Di şerê Îsraîl û Xezayê da ji 30an zêdetir rojnameger mirî, birîndar û winda ne

Nıvîskar:
12 months berê

Şerê di navbera Îsraîl û Xezayê da kete roja 14an û şer bênavber dewam dike.

Li gorî nûçeya Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ji 7ê Cotmehê vir ve ji herdu alîyan 4.000an zêdertir kes mirine û 21 ji kes ji wan jî rojnamger in.

Herwiha hatiye diyar kirin ku li Filistînê 17, li Îsraîlê 3 û li Lubnanê jî rojnamegerek mirine. 8 rojnameger birîndar bûne û 3 rojnameger jî winda ne an jî hatine zindanîkirin.

Lîsteya mirî û windayan ji allîyê CPJyê ve tê nûjenkirin.

Kordînatorê programên CPJyê yê Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê Sherif Mansour dibêje ku rojnamegerên herêmê ji bo ku vê rewşa dilsoj ragihînin kedeke mezin didin. Hemû alî divê ji bo parastina rojnamegeran pêngavên pêwîst biavêjin.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

“Heta niho li Filistînê 226 karmendên Neteweyên Yekbûyî hatine kuştin”

Philippe Lazzarini, serokê Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya Alîkarî û Karên Penaberan ên

Parastvanê Messiyî ne bezî, firrîya!!

Lionel Messi bi şiyanên xwe yên bêhempa û jêhatîbûna xwe ya gol

Gelo Îsraîl dikare navendên berhemên nûkleerî yên Îranê biteqîne?

Îsraîlê ji bo êrîşên li dijî navendên nukleerî yên Îranê xwe amade