Di roja yekem a dagirkerîya Rûsyayê ya li Ûkraynayê de çi qewimî?

Di roja duyemîn a dagirkeriya Rûsyayê ya li Ûkraynayê de saet di 10:00an de derbas bû. Dİ roja duyem de jî êrîş berdewam e, li bajaran û li paytext Kievê dengê teqînan bilin dibe Bi kurtî û ser ve tiştên ku qewimîn: Roja înê serê sibehê li Kîevê teqîn çêbûn û balafireke şer hat xistin. […]

Di roja yekem a dagirkerîya Rûsyayê ya li Ûkraynayê de çi qewimî?
Di roja yekem a dagirkerîya Rûsyayê ya li Ûkraynayê de çi qewimî?
Botan Times
  • 25 Şubat 2022 07:22

Di roja duyemîn a dagirkeriya Rûsyayê ya li Ûkraynayê de saet di 10:00an de derbas bû. Dİ roja duyem de jî êrîş berdewam e, li bajaran û li paytext Kievê dengê teqînan bilin dibe

Bi kurtî û ser ve tiştên ku qewimîn:

  • Roja înê serê sibehê li Kîevê teqîn çêbûn û balafireke şer hat xistin.
  • Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky zû got ku “leşkerên sabotajker” ketine Kievê.
  • Ji aliyê din ve li rojhilatê welat li herêma Xarkovê şerê eniya dijwar didome. Pevçûnên bi heman rengî li bajarên bakur û li başûrê bajarê Odessa yê Behra Reş jî dewam dikin.
  • Li Çernobîlê jî pevçûn derket. Leşkerên Rûsyayê herêm xistin bin kontrola xwe. DYA’yê ragihand ku leşkerên Ukraynayê dîl hatine girtin.
  • Bi hezaran Ukraynayîyan bajarên xwe terkkirin û dikin. Gelek kes hewl didin xwe bigihînin sînorê Polonya û Romanyayê.
  • Lêbelê, piraniya Ukrayniyan li welêt dimînin. Gelek kes xwe spartin kozikan an jî rawestgehên metroyê. Li welêt seferberiya giştî hat îlankirin û hemû kesên ku çeka xwe di destê wan de hebû ji bo leşkeriyê hatin vexwendin. Destûr nayê dayîn mêrên 18-60 salî derkevin derveyî welat.
  • Welatên rojava soz dan ku ew ê alîkariya leşker û pêdiviyên leşkerî yên Ukraynayê bikin.
  • Serokê Fransa Emmanuel Macron telefonî Vladîmîr Pûtîn kir û jê xwest ku êrîşan rawestîne. Macron got ku hevdîtin “dil, rasterast û bi lez” bû.
  • Li gelek bajarên Rûsyayê bi hezaran kes li dijî şer li kolanan xwepêşandan li dar xistin. Di van xwepêşandanan de bi sedan kes hatin girtin.