Di protestoyan da 89 kes hatin desteserkirin

03/04/2024

Ji ber nedayîna mazbataya Abdullah Zeydan li Wanê û gelek bajar din protestoyan dest pê kiribû ku di encama wan protestoyan da 89 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya da zanîn ku duhî li Wan û şeş bajar din 89 kes hatine desteserkirin.

Di hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê da DEMê Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê bi dest xist lêbelê mazbata nedan namzetê DEM Partîyê Abdullah Zeydan û şûna wî dan namzedê AK Partîyê ku ew bûbû duyemîn di hilbijartinê da.

Li ser vê yekê li Wanê xelk dakete kolanan û prostesto kirin.

Protestoya li Wanê dest pê kir li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê belav bû.

Polîsan li gelek bajaran êrişî xelkê kir û dîmenên lêxistina polîsan li ser medyaya civakî belav bûn.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya Xê da zanîn ku di van protestoyan de 89 kes hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyên ku Alî Yerlîkaya dane, amarên desteserkirîyan li gorî bajaran wiha ne:

Wan: 26 kes

Colemêrg – Gever: 29 kes

Colemêrg – Navend: 9 kes

Sêrt: 4 kes

Êlih: 5 kes

Şirnex: 10 kes

Îzmîr: 6 kes

Bi giştî: 89 kes


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Biden û Trump li ser agirbesta Xezeyê li hev kirine – Peter Baker/The New York Times

Li gor çavkanîyan, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê hilbijartî Donald Trump

Basketbola Jinan: Şampîyona Amedê Oz Kayapinar Spor e!

Tîma basketbolê ya Şaredariya Kayapinarê ya Amedê, Oz Kayapinar Spor di sezona

Çend têbînî derbarê ‘Qesra Nifiran’ de

Îsmaîl Dîndar Nivîskarê rus ê bi navûdeng, Şolohov, derbarê hunerê de weha