- Di roja duyemîn a dagirkirina Ûkraynayê ya Rûsyayê de pevçûnên dijwar rû dan
- Paytext Kîev şeva Înê bûbû hedefa Rûsyayê.
- Li kolanan dengê çekan dihat, hatibû ragihandin ku li nêzî santrala elektrîkê teqînek pêk hatiye.
- Rûsya sibehê bi tankan kete nava bajêr. Lê Kiev hîn jî di bin kontrola hikûmetê de ye.
- Serokkomar Volodymir Zelensky bang li gelê Ukraynayê kir ku li dijî dagirkeriya Rûsyayê bisekinin. Bi hezaran çek dan sivîlan, li ser çêkirina molotofkokteylan jî talîmat hatin dayîn.
- Zilamên bi jeans û sneakers, bi çekan, li navendên kontrolê yên li Kievê bûn. Ev gel bi çekên xwe yên antî-tank di nav daran de veşartibûn, li benda pêşdeçûna leşkerên Rûsan bûn.
- Ukraynayê ragihandibû ku sivîl û leşker jî di nav de bi giştî 137 kes mirine. Ji aliyê din ve Rûsyayê mirina ji aliyê xwe ve red kiribû.
- Li bajarê Kharkovê yê duyemîn bajarê Ukraynayê jî dengê teqînên mezin hatibû bihîstin. Mariupol, ku nêzî sînorê Rûsyayê ye û ji hêla stratejîk ve girîng e, jî di bin êrîşê de bû.
- Bi deh hezaran Ukraynîyan bajar û bajarok terikandin.
- Malbata ku di navbera du agiran de mabûn, gotin ku rê mayinkirî ye û neçar mane vegerin malên xwe.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.