Piştî hilweşîna rejîma Esed, dîplomatên payebilind ên Urdun û Qeterê serdana Şamê kirine û têkilîyên nû bi rêveberîya nû re dane destpêkirin. Qeter dixwaze li warê enerjî û balafirgehê de kar bike, Urdun jî li ser mijara koçberan disekine.
Wezîrên Urdun û Qeterê di nav yekemîn dîplomatên payebilind ên Ereb de ne ku bi rêveberê hêzên çekdar ên ku rejîma Sûrîyê hilweşandine re hevdîtin pêk anîne.
Dîplomatên payebilind ên Ereb roja duşemê serdana paytexta Sûrîyê Şamê kirine. Ev serdana wan a dawî ya dîplomatîk çêbûye piştî ku Sûrîye ji tecrîdkirina di bin rêveberîya Beşar Esed de derketiye.
Hevdîtinên berfireh pêk hatine
Rêveberê nû yê Sûrîyê Ehmed Şera bi wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen Safadî re li Şamê “hevdîtinên berfireh” pêk anîye. Piştî çend saetan, wezîrê dewletê yê karên derve yê Qeterê Mihemed Xuleyfî gihîştiye Sûrîyeyê û bi rêveberîya nû re civîyaye.
Piştgirî ji bo veguherîna aştîyane
Di hevdîtina li Urdunê ya vê mehê de, dîplomatên payebilind ên Ereb soz dane ku dê “piştgirîya pêvajoya veguherîna aştîyane” li Sûrîyeyê bikin. Piranîya welatên Ereb pêwendîyên xwe bi hikûmeta Esed re qut kiribûn ji ber tepisandina hovane ya çalakvanên demokrasîxwaz di sala 2011ê de.
Firsenda nû ji bo pêwendîyên herêmî
Julien Barnes-Dacey, rêveberê bernameya Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur a Konseya Ewropî ya Pêwendîyên Derve gotiye ku welatên Ereb niho derfeteka nû dibînin. Li gorî wî, welatên herêmê dê kêfxweş bin ku li ser daxuyanîyên Şera yên ku hikûmeteka pragmatîk, tevlêker û rêzgir a li hemberî komên etnîkî û olî yên cida soz dide, kar bikin.
Balafirgeha navneteweyî dê vebe
Şandeyeka teknîkî ya Qatar Airways jî li gel şandeya Qeterê hatiye ku rewşa balafirgeha navneteweyî ya Şamê binirxîne. Balafirgehê di dema êrîşa çekdaran de xebatên xwe rawestandibû.
Çavkanî:
- The New York Times
- Botan Times
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.