“Divê em nehêlin ku dewlet kurdî û kurdbûnê krîmînalîze bike”

Rojnameger Evrim Deniz ligel yek ji damezrînerê Gerok Mayê Şêrko Kanîwar hevpeyvînek derbarê kar û xebatên wan da û derbarê giringîya zimanî da kirîye.

Di demên dawî de li dijî ‘govend û muzîka kurdî’ êrişên sîstematîk didom in. Stranbêj û kesên govendê digerîne tên desteserkirin ango girtin û bi dadgehan re ji ber kurdî rûbirû dibin. Her weha tevî zext û êrişan saziyên çand û hunerê jî têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkaya asîmîlasyonê didomînin. Ji salên 1990î ve Kurd bi sazîyên ku ava kirine li dijî zilmê têdikoşin. Gelek sazîyên di vî warî de kar dikirin bi destê darazê hatin girtin. Lê dîsa bi navên cûda jinûve vebûne weke kelehên çandê li pêy armanca xwe dimeşin.

Ji van sazîyan jê yek Gerok MA ye. Gerok MA bi pêşengîya MA Music,  Zarok MA, Şanoya Bajêr a Amedê, KASED, Komeleya Rojhilata Navîn a Sînemayê hat avakirin.

Gerok MA li bajar, navçe û gundên bajarên Kurdan, Tirkîye û Ewropayê digere, zarokan bi çalakîyên çandî û hunerî yên bi zimanên wan yên zikmakî tîne cem hev û ji bo ku kurdî neyê jibîrkirin têdikoşe.

Şêrko Kanîwar yek ji damzrînerên Gerok MAyê ye. Kanîwar derbarê xebatên Gerok MAyê û êrîşên di van demên dawî de li dijî zimanê kurdî pêk tên de bi bianet kurdîyê re axivî.

Gerok MA çi ye û ji ber kîjan pêdivîyan we ava kir?


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Gerok MA, di pêvajoya erdheja 6 Sibatê de ji bo ku karîbe bi awayekî gerok an go bi awayekî mobîl xwe bigihîne gund û bajar û hemû herêmên erdhejê, û li wan deveran bi zarokan re kargehên hunerî çê bike ava bû. Em sazî û dezgehên çand û hunerê yên wekî MA Music, Zarok MA, Şanoya Bajêr a Amedê, KASED, Komeleya Rojhilata Navîn a Sînemayê ji bo ku em karîbin bi awayekî kollektîf li herêmên erdhejê xebatan bimeşînin, bi pêşengtîya ma musicê me ev nav li vê xebatê kir. Gerok MA – Em ên gerok- MA’ya Gerok.

Wê demê dewletê hemû xebatên sazîyên sivîl ên li herêma erdehejê asteng dikir û dest dadanîn ser hemû kon û malzemeyên xebatan. Ji bo ku em karîbin bi awayekî mmobîl xebata xwe bimeşînin me navê Gerok MA li xebatên xwe kir û me dest bi xebatên herêma erdhejê kir.

Bêguman berî ku bi navê Gerok MA’yê em dest bi xebatên mobîl bikin, me di bin banê ma musicê de bi navê Kargehên Zarokên Welêt-ZAROKma, me xebat li gund û bajarên Kurdistanê, metropolên Tirkîyeyê û bajarên ewropayê jî dimeşandin û ev xebat hîn jî berdewam in.

Li bajar, navçe, tax û gundên ku hûn lê digerin hûn çi dikin, rastî bertekên bi çi rengîn tên?

Berî her tiştî em çûbin ku derê, em radihêlin Def û Dahol û Derbûqeyên xwe, em lê dixin, distirên û li kuçe û kolanan diğerin. Zarokên wê taxê, wî gundî jî didin dû me û em bi hev re derbasî cîyê ku em ê kargeha xwe çêbikin dibin.

Ji bo ku zarok bawerîya xwe bi me bînin û em zemîneke ji hêla derûnîyê ve rehet ji wan re ava bikin, em lîstikên dramayê dilîzin. Pişt re bi wan re li ser potikan wêneyan xêz dikin. Em bi rêya boyaxkirinê hevaltîyekê datînin bi wan re.

Piştî van her du çalakîyên ku enerjîya zarokan komî ser hev dike, em derbasî kargehên xwe yên muzîkê dibin.

Em zarokan kom bi kom li cîyên guncav ku sî lê heye berhev dikin.

Komek zarok di kargeha Stranbêjîyê de bi mamosteyan re strana wê rojê dixebitin.

Komek zarok di kargeha rîtmê de bi mamosteyan re rîtma strana wê rojê dixebitin.

Komek zarok jî di kargeha ksilofon û qertên rengîn de melodîya strana wê rojê dixebitin.

Piştî nîv saetê her sê kom tên cem hev û orkestrayeke biçûk ava dikin. Hejmara zarokan ferq nake, 10 zarok an jî 1000 zarok ferq nake, bi hev re lêdixin û distirên.

Piştî vê performansa zarokan, em stranên zarokan lêdixin û bi hev re dilîzin.

Zarok demeke pir xweş derbas dikin. Em vê yekê hem dibinin, hîs dikin û hem jî zarok bi xwe vê kêfxweşîya xwe bi lêv dikin.

Bo temamîya hevpeyvînê bitikîne.

Nivîskar/rojnameger
bianet
Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.