ALI DURAN TOPUZ*
GAZETE DUVAR
*Ali Duran Topuz li Zanîngeha Stenbolê Beşa Hiqