Li gor gotî û şahidan Gabriel Garcia Marquez piştî ku di şevekê de Pedro Paramo du caran bi bengîtiyekê dixwîne ku ancax li hunermendên mezin tê yên her xewna berhemên xwe yên mezin dibînin, dest bi nivîsîna şahberhema xwe Tenêtiya Sedsalî dike ku demeke dirêj bû di hişê wî de digeriya bes rê û derfetên qenc yên vegêranê bo wê nedidîtin.
***
Nivîsîna li ser qadeka wiha ku her roj em tê re derbas dibin, me dorpêç dike û em jêneger in ji têkilîdanîna bi wê re, belê dîsa jî dûrî wê ne, zehmet e. Ev qad an jî şaxa hunerê wênegirî ye, bi xêra teknolojiya zêde pêşketî û li ber destê herkesî ye, ev huner bala gelek kesan dikêşe û herçend bi niyeta berhemdayîna hunerî nebe jî mirovên xwedî telefonên Android an jî iPhonean kêliyên xwe yên taybet digirin û bi şiklekî ji şiklan wan ji nav lepê kêliyê û jêrzemîna dîrokê diparêzin, dikin milkê xwe yê şexsî û şeffaf. Ez ê xwe di ber wê rakim û hewl bidim li ser vî milkî û li ser çalakiya nivîskarekî wênegir çend gotinan bikim. Her wiha ez ê di ber re alîkariyê ji edebiyatê jî werbigirim.
Wênegirî bi saya derfetên roja îro yek ji huner û çalakiya herî zêde tê hilberandin û mezaxtin ya mirovan e. Her roj belkî bi milyonan wêne tên girtin û belavkirin. Beşeka zêde ya van wêneyan bi telefonan e û bo medyaya civakî ne ku bi derbekê re tên girtin û di eynî kêliyê de tên parvekirin. Wêneyên cur be cur, hest û mebestên cur be cur tên girtin.
Juan Rulfo nivîskarê meksîkî berî ku qelemê bigire destê xwe, wênegir bû û karê wî yê ewil dîtina tiştên bedew bû di nav gelek dîmenan de. Na, ne tenê dîmen û bergehên bedew, her wiha û ji wan zêdetir wî bala xwe da sûretên têkçûn û xizaniya qewmê xwe, dîmenên xembar, vala û bêdeng û bêreng yê welatê xwe, hal û keftûlefta jiyana rojane yên gund û bajaran, yên gundî û bajariyan, yên ji her temenî mirovan qeydkirin da ku tarîx neheqiyê li wan neke, xilafî rastiyê tiştekî din nebêje. Şahî, festîval û kêliyên ku mirov dibişirînin jî têra xwe zêde ne li ba wî. Di van wêneyan de her wekî li benda dengê muzîk û mirovan bim ne tenê bi çavên xwe, belê bi guhên xwe jî li wan hûr dibim. Çend deqeyan li ser hev li wan binêrim heçku ez ê dengê wan bibihîzim, wêneyên wî wisa rasteqîn û bi jiyana reel re girêdayî ne, bi jiyana ku ez dibêm qey gavek berê ez jî tê re derbas bûme.
Wêneyên Rulfo axlebe di navbera salên 1930-1960an de hatine girtin û reş û spî ne. Mirov û xweza bi halê xwe yê normal, di kêliya ku di nav herka heyatê de diçin û tên, dixebitin, awiran didin hev an jî ji hespê xwe dikevin, cih digrin. Ev yek ji wêneyên wî yên herî xweşik e ku him mirovan dibişirîne him jî mirovan dixe nav meraqa ku bo encamê û temamê çîrokê xeman dixwe. Jin û peyayên dimeşin bo cihekî, jin û peyayên nameşin bo cihekî lê diaxin û hay ji çavên Rulfo nîn in jî têra xwe xuya ne li wêneyan. Avahiyên beriya serdema hatina kolonyalîstan, her wekî ku ji me re behsa demên xwe yên şên bikin, çavên xwe li me dişikênin. Yên ku piştî kolonyalîstan hatine lêkirin û hem hêza wan û serkeftina wan ya bi xwînê û bi talanê çûye serî û hem jî wekî nîşaneyên heyat û awirên nû, jixwebawer, disekinin.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Wêneyên wî kir ku hinekî li ser wêneyan bifikirim. Mesela dîmenek çawa dibe wêne? Awayê xebata wênegiran çawa ye? Her wekî helbestê, di wênegiriyê de jî ez yeqîniyê bi şiyanê tînim ku pareka xwe ya biçûk lê dîsa jî gelek mezin heye di mijara afrîneriyê de. Para wê biçûk e, çiku carna ji tecrubeyên xwe jî tê derdixim ku şiyan xaleka destpêkê dide mirov. Ev xal çê dibe risteyek be, çê dibe dîtina sivder an jî mija li dor wêneyên xweşik be di dîmenên bêser û ber de. Bes xebat û ceribandinên micid, pêşvebirin, mezinkirin û temamkirina van xalan e. Pêşî fikrek, risteyek an jî çirûskek bo şair tê, ew riste an jî heyvan piştî gelek ceribandin, jêbirin, guherîn, lêzêdekirin û jêkêmkirinên ku caran mirov jê off dibe, dibe helbest. Di wênegeriyê de jî hest bi awayekî wisa yê xebatê dikim. Heta girtina wêneyek xweşik û jêrazî wênegir gelek ceribandinan dike, ji aliyên cuda, li gor ronahî û mekanê di ser hev re çavên xwe û lensên xwe dikirpînin. Caran jî wisa difikirim bo wêneyên tematîk an jî dokumenterî wênegir li benda dem û mekanên taybet dimîne û eger her carê nikaribe wan li gor xwe dîzayn bike jî çavên xwe qenc li derdorê digerîne da ku wêneyê li bendê, bibîne, bigire.
Mem Artemêt hevalê min e û wênegir e, gelek caran di geryanên me de, ji nişkê ve çavê wî li cihekî dialiqe û heger kameraya wî pê re be yekser wê derdixe û dest bi girtina wêneyan dike. Mem di dîmeneka ku îhtimal e bo min zêde ne muhîm be wêneyan dibîne û bi her du wateyan ew wan wêneyan digire, bo çavên dîtir wan zeft dike. Tişta dixwazim bêjim ev e, çawa ku peykersaz Rodin di kevir û tehtan de peykeran dibîne Mem jî di dîmen û bergehan de wêneyan dibîne. Bi şerta ku kameraya wî li ba wî be tabî. Jixwe kameraya wî ne pê re be jî eşkere dibêje, “kuro çi wêneyên xweşik dê ji vira derketa, xwezila min kamera bi xwe re bianiya.” Wê kêliyê helbet wêne diçin, bêyî ku werin girtin ji çav û lensa Mem difilitin. Gava li vê nivîsê difikirîm ev kêliyên me hatin bîra min û bo min bûn alîkar hin hêlên wênegiriyê bo xwe zelal bikim.
Heval û wênegirekî din, Mirad Bayram, caran di hevdîtinên me de gava bi tiştekî mijûl dibim an jî lê me behsa meseleyekê bikim an jî li derdora xwe binêrim, ji nişkê ve dibêje “Yehya wisa bisekine, an jî xwe hinekî xwar bike, berê xwe piçekî bide vî alî” filan û dest bi girtin û zeftkirina wan kêliyan dike. Li gor min Mem Artemêt û Mirad Bayram li kêleka karên xwe yên din rojnamegerî, çîroknûsî û kovargeriyê, wênegir in. Ji mebesta girtina wêneyan li derdorê, li dîmen û tevgeran dinerin. Çiku wêne di her dîmenî de li her derê heye ya giring ew e mirov wê zeft bike. Wênegir ew in yên ku dizanin van kêliyan zeft bikin û dihêlin ku em jî wan bibînin.
