabiyên li paş dîwarî, wekî perçeyeke cîhanê, normal dibînin. Loma ew hewar û qêrînên li paş dîwarî tên ne xema wan e û li ber bextewariya wan ne asteng e. Hetta em dikarin bibêjin ku, sebeba bextewariya wan, wahşeta li paş dîwarî ye. Baş dizanin li paş dîwarî çi dibe, çi wahşeteke mezin pêk tê lê wekî tercîhekê, guh nadin wan. Çavên xwe li kuştin û şewitandina insanan digrin û guhên xwe ji hewar û qêrînên insanan kerr dikin. Wekî ku li Bakur, di salên 80î û 90î de, xerabiya li me hat kirin, tirkan li hemberî vê xerabiyê çav û guhên xwe girtin. Li hemberî şewitandina gundên me, kuştina me, li hemberî hewar û qêrînên me yên ji zîndanan bilind dibûn… Ev dîwarê bexçeyî tim di nav me û wan de hebû. Loma ji bajarên xwe yên li qeraxa behrê, qet Zîndana Diyarbekirê nedîtin û jiyana xwe wekî berê domandin. Belkî jî ji bo dengê me nebîhîzin, di salên 90î de dengê muzîkên xwe bilind kirin û hîn jî qala xweşiya muzîkên salên 90î dikin. Xweziya xwe bi wan salan tînin û muzîkên xwe yên salên 90î wekî “serdemeke zêrîn” dibînin. Belkî ji bo, ji  hewar û qêrînên me yên li paş dîwarê bexçeyî tê, aciz dibûn wan mûzîk afirandin. Ew dîwarê bexçeyî ne tenê li Bakûr, li her çar perçeyan bilind dibû.  Loma mirovên li bajarê Şamê zarokên me yên li sînemaya Amûdê hatin şewitandin nedîtin, mirovên Bexdayê bi hezaran insanên me yên li Helebçê hat kuştin nedîtin û loma mirovên Tehranê sêdareyên li Mehabadê hatin vegirtin nedîtin û ew ê qet nebînin!

*Aydin- Bûrsa: Bajarên li rojavaya Tirkyeyê


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Murad Dildar

Sala 1986an, li Diyarbekirê, li Taxa Elîparê hatîye dinyayê. Li zanîngehê beşa felsefeyê qedandîye û niha mamosteyê felsefeyê ye. Li ser edebiyata zarokan û felsefeyê dixebite. Sê pirtûkên wî yên çîrokên zarokan çap bûne: Qesra Spî (Avesta), Dara Sêvê (Avesta) ,Stêrka Piçûk -Heşt Çîrok Bo Gêncan(Avesta) Çîrokên wî di kovarên Bar û Nûbiharê de belav bûne. Herwiha nivîsên wî yên li ser felsefeyê di kovarên Felsefevan, Bar Helbest, Dadistan û Sûretgrafê de belav bûne. Yek ji amadekarên podcasta Qehwe û Felsefeyê ye.

Te ev dîtıne?

Romana Kurdî û Rexne 1: Mehmet Uzun, Baz û Kevok, Eşqa Dilê Rezîl

Kundera di metneke xwe de dibêje, “roman berhemeke Ewropî ye û milkê

Notên Hefteyê: Mamoste ‘Hûn’ çawa ne?!

I. Çima kurt dinivîsim Di hevpeyînekê da ji nivîskarê tirk Oğuz Atay

Huner: Stargeheke Rengîn

Mirovên dîn û hunermend, li hemberî norm û qanûnên civakê, bi rastiyên