Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Dicle Muftuoglu, rojnamegera 303 rojan li girtîgehê mabû beraat kiriye

24/10/2024

Dadgeha Cezayê Giran a 5em a Diyarbekirê ji bo Dicle Müftüoğluyê biryara beraetê daye. Müftüoğlu bi “rêveberî û endamtîya rêxistinê” hatibû tawanbarkirin.

303 rojan di girtîgehê de maye

Dicle Müftüoğlu Hevseroka DFGê (Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Feratê) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê ye.

Wê li dadgehê got ku ew 15 sal in rojnamegerîyê dike. Ew ji bo dengê jinan, karkeran û ciwanan bilind bike dixebite. Û ew di dema dozê de 10 mehan di girtîgehê de maye.

Parêzeran beraat xwest

Parêzer Resul Temur got ku divê beyanên her du şahidên veşartî jî neyên qebûlkirin. Paşê parêzeran beraat xwestiye.

Biryara beraetê hatiye dayîn

Dadgehê got ku “unsurên zagonî yên sûcdarîyê pêk nehatine”. Ji ber vê yekê biryara beraetê daye.

Gelek çavdêr beşdar bûn

Di dozê de gelek rêxistinên navneteweyî û rêxistinên çapemenîyê wek çavdêr beşdar bûn. Di nav wan de HRW, PEN a Norwecê û MLSA hebûn.

Çavkanî: Bianet, MA, Botan Times

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Tirkîye di Endeksa RSFê de ketiye rêza 159ê

Rêxistina Navneteweyî ya Rojnamevanên Bê Sînor/Sînornenas (RSF) ji ber zextên berdewam li

Mafê bikaranîna kurdî li Tirkiyeyê di sê mehên destpêkê yên 2025an de 24 caran hate binpêkirin

07/04/2025 Li Tirkiyeyê, di sê mehên destpêkê yên sala 2025an de 24

Li Tirkiyeyê di sala 2024ê de 109 caran mafê bikaranîna zimanê kurdî hatiye binpêkirin – Kurdish Monitoring

Kurdish Monitoringê ragihandiye ku di sala 2024ê de li Tirkiyeyê 109 caran