Ez vegerim ser mijara xwe, Rulfo berê pêşîn wênegir bûye hê paşê bûye nivîskar, çîrok û roman nivîsîne. Min berê pêşî çîrok û romanên wî xwendin û hê paşê, çend sal berê gava min xwest di derbarê jiyana wî de anku di derbarê paşxaneya nivîskariya wî de çend tiştan bixwînim pê hesiyam ku Rulfo, erê bi wênegiriyê dest bi hunerê kiriye. Tevî ku bi hezaran wêne girtine jî şermokiya wî nehiştiye ku wan bi qasî ku tê hêvîkirin parve bike. Ne şaş bim tenê carekê pêşangehekê li dar dixe.
Min çîrokên wî Beriya Şewitî ku ji teref Ciwanmerd Kulek ve li kurmancî hatiye wergerandin û romana wî Pedro Paramo 6-7 sal berê xwendibû û qenc tê bîra min ku bi taybet dema min romana wî Pedro Paramo dixwend, bi lehengê ku bi mebesta dîtina bavê xwe, diçu gundê wî re dîmenên rêwîtiya wî, ya gund û xaniyên xalî dihatin berçavê min. Bêyî ku hay ji wênegiriya wî hebim bala min diçû ser xweşiya teswîrên wî yên rêwîtiya serlehengê romanê û geryana wî ya li nav malê, li gund. Di çîrokên wî de jî heman serkeftina teswîran heye. Gava min wêneyên wî ji hevalekî xwe re şand ku ew jî wekî min hez ji Rulfo dike, hevalê min şiroveyek wiha kir: “Camêr çi kêşabe ew nivîsîye.”
Di wêneyên camêr de em ji mirovan zêdetir xwezaya welatê wî dibînin. Mirov di wan wêneyan de zêde xuya nabin an jî heçku bêhemdî xwe di wan de derbas dibin. Dîwar, rê, trên û rêhesin jî, zevî, çiya û geliyên seraqet li cihê xwe disekinin û barê tarîxeka nehatî gotin hildane ser xwe jî karakterên sereke yên wêneyên Rulfo ne. Rulfo ev hemû wêne kirine beşek ji poetîkaya xwe, wisa diyar e gava sahneyên çîrokên xwe an jî romana xwe Pedro Paramo dinivîsî wêneyên ku wî girtine alîkar û keresteyên herî bingehîn bûn ligel xeyalsazî û xweşnivîsiya wî.
Ez nivîsa xwe bi meseleyeka magazîna edebî biqedinîm, li gor gotî û şahidan Gabriel Garcia Marquez piştî ku di şevekê de Pedro Paramo du caran bi bengîtiyekê dixwîne ku ancax li hunermendên mezin tê yên her xewna berhemên xwe yên mezin dibînin, dest bi nivîsîna şahberhema xwe Tenêtiya Sedsalî dike ku demeke dirêj bû di hişê wî de digeriya bes rê û derfetên qenc yên vegêranê bo wê nedidîtin. Jixwe hevalê wî yê ku kitêbê jê re tîne, datîne ser maseya wî û dibêje bixwîne û hîn bibe, bi vê niyetê kitêbê jê re tîne, dibêje vê bixwîne û hîn be.
Xwendin û hînbûn ji zû ve ye, ji çaxa ku min bîr bi nivîsîna helbestan kiriye û xwestiye helbestên xweşik binivîsim, bûye rênumaya min a herî bingehîn. Berhemên edebî yên mezin, çi roman, çi helbest çi jî cureyeke din, bi niyeta dersên ku ez ji wan fêrî afirandina serkeftî bibim dixwînim û vê yekê pêşniyazî hevalên xwe jî dikim. Berhemên baş me fêrî afirandin û xwendina baş an jî ya ku tê hêvîkirin dikin.