Di roja duyemîn a dagirkeriya Rûsyayê ya li Ûkraynayê de saet di 10:00an de derbas bû. Dİ roja duyem de jî êrîş berdewam e, li bajaran û li paytext Kievê dengê teqînan bilin dibe
Bi kurtî û ser ve tiştên ku qewimîn:
- Roja înê serê sibehê li Kîevê teqîn çêbûn û balafireke şer hat xistin.
- Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky zû got ku “leşkerên sabotajker” ketine Kievê.
- Ji aliyê din ve li rojhilatê welat li herêma Xarkovê şerê eniya dijwar didome. Pevçûnên bi heman rengî li bajarên bakur û li başûrê bajarê Odessa yê Behra Reş jî dewam dikin.
- Li Çernobîlê jî pevçûn derket. Leşkerên Rûsyayê herêm xistin bin kontrola xwe. DYA’yê ragihand ku leşkerên Ukraynayê dîl hatine girtin.
- Bi hezaran Ukraynayîyan bajarên xwe terkkirin û dikin. Gelek kes hewl didin xwe bigihînin sînorê Polonya û Romanyayê.
- Lêbelê, piraniya Ukrayniyan li welêt dimînin. Gelek kes xwe spartin kozikan an jî rawestgehên metroyê. Li welêt seferberiya giştî hat îlankirin û hemû kesên ku çeka xwe di destê wan de hebû ji bo leşkeriyê hatin vexwendin. Destûr nayê dayîn mêrên 18-60 salî derkevin derveyî welat.
- Welatên rojava soz dan ku ew ê alîkariya leşker û pêdiviyên leşkerî yên Ukraynayê bikin.
- Serokê Fransa Emmanuel Macron telefonî Vladîmîr Pûtîn kir û jê xwest ku êrîşan rawestîne. Macron got ku hevdîtin “dil, rasterast û bi lez” bû.
- Li gelek bajarên Rûsyayê bi hezaran kes li dijî şer li kolanan xwepêşandan li dar xistin. Di van xwepêşandanan de bi sedan kes hatin girtin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.