Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Diljen Ronî stranek (Kazacok) ji Albûma xwe ya nû weşand

30/04/2024

Diljen Ronî, ji albûma xwe ya nû ya bi navê “Ji Bîr Neke!” strana yekem “KAZACOK” weşand.

Ronî albûma xwe di du salan da amade kirîye ku ji 6 stranan pêk tê.

Wî ji bo albûma xwe serî li berhemên gelêrî û helbestvanên wekî Sebrî Botanî, Arjen Arî û Firat Cewerî daye. Herwiha di albûmê da stranek cih digire ku gotin û muzîk aîdê Diljen Ronî ne.

Diljen Ronî dê wan 6 stranan yek bi yek, di wextên cuda da biweşîne

Yekemîn strana albumê bi navê “Kazacok” bi taybetî ji bo 1ê Gulanê Roja Karkerên Cihanê hat amadekirin.

Gotinên Kazacokê sirûda karkerên Awustûryayê ye û muzîka wê jî gelêrî ye. Albûm bi etîketa Kom Muzîkê li ser hemû platformên dîjîtal hat belavkirin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan