Dikandarê ku ji Meral Akşenerê re got ‘Ev der Kurdistan e’ hatiye binçavkirin

Dikandarê ku ji Meral Akşenerê re got ‘Ev der Kurdistan e’ hatiye binçavkirin
Dikandarê ku ji Meral Akşenerê re got ‘Ev der Kurdistan e’ hatiye binçavkirin
Vahdet Uçar
  • 29 Ekim 2021 13:47

Dikandar Cemîl Taşkesen ê di dema serdana Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşeneryê ya li Sêrtê de gotibû ‘Ev der Kurdistan e lê tê înkarkirin’ hatiye binçavkirin. 

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Dikandar Cemîl Taşkesen ê di dema serdana Seroka Giştî ya Partiya İYİ Meral Akşenerê ya li navçeya Misirc a Sêrtê de gotibû ‘Ev der Kurdistan e lê tê înkarkirin’ hatiye binçavkirin. Hat diyarkirin ku Taşkesen, di çarçoveya lêpirsîna têkildarî axaftina wî hatiye destpêkirin de hatiye binçavkirin. 

Miduriyeta Polîsan a Sêrtê diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Misircê li ser gotinên Cemîl Taşkesen ên “Ziman û nasnameya me tê înkarkirin. ‘Kurdistan’ tê înkarkirin. Em li dijî vê ne. Ev cihê hûn niha lê ne ‘Kurdistan e’ lê mixabin di Meclîsê de ‘Kurdistan’ tê înkarkirin” bi îdiaya “propagandaya rêxistine” lêpirsîn daye destpêkirin.  Polîsan di saetên serê sibê de Cemîl Taşkesen binçav kirin.