Dîsa Îsraîl Dîsa Filistîn Dîsa Rojhilata Navîn

Nıvîskar:
1 year berê

Bi salên 2020î re serxwet bûm ku herb li her dera dinê her carê bi tenê sîvîlan perîşan û pejmurde dike. Rêberên rutbebilind, sîyasetvanên ji kursîyan dikin guregur, ti carî halê miletê mexdûr fehm nakin û his nakin halên herbê. Filistînî dibe, Îsraîlî dibe, Kurd dibe, Tirk dibe, kî dibe ku kî dibe, kî dimire ji kîsê êlê dimire.

***

Îsraîl, salên 1990î, di zarokîya min ya Îslamî de navê dijminekî pir xedar, bêmerhemet û bêînsaf bû. Televîzyonan û gazeteyên ku wan çaxan hîn jî dihatin xwendin her ro du ro digotin ku Îsraîlê ne gotiye zarok e ne gotiye jin e dîsa Filistînîyên masum kuştine.

Û li hember wan kuştinan, televîzyon û gazeteyan mucadeleya gêncên Filistînî jî raber dikirin. Gênc di destan de kevir û çetik-çetelastîk diçûn ser tankên Îsraîlê ku wê wêrekîyê, wê cesaretê dûredûr tesîreka tekbîrî li min dikir: Tekbîrrr, Allahûekber!

Dema herba Îsraîlê û Filistînîyan gur û giran dibû, tesîra tekbîran li ser min, ez jî bi hevalên xwe re geh ji mektebê geh royên Înê ji camîyê bi sloganeka bi Tirkî ku dixwest Îsraîl bimire biqede, derdiketim: “Kahrolsun İsrail!”

Paşê bi serê salên 2000î re kanalên Kurdî ketin mala me û min ji wan dît ku gêncên Kurdan jî di destan de kevir û çetik-çetelastîk diajon ser tankên Tirkîyê. A di televîzyonê de min li Sirûcê li ber serê xwe jî didît êdî: Tew ne gênc jî, zarok; di destan de kevir û çetik-çetelastîk zarok diçûn ser tankan.

Her ku min hereketa Kurdan nas kir, herba Filistînîyan û Îsraîlê dûr ket, derket ji kadraja min. Zati bi salên 2010î re min hew dî ku teqîn, peqîn, gurmegurm nêzîk, pir nêzîkî min in: Sala 2014 û 2015an bi tercûmanîya jibo medyayên Amerîka, Îngîltere, Fransa û Çînê min Herba Kobanîyê teqîb kir. Ji 2015an heta 2016an ji Sûrê heta Sîlopyayê çerx bûm û min fotografên sîvîlên li herêma herbê kişandin.

Bi salên 2020î re serxwet bûm ku herb li her dera dinê her carê bi tenê sîvîlan perîşan û pejmurde dike. Rêberên rutbebilind, sîyasetvanên ji kursîyan dikin guregur, ti carî halê miletê mexdûr fehm nakin û his nakin halên herbê. Filistînî dibe, Îsraîlî dibe, Kurd dibe, Tirk dibe, kî dibe ku kî dibe, kî dimire ji kîsê êlê dimire.

Loma ye, vedikim ji dengê Ahmet Kaya, li wê strana ser Rojhilata Navîn guhdarî dikim. Şiîreka Hasan Hüseyin Korkmazgil e, dibêje dîsa mizemiz, dîsa pitepit, dîsa televîzyon, dîsa Rojhilata Navîn. Têra min nake Ahmet Kaya, vedikim ji Hozan Beşir jî li eynî stranê guhdar dikim: Dîsa mizemiz, dîsa pitepit, dîsa televîzyon, dîsa Rojhilata Navîn; li hêlekê Îsraîl, li hêlekê Filistîn.



Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Omer Faruk Baran

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Te ev dîtıne?

Hevalê Min Mele Mihemed, Axayê Heramiyê û Miftiyê Dêrikê

Wextê Ezîz Axa pişta nigê xwe dixurand tilîkên wî bala min kişandin,

Dîn, Dewlet û Teolojiya Postkolonyal

Gelo têkililiyeke çawa di navbera împaratorî, dîn û kolonyalîzmê de hebû? Dînên

Kurd, Kevneşop û Pêşkevtin

Qedera me Kurdan ew bûye ko parçeyek bîn ji Cihana Sêyê, û