Medyaya mixalif û ya aligirê desthilatê jimara weşanên xwe yên li ser hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê zêde kirine.
Ji bo şopînerên medyaya kurdî dîsa çavkanîyên gelek sînordar hene. Rêjeya welatîyên kurd tê texmînkirin ku ji sedî 20-25ê nifûsa Tirkiyeyê ye. Lê rêjeya temsîlîyeta di medyayê de gelekê kêmtir e.
Li gor Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) li Tirkiyeyê 2.071 rojname hene. Lê ji vê jimarê rojnameyeka rojane ya kurdî nîne.
Bi tenê heftenameyeka kurdî heye: Xwebûn. Ew jî di dema belavkirinê de rastî gelek astengîyan tên. Midûrê nûçeyan ê rojnameyê, M. Alî Ertaş di girtîgehê de ye.
2.389 kovar hene ji van jî kovareka nûçeyên kurdî nîne.
Gelo kurd dikarin ji televizyonan nûçeyan bibînin?
Li gor daneyên Lijneya Bilind a Rayo û Televizyonan (RTUK) ya dewletê:
Jimara televizyonên herêmî: 251
Jimara televizyonên seteleytî: 148
Jimara televizyonên bi qebloyê weşanê dike: 78
Jimara televizyonan: 477
Ji van 477 televizyonan jimara televizyonên ku bûlteneka wan a nûçeyên kurdî heye bi tenê yek e. Ew jî TRTya dewletê ye. Televizyona herêmî Amed Radyo TV jî hin bernameyên li ser rojevê çêdike.
Gelo malperên kurdî ji bo hilbijartinan hazir in?
Zimanê sereke yê ajansên kurdan (MA, JinNews) tirkî ye. Malperên mezin ên kurdan jî tirkî ne. Ji ber nebûna perwerdeyê, polîtîkayên tirkî û gelek sebebên dî weşanger û xwendevên kurd li şûna kurdîyê tirkî hildibijêrin.
Li gor daneyên SimilarWeb û Alexayê ji malperên nûçeyên kurdî çêdikin malpera herî zêde tê xwendin ev malper e, yanî BotanTimes e.
Digel vê yekê jî xwendina vê malperê ji malperên gelek rojnameyên herêmî jî kêmtir e. Jimara xebatkarên daîmî yên malperê 2 ne, 2 kes jî digel karên xwe yên dî li vê malperê jî kar dikin.
Di medyaya tirkî de jî ji ber rewşa ekonomîk bi paş de çûnek heye lê em nikarin bi kurdî re qiyasê jî bikin.