Kitêbxaneya Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo: Li benda kitêban e

Dibistana Egîdê Cimo ji bo avakirina kitêbxaneya xwe li benda alîkarîya gel e.

Dibistana Muzîkê Ya Egîdê Cimo li ser hesaba xwe ya Xê daye zanîn ku ew li benda piştgirîya gel in û wan kampanyayeka berhevkirina kitêban daye destpêkirin.

Ev dibistan 28ê mijdarê li Stenbolê bi bernameyeka taybet vebû.

Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimoyî dê dersên muzîkê bi rengekî sistematik bên dayîn. Li gel dersên teoriya muzîkê, herweha dê dersên derbarê muzîka klasîk a kurdî, dengbêjî û amûran da jî hebin.

Kesên di karên xwe da profesyonel in dê dersan bidin û herweha dê hunermend û pisporên muzîkê jî atolyeyan li dar bixin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir