Pêdiviya psîkoterapiya bi zimanê zikmakî di ezmûna Kurdî de bi awayekî zelal tê dîtin. Ziman ji bo hestên me yên kûr û nasnameya me ya çandî wekî rêgezeke giring xizmetê dike. Temînkirina gihîştina lênihêrîna tenduristiya derûnî ya bi zimanê zikmakî ne tenê pirsgirêkeke hêsan e, lê hêmaneke giring a lênihêrîna tenduristî ya dilovan, bibandor û wekhev e jî.
***
Di warê tenduristiya derûnî de, giringiya wergirtina psîkoterapiyê ya bi zimanê zikmakî, aliyekî giring ê pêvajoyê ye ku pir caran tê paşguhkirin. Ev mijar bi taybetî dema ku em li tecrubeyên neteweyên din ên mîna Kurdan dinêrin -ku ew di gihîştina xizmetên tenduristiyê yên bi zimanê zikmakî de rastî astengiyan tên- derdikeve pêş. Dema em vê mijarê kûrtir vekolin, em dîmenekê derdixin holê ku ziman ne tenê navgîneke ragihandinê ye, ew di heman demê de di pêvajoya dermankirinê de amûreke giring e. Bi vekolîna pêwendiya tevlihev a di navbera ziman, çand û tenduristiya derûnî de armanc ew e ku tevliheviyên ku di binyada vê pirsgirêka giring de ne derxînin holê û di dermankirina tenduristiya derûnî de nêzîkatiyeke berfirehtir biparêzin. Di vê gotarê de ez ê behsa di wergirtina alîkariya derûnî ya bi zimanê zikmakî de zehmetiyên civaka Kurd bikim û balê bikêşim ser di dermankirina derûnî de giringiya zimanê zikmakî.
Di psîkoterapiyê de giringiya zimanê zikmakî
Ziman, ne tenê alîkariya me dike ku em bi hev re biaxivin. Ziman di jiyana me de roleke gelekî mezintir dilîze; em kî ne, em çawa hîs dikin, em çawa tevdigerin, em çawa pirsgirêkên xwe çareser dikin û em cîhanê çawa dibînin ji nêzîk ve tekîldarî zimanî ne. Ya ku Pavlenko (2006) ji me re dibêje ev e û ev jî di psîkoterapiyê de cihekî giring digire. Di terapiyê de gelekî giring e ku meriv baş biaxive û hevûdu fêm bike. Ji ber vê yekê, wergirtina terapiya bi zimanê zikmakî pir kêr hatiye. Costa û Dewaele (2019) di lekolînên xwe de dîtin ku dema ku terapî bi zimanê zikmakî tê meşandin, îhtîmaleke mezin teşxîseke rast tê danîn, mirov xwe rehettir hîs dikin û têkiliyeke bihêztir di navbera terapîst û nexweş de çêdibe.
Ji bo gelek kesan, axaftina bi zimanê zikmakî ji wan re dibe alîkar ku hestên xwe kûrtir û zelaltir parve bikin. Verdinelli û Biever (2009) destnîşan dikin ku dema mirov tedawiyê bi zimanekî ku ne zimanê wan ê yekem e werdigirin, ew pir caran zehmetiyan dikêşin ku hestên xwe bi xurtî an jî rast vebêjin. Pirsgirêka ziman, dikare bibe sedem ku terapî kêm bandor be, terapîst pirsgirêkê rast fam neke û texhîseke rast nedane. Ev yek jî dibe sedem ku terapî bi ser nekeve.
Bi kurtasî, bikaranîna zimanê zikmakî di terapiyê de ne tenê vebijêrkeke xêrxwaz e; ew beşeka giring a çêkirina terapiyê ye. Lêkolîna ku ji hêla Costa û Dewaele (2019) ve hatî kirin û çavdêriyên Verdinelli û Biever (2009) nîşanî me didin ku di psîkoterapiyê de ziman çiqas dikare bandorê li ser tespîteke rast, hîskirineke rehet a kesan û têkiliya di navbera terapîst û nexweş de dê çiqas xurt be. Ev vedîtin tînin bîra me ku psîkoterapî li herêmên ku gelek zimanên cûda lê têne axaftin divê bala xwe bidin zimanên ku mirov diaxivin.
Konteksta Kurdan
Rewşa Kurdan mînakeke berbiçav e ji bo zehmetiyên ku civakên bi zimanên ne-piranî diaxivin. Kurd her çiqas yek ji mezintirîn komên etnîkî yên bê dewleteka serbixwe bin jî, ji bo naskirina çandî û zimanî ev demeke dirêj e têdikoşin (Bozarslan, 2008). Mixabin, li herêmên ku Kurd lê xwedî nifûseke giring in, wek Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê, bi giştî gihandina xizmetên tenduristiyê yên Kurdî gelekî kêm in an jî qet nînin (Yıldız & Uzun, 2016).
Bi gelemperî, lêkolînin li ser gihandina dermankirina tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî bi koçber an penaberan re tê kirin. Ji ber ku pir caran dibe ku ew kom bi zimanên welatên ku nû lê bi cih bûne nizanin. Lê belê rewşa Kurdan yekane ye. Astengiya li pêşiya gihandina tenduristiyê ya bi zimanê xwe li welatê wan, li Kurdistanê tê dîtin. Ev rewş zehmetiyên rûbirûbûna trawma û stresê yên ku ji niha ve di civaka Kurd de hene, zêdetir dike û dibe sedem ku nexweşiyên derûnî xirabtir bibin. Herwiha kêmbûna xizmetên terapiya Kurdî bandoreke neyînî li tenduristiya giştî ya civakê dikin û dibin sedema encamên berfireh ên civakî û çandî (Mental Health in Kurdistan, 2023).
Ev kêmasiya gihîştina dermankirina tendurîstiya derûnî dikare bi çend faktoran ve girêdayî be ku di nav de zextên siyasî, kêmbûna terapîstên duzimanî yan kurdîaxêv û nelirêtiyên pergalê yên di sîstema dermankirina tenduristiyê de (Aydın & Emrence, 2016). Di encamê de, Kurdên ku di psîkoterapiyê de tên mecbûrkirin ku ew bi zimanekî ji bilî zimanê Kurdî pêwendiyê deynin û ev rewş rê li ber tedawîyeke bibandor digire.
Encam û gavên pêşveçûnê
Bandorên vê astengiya zimanî kûr in. Ew ne tenê bandorê li ser kalîteya dermankirina tenduristîya derûnî dike, di heman demê de dibe sedem ku gelê Kurd marjînal bibe, ji mafên xwe bêpar bimîne û hestên jiholêrakirina çandî zêdetir dike. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê nêzikatiyeke piralî hewce dike:
1) Guhertina Polîtîkayan: Hikûmet û rêxistinên tenduristiyê divê giringiya cihêrengiya zimanî di dermankirina tenduristiyê de nas bikin û polîtîkayan bi cih bînin da ku ew kom bigihîjin xizmetên bi zimanên xwe.
2) Perwerde û Çavkanî: Zêdekirina hejmara terapîstên duzimanî û kurdîaxêv krîtîk e. Ev yek dikare bi bernameyên perwerdehiyê yên armanckirî û teşwîqên ji bo pisporan ji bo fêrbûna zimanên kêmîneyan (minority) pêk were.
3) Hesasiyeta Çandî: Divê pêşkêşkerên tenduristiyê di warê taybetiyên çandî de bêne perwerdekirin da ku ezmûnên bêhempa yên nexweşên Kurd baştir fam bikin û ji bo wan rêzê bigirin.
4) Lêkolîn û Parêzgerî: Zêdetir lêkolînên li ser tecrubeyên Kurdan ên di pergala dermankirina tenduristiyê de ji bo pratîk û polîtîkayên çêtir dikarin bibin alîkar. Di ronîkirina van pirsgirêk û zextan de komên parêzvaniyê roleke giring dilîzin.
Di encamê de pêdiviya psîkoterapiya bi zimanê zikmakî di ezmûna Kurdî de bi awayekî zelal tê dîtin. Ziman ji bo hestên me yên kûr û nasnameya me ya çandî wekî rêgezeke giring xizmetê dike. Temînkirina gihîştina lênihêrîna tenduristiya derûnî ya bi zimanê zikmakî ne tenê pirsgirêkeke hêsan e, lê hêmaneke giring a lênihêrîna tenduristî ya dilovan, bibandor û wekhev e jî. Bi çareserkirina kêmasiyên heyî em dikarin ber bi pergaleke lênihêrîna tenduristî ve biçin ku bi rastî cihêrengiya zimanî û çandî ya hemî nexweşan qebûl dike û dihewîne.
Çavkanî:
Aydin, H., & Emrence, Z. (2016). Zones of Rebellion: Kurdish Insurgents and the Turkish State. Cornell University Press.
Bozarslan, H. (2008). Kurdistan in Search of Ethnic Identity. In U. Schamiloglu (Ed.), Nationalities Papers, 36(5), 573-589.
Costa, B., & Dewaele, J. M. (2019). The Talking Cure – in Your Own or Other Language? In J. W. Schwieter & A. Ferreira (Eds.), The Handbook of the Neuroscience of Multilingualism. Wiley-Blackwell.
Pavlenko, A. (2006). Emotions and Multilingualism. Cambridge University Press.
Verdinelli, S., & Biever, J. L. (2009). Language Switching in Psychotherapy with Bilinguals: A Sensitive Issue. Journal of Multicultural Counseling and Development, 37(3), 136-145.
Yildiz, A., & Uzun, M. (2016). The Kurds in the Middle East: Enduring Problems and New Dynamics. Middle East Critique, 25(3), 231-247.