Dîcle Muftuoglû: Heyeta dadgehê bi biryar e ku polîtîkaya xwe ya zilmê bidomîne

Rojnamegera girtî Dîcle Muftuoglû got, “Em rojnamegerên Kurd bi biryar in ku rastiyan derxin holê. Em şopînerên kevneşopiya ku 30 sal in serî natewînin û bêyî ku pênûsê bitewînin hewl didin rastiyê derxin holê ne. Em ê dîsa gotina xwe bikin, tiştên ne xuyayî bidin xuyakirin û yên nehatine nivîsandin binivîsin.”

Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (Ma) Dîcle Muftuoglû ku 9 meh in girtiye di duyamîn danişîna ku di 18ê Kanûna Paşiyê de pêk hat jî nehat berdan.Muftuoglûyê derbarê biryara navberê ya dadgehê de axivî.  

Muftuoglû, bal kişand ser gotina Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç a têkildarî rojnamegeran û wiha got: “Her çend ku min gotibe ez yek ji rojnamegerên girtî me jî, wezîr dibêje; ‘tu rojnamegerên ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di girtîgehê de tên ragirtin tune ne.’ Weke kesekê feraseta siyaseta giştî ya îktîdara AKP’ê didomîne, ji hêla xwe ve mafdar bû. Heke tu nekarî rastiyê biguherînî wê demê dê berevajî bikî! Rastiya hejmara rojnamegerên girtî êdî li Tirkiyeyê beloq bûye. Di rewşeke wiha de zîhniyeteke ku gotinên ‘Ewropa Tirkiyeyê dihesûde’ û ‘çapemenî tu caran ewqas azad nebû’ dike, bêguman dê rastiya rojnamegeran nebîne.”

Ji bo berdewamîya nûçeya bianetê bitikîne.