“Di pirtûkên çawalêhato yên zarokan de kuştin, xwîn û tecawiz hene”

“Di pirtûkên çawalêhato yên zarokan de kuştin, xwîn û tecawiz hene”
“Di pirtûkên çawalêhato yên zarokan de kuştin, xwîn û tecawiz hene”
Murat Bayram
  • 7 Mart 2021 19:09

Nivîskara pirtûkên zarokan Berfîn Ayşe Ogutê ji Ortadogu Newsê re diyar kir ku di dema wê de çîrokên devkî hebûn yên nivîskî nebûn, ji bo ev kêmayî temam bibe ew berdewamî dinivîse.

Erê pirtûkên zarokan çawa tê nivîsîn û ew çi dike? Li bersivên Berfîn Ayşe Ogutê binêrin…

“Divê dê û bav hişyar bin!”

Pirtûkên Berfîn Ayşe Ogutê (Wêne: PirtûkaKurdî, Kolaj: Ortadogu News) 

“Çîrokên zarokan ên bi kurdîyê tên nivîsîn, bi min du cûre ne. Yê bi hişmendîyê tên nivîsîn û yên çawalêhato tên nivîsîn.

 “Di Kurdîyê de hinek çîrokên baş hene ku li gorî pedogojîya zarokan hatine nivîsîn. Divê dê û bav berê xwe bidin wan çîrokan, ji bo zarokên xwe wan hilbijêrin.

Lê li ser navê zarokan hinek çîrok tên belavkirin ku qet eleqeya wan bi çîrokên zarokan re tunene. Ji kuştin û xwînê, ji zorgatî û tecawuzê, dikanî hemû tiştan di nav wan çîrokan de bibînî.

Divê dê û bav zarokên xwe ji wan çîrokan dûr bigrin.

“Ziman heke zarok bipeyivin li heyatê dimîne”

“Netewe bi zimanê xwe li pîya disekinin. Ziman jî heke zarok bipeyivin li heyatê dimîne û dibe zimanê neteweyekê. Ez dixwazim zarokên kurd bi zimanê dayika xwe bixwînin û binivîsin.

Dixwazim zarokên kurd bi zimanê xwe bilîzin û li çîrokan guhdarî bikin.

Hêvî dikim, heta ev armanca min pêk bê ez ê binivîsim. Nivîs çalakîyeke têger e. Mirov zû bi zû nikare dev jê berde.

“Ji bo zarokên kurd bê çîrokên nivîskî nemînin…”

Di nivîskarîyê de, tu xwe diavêjî nav çemekî û dixwazî bi wê avê re xwe bigihînî cîyekî. Her nivîs xwedî armancek e. Her nivîs dixwaze kêmanîyekê temam bike.

Di zarokatîya min de, çîrokên bi devkî hebûn lê çîrokên nivîskî yên kurdî tunebûn.

Ji bo ev kêmanî temam bibe û zarokên kurd bê çîrokên nivîskî nemînin, min hewl da ku çîrokên zarokan binivîsim. Nifşên berî me kitêbên zarokan nedîtin.

Nifşa min jî nedît, ji ber wê nifşa li dû me bi siûd e ku dê û bavê zarokan dikanin di kitêban de ji wan re çîrokan bixwînin û helbet ew bi xwe jî dikanin bixwînin.”

Hevpeyvîn: Murat Bayram