“Di vê listika xwe de me dîsa pişta xwe da çanda Kurdî”

“Di vê listika xwe de me dîsa pişta xwe da çanda Kurdî”
“Di vê listika xwe de me dîsa pişta xwe da çanda Kurdî”
Beril Caymaz
  • 10 Mart 2023 13:57

Lîstika me ya yekem li Mêrdinê û navçeyên wê rastî eleqeyeke mezin hat û vê yekê kir ku em dest bi xebatên lîstika nû bikin

Şaneşîn Performans bi lîstika xwe ya nû dê derkeve pêşberî şanohezan.

Navê şanoya nû “Penceşêr” e û wê di 18ê Adarê de li Mêrdînê derkeve ser dikê.

Yek jî Lîstikvanên Şaneşîn Performansê, Şêrko Janzêm ji Botan Times re behsa lîstika ‘Penceşêr’ kir.

Şanolîz Şêrko Janzêm

Lîstika me ya nû yanî Penceşêr, ji lîstika Rojbûna Jokoyî ya Roland Toporê îlhama xwe girtiye. Penceşêr listîkeke performatîf e. Behsa têkilîyên kolonyal û dijkolonyal dike. Em bi vê yekê dixwazin ku temaşevanên me bila bikulin û xwe biêşînin. Lê li ber vê re jî bikenin û em jî ji wan re stranan bêjin.

Texta wê lîstikê ji hêla hevalên me yên Diramaturg, Recep Îçen û M. Xalid Ertoşî ve li gorî çanda Kurdî hatiye amade kirin.

“Me tenê nehêlin”

Me di vê listika xwe de jî dîsa pişta xwe da çanda gelêrî ya Kurdî. Di lîstika me de sê listikên ku berê di nav civaka Kurd de dihatin lîstin hene û li gel wan stranên gelêrî jî hene.

Em bi vê yekê hewl didin ku keresteyên edebîyata gelêrî derxînin ser dîke û dîsa pêşkêşî gel bikin. Bi qasî ku em karibin wan ji wendabûnê xelas bikin.

Dixwazim bi rêya we bang li şanohezên li Mêrdînê bikim di 18ê Adarê de me tenê
nehêlin.

Şaneşîn Performans di sala 2022an de li Mêrdinê ji hêla hin mamosteyên Kurdî û dildarên qada çand û ziman hatiye damezrandin. Di demeke kurt de me lîstika xwe ya yekem a bi navê “Bêcir” derxist. Lîstika li Mêrdinê û navçeyên wê rastî eleqeyeke mezin hat û vê yekê kir ku em dest bi xebatên lîstika nû bikin.

Nivîskar: Roland TOPOR
Rejî: Recep ÎÇEN
Lêanîn û şanoname: M. Xalit Ertoşî/ Recep Îçen
Dramatûrg: Sîya Savaş
makyaj: Rênas Nas
Anîmasyon û Grafîk: Şoreş Demîrcan
Cil û Berg: Şêrko Janzêm
Dekor: Erdal Açıl
Teknîk: Ozgur Sînan Elîk
Şêwirmendê Hunerê: Yaşar Denîz
Afiş: Şoreş Demîrcan
Berpirsiyarê Sehnê: E. Pîroz Şêr
Lîstikvan: Abbas BAYHAN, Erdal AÇIL, E. Pîroz ŞÊR, M. Xalit ERTOŞÎ, Rênas NAS, Sakîne SALVACI, Serdar ZÎV, Şêrko JANZÊM, Şirîn SAXLAM

Şaneşîn Performans alikarîyê ji temaşevan û dilxwazên şanoya kurdî dixwaze.