Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Dîroknas Hasan Yıldız dê kitêbên xwe îmze bike

14/03/2024

Dîroknas Hasan Yıldız li Stenbolê, li Medya Kitabeviyê dê kitêbên xwe îmze bike.

Bername 16yê Adarê, li Medya Kitabeviyê saet 15:00an dê dest pê bike.

Hasan Yıldız bi salan e li ser dîroka Kurdan kar û xebatan dike. Yekem pirtûka Yıldız sala 1989an de bi ser navê Aşiretten Ulusallığa Doğru Kürtler çap û belav bûye. Herwiha di navbeyna van salan de gelek xebatên wî yên dî jî ji weşanên DOZ û Pêrîyê hatine çapkirin.

Hêjayî gotinê ye ku vê salê du berhemên wî yên ku dawîya salên 90î û di destpêka heman salê da weşandibû ji nû ve hatin çapkirin. Dîroknas Yıldız yekem berhema xwe ji nû ve revîze kiriye û dîsa bi heman navî çap kir. Her wiha ji ber 100 saliya Peymana Lozanê weşanxaneya DOZê berhama nivîskar ya bi navê Fransız Arşiv Belgeleriyle Sevr-Lozan-Musul Üçgeninde Kürdistan jî ji nû ve çap kir.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan