“Divê nivîskarên Kurd li mejî û dilê civaka xwe xwedî derkevin”

“Divê nivîskarên Kurd li mejî û dilê civaka xwe xwedî derkevin”
“Divê nivîskarên Kurd li mejî û dilê civaka xwe xwedî derkevin”
Botan Times
  • 16 Mart 2023 14:47

Zimanzanê Kurd Mustafa Aydoganî bang li nivîskarên Kurd ên ku bi Tirkî dinivîsînin kir.

Aydoganê ku ji Ajansa Surê re axivî dibêje, “Ji Kurdî re hesasiyeta pêwîst nîşan bidin.”

Wergêr Aydoganî kitêba Lalistanê ya Metin Aydinî wergerandiya kurmancîyê. Wî di axaftina xwe de ji nivîskarên Kurd ên bi Tirkî dinivîsînin daxwaz kir ku li mejî û dilê civaka xwe xwedî derkevin.

Derbarê nivîskarên Kurd ên ku bi tirkî dinivîsin Aydogan dibêje;

Ez wisa difikirim ku ev nivîskarên ku li hember kurdî hesasiyeta pêwîst nîşan nadin, bi awayekî nerasterast be jî, pişt didin pêvajoya asîmîlasyonê ya bi êş.


Bi fikra min ev erk û berpirsiyariyeke rewşenbîrî ye ku mirov kurdî zêdetir hembêz bike. Di van şert û mercan de, bi awayekî aktîf li hember asîmîlasyonê raweste û li hember têkbirina dewlemendiya rewşenbîrî nirxên xwe biparêze.

Mustafa Aydogan