Di pêşangeha ‘Xanî’ da Huner û Bîr

Di pêşangeha ‘Xanî’ da Huner û Bîr
Di pêşangeha ‘Xanî’ da Huner û Bîr
Botan Times
  • 2 Haziran 2023 07:47

Hunermend Taylan Mîntaşî di 6ê Gulanê da li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Stenbolê pêşangeha xwe ya bi navê “Xanî” vekiribû.

Mintaşî du sal in di der heqê Ehmedê Xanî da xebitiye û pêşangeha ‘Xanî’ vekiriye.

Di derbarê vê pêşangehê da dê gotûbêjeka bi navê ‘Huner û Bîr’ pêk were. Di gotûbêjê da dê Rexnegirê Hunerê M. Wenda Koyuncu biaxive û Keremo jî pêşkeşkarîyê bike.

Kuratorê Pêşangehê jî Şerif Yaşar e.

Bername dê 3ê Hezîranê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî seat di 17.00an da dest pê bike.

Qesîm Etmanekî ji bo Botan Timesê bi Taylan Mîntaşî ra li ser pêşangeha wî nûçeyek çekiribû. Wî li ser pêşangehê xwe wiha gotibû:

Wextekî dema ku me pêşangeh amade kir, me got em wekî mehekî saz bikin vê pêşangehê û bila ev meh bibe meha Ehmedê Xanî. Di der heqê Ehmedê Xanî da, em dixwazin panelan çêbikin û me bi vê gavî panela ewil saz kir. Hê jî di pêşîya me da, du panel û yek ji artist talking (xeberdana hunermendan) heye.

Hunermend Taylan Mîntaş

Ji bo nûçeyê bitikîne: