Di Sedsala 21an de Guherîna Rolên Zayendî û Bandora li Ser Civakê 

Em dibînin ku rolên zayendî di Sedsala 21an de guherîneke mezin û berbiçav derbas dikin. Ev guherîn li her qada jiyanê xwe dide der, ji malbatê bigire heta cîhana kar û siyasetê. Lêkolîner pêşniyaz dikin ku ji bo têgihiştina van guherînan, divê em nêzîkatiyeke pirralî û navçandî bikar bînin, bandora teknolojiyê li ber çavan bigirin, û têkiliya di navbera rolên zayendî û nasnameya civakî ya din de baş analîz bikin. Herwiha, girîng e ku em bandora van guherînan li ser rêxistin, takekes û malbatan jî lêkolîn bikin. Bi vî awayî, em ê karibin guherînên di rolên zayendî de baştir fêm bikin û stratejiyên guncaw ji bo civakeke wekhevtir pêş bixin.

***

Rolên zayendî di civakê de cihekî girîng digirin. Ev rol bandorê li ser têkilî, kar û jiyana me ya rojane dikin. Gelo ev rol çawa pêk tên, çawa diguherin û bandora wan li ser civakê çi ye? Bi dehan pirsên bi vî rengî di hişê lêkolîneran de peyda dibin.

Rolên zayendî ew çavdêrî û bendewariyên civakî ne ku li ser bingeha zayenda fîzîkî ya kesekî tên avakirin û ew diyar dikin ka çawa divê mirov tevbigerin, xwe îfade bikin û bi hev re têkiliyê danin (Wood û Eagly, 2012). Bo nimûne:

  • Di hin civakan de, tê çaverêkirin ku jin zêdetir karên malê bikin û zarokan mezin bikin, lê ji hêla aborîye ve berpirsyarî bêhtir li ser milê mêran e (Ridgeway, 2011). 
  • Di warê karan de, stereotîpên zayendî dikarin bandorê li ser hilbijartina pîşeyan bikin. Wek mînak, hîn jî gelek kes difikirin ku pîşeyên wekî hemşîretî ji bo jinan û endezyarî ji bo mêran guncav in (Cejka û Eagly, 1999). 
  • Di têkiliyên romantîk de, li gor rolên zayendî yên kevneşopî, tê çaverêkirin ku mêr gavên pêşîn biavêjin û jin pasîftir bin (Eaton û Rose, 2011).

Yek ji mijarên herî balkêş jî, guherîna van rolan di sedsala 21an de ye. Ji ber ku ev guherîn bandoreke mezin li ser civakê dike (England, 2010). Bo nimûne:

  • Di malbatê de: Berê bav bi piranî karker bû û dê li malê bû. Niha gelek malbat hene ku her du dixebitin, an jî bav li malê dimîne û dê kar dike (Bianchi et al., 2012).
  • Di cîhana karan de: Berê hin pîşe tenê ji bo mêran dihatin dîtin, wek endezyarî an avahîsazî. Îro jin di van qadan de jî cih digirin û serkeftî ne (Blau û Kahn, 2017).
  • Di siyasetê de: Di gelek welatan de, jinên ku dibin serokwezîr an serokomar zêde dibin. Ev yek nîşan dide ku rola jinê di qada siyasetê de jî guheriye (Paxton û Hughes, 2014).
  • Di perwerdehiyê de: Berê li gelek welatan keç kêmtir diçûn dibistanê. Lê niha, li gelek deveran, hejmara keçên ku diçin zanîngehê ji ya kuran zêdetir e (DiPrete û Buchmann, 2013).

Ev mînak nîşan didin ku rolên zayendî di sedsala 21an de bi awayekî berbiçav guherîne û ev guherîn bandoreke mezin li ser tevahiya civakê dike.

Gelo ji bo têgihiştina van guherînan pêdivîya lêkolîneran bi çi heye?

Di vê babetê de Eagly û Sczesny (2019) di lêkolîna xwe ya bi navê “Rolên Zayendî di Pêşerojê de? Bingehên Teorîk û Rêyên Lêkolînên Pêşerojê” de axivîne. Wan destnîşan kirine ku teoriya rola civakî bingeha têgihiştina dînamîkên zayendî ye.

Ew dibêjin ku herçiqas guherîn di nav çand û qatên civakî-aborî de cûda be jî, em dikarin di xaleke hevbeş de xwe bigihînin hev. Ew xal jî stereotîpên zayendî ye. Her kes dixwaze ku di civakê de were dîtin û qedrê wê/î were girtin bêyî ku li zayenda wê/î were nêrîn.

Bi nezera wan di lêkolînên pêşerojê da pêdivî bi nêzîkatiyeke pirralî heye. Ji xeynî ku em tenê li ser zayendê bisekinin, divê em hemî faktorên din jî bibînin û wan di lêkolînên xwe de bikar bînin.

Eagly û Sczesny (2019) derbarê vê babetê de nexşerêyeke bi vî rengî pêşkêşî civatê dikin:

Bila her lêkolîner bibe antropologek û li pey şopa têkiliya di navbera teknolojî û zayendê de bikeve. Ji ber ku em bi rihetî dikarin bandora teknolojiyê ya li ser civakê bibînin. Lê divê em bala xwe bidin ser bandora wê ya li ser rolên zayendî jî. Herwiha ew bi me didin zanîn ka çiqas giringiya perspektîfên gerdûnî heye. Ew pêşniyaz dikin ku divê lêkolînên navçandî bên kirin da ku em fêm bikin ka çawa rolên zayendî di nav civakên cûda de bi awayekî cûda pêş dikevin.

Ji aliyê din ve lêkolînerên din jî, ku bi salan e li ser vê mijarê dixebitin, derbarê lêkolînên pêşerojê yên rolên zayendî de van pêşniyazan destnîşan dikin:

  1. Di lêkolînan de tişta herî giring ew e ku her alî li ber çavan bêne girtin. Pêdivî bi lêkolînên li ser înterseksiyonalîteyê heye (Shields, 2008). Eger ev pêk neyê, lêkolîner nikarin têgihiştineke berfireh a ezmûnên takekesî peyda bikin. Berî her tiştî ya ferz ew e ku divê têkiliya di navbera rolên zayendî û nasnameya civakî ya din de bê analîzkirin.
  2. Lêkolîner çiqas dikarin bandora guherîna rolên zayendî li ser rêxistinan analîz bikin? Ji bo vê yekê serî li lêkolînên li ser stratejiyên bibandor didin yan ne? Ew çiqas girîngiyê didin pêşxistina serokatiyê û inîsiyatîfên hevsengiya jiyan û karî? Ji bo têgihiştineke kûr a guherîna rolên zayendî lazim e ku lêkolîner van xalan jî li ber çavan bigirin (Kossek û Lautsch, 2018).
  3. Xaleka din a giring jî ew e ku lêkolîner bandora derûnî ya guherîna rolên zayendî li ser takekes û malbatan analîz bikin. Bi gotineka din divê lêkolîner bandora van guherînan li ser tenduristiya derûnî bibînin û guh bidin wê. Li gel vê yekê ya muhimtir ew e ka em çiqas dikarin pergalên piştgiriyê û mudaxeleyên çêtir pêşniyaz bikin (Barnett û Hyde, 2001).

Di encamê de, em dibînin ku rolên zayendî di Sedsala 21an de guherîneke mezin û berbiçav derbas dikin. Ev guherîn li her qada jiyanê xwe dide der, ji malbatê bigire heta cîhana kar û siyasetê. Lêkolîner pêşniyaz dikin ku ji bo têgihiştina van guherînan, divê em nêzîkatiyeke pirralî û navçandî bikar bînin, bandora teknolojiyê li ber çavan bigirin, û têkiliya di navbera rolên zayendî û nasnameya civakî ya din de baş analîz bikin. Herwiha, girîng e ku em bandora van guherînan li ser rêxistin, takekes û malbatan jî lêkolîn bikin. Bi vî awayî, em ê karibin guherînên di rolên zayendî de baştir fêm bikin û stratejiyên guncaw ji bo civakeke wekhevtir pêş bixin.

Çavkanî:

Barnett, R. C., & Hyde, J. S. (2001). Women, men, work, and family: An expansionist theory. American Psychologist, 56(10), 781-796.

Bianchi, S. M., Sayer, L. C., Milkie, M. A., & Robinson, J. P. (2012). Housework: Who did, does or will do it, and how much does it matter? Social Forces, 91(1), 55-63.

Blau, F. D., & Kahn, L. M. (2017). The gender wage gap: Extent, trends, and explanations. Journal of Economic Literature, 55(3), 789-865.

Cejka, M. A., & Eagly, A. H. (1999). Gender-stereotypic images of occupations correspond to the sex segregation of employment. Personality and Social Psychology Bulletin, 25(4), 413-423.

DiPrete, T. A., & Buchmann, C. (2013). The rise of women: The growing gender gap in education and what it means for American schools. Russell Sage Foundation.

Eagly, A. H., & Sczesny, S. (2019). Gender roles in the future? Theoretical foundations and future research directions. Frontiers in Psychology, 10, 1965.

Eaton, A. A., & Rose, S. (2011). Has dating become more egalitarian? A 35 year review using sex roles. Sex Roles, 64(11), 843-862.

England, P. (2010). The gender revolution: Uneven and stalled. Gender & Society, 24(2), 149-166.

Kossek, E. E., & Lautsch, B. A. (2018). Work-life flexibility for whom? Occupational status and work-life inequality in upper, middle, and lower level jobs. Academy of Management Annals, 12(1), 5-36.

Paxton, P., & Hughes, M. M. (2014). Women, politics, and power: A global perspective. CQ Press.

Ridgeway, C. L. (2011). Framed by gender: How gender inequality persists in the modern world. Oxford University Press.

Shields, S. A. (2008). Gender: An intersectionality perspective. Sex Roles, 59(5), 301-311.

Wood, W., & Eagly, A. H. (2012). Biosocial construction of sex differences and similarities in behavior. In Advances in experimental social psychology (Vol. 46, pp. 55-123). Academic Press.

Nivîskar/rojnameger

Hüveyze Laleş Öngün
Hüveyze Laleş ÖNGÜN ji Beşa Derûnnasîyê ya Zanîngeha Zanistên Civakî ya Enqereyê (SSUA) bi dereceyeke bilind a rûmetê mezûn bûye. Öngün heta niha li gelek wezaretxaneyan, yên wekî Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, Wezareta Ciwanan û Sporê, Wezareta Dadê û hwd. û di hin rêxistinên civaka sivîl de bi penaberan ra li ser Giringîya Terapîya bi Zimanê Zikmakî xebitîye. Wê herwiha li ser Cognitive Behavioral Therapy ya zarok û nûciwanan perwerde wergirtîye. Ew Niha jî li Botan International karê nivîsîna fonan dike.