Di roja duyem a şerê Rûsya û Ukraynayê de çi qewimîbûn?

  • 26/02/2022
Di roja duyem a şerê Rûsya û Ukraynayê de çi qewimîbûn? Flag of Russia and Ukraine painted on a concrete wall. Relationship between Ukraine and Russia
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

26/02/2022

  • Di roja duyemîn a dagirkirina Ûkraynayê ya Rûsyayê de pevçûnên dijwar rû dan
  • Paytext Kîev şeva Înê bûbû hedefa Rûsyayê.
  • Li kolanan dengê çekan dihat, hatibû ragihandin ku li nêzî santrala elektrîkê teqînek pêk hatiye.
  • Rûsya sibehê bi tankan kete nava bajêr. Lê Kiev hîn jî di bin kontrola hikûmetê de ye.
  • Serokkomar Volodymir Zelensky bang li gelê Ukraynayê kir ku li dijî dagirkeriya Rûsyayê bisekinin. Bi hezaran çek dan sivîlan, li ser çêkirina molotofkokteylan jî talîmat hatin dayîn.
  • Zilamên bi jeans û sneakers, bi çekan, li navendên kontrolê yên li Kievê bûn. Ev gel bi çekên xwe yên antî-tank di nav daran de veşartibûn, li benda pêşdeçûna leşkerên Rûsan bûn.
  • Ukraynayê ragihandibû ku sivîl û leşker jî di nav de bi giştî 137 kes mirine. Ji aliyê din ve Rûsyayê mirina ji aliyê xwe ve red kiribû.
  • Li bajarê Kharkovê yê duyemîn bajarê Ukraynayê jî dengê teqînên mezin hatibû bihîstin. Mariupol, ku nêzî sînorê Rûsyayê ye û ji hêla stratejîk ve girîng e, jî di bin êrîşê de bû.
  • Bi deh hezaran Ukraynîyan bajar û bajarok terikandin.
  • Malbata ku di navbera du agiran de mabûn, gotin ku rê mayinkirî ye û neçar mane vegerin malên xwe.
%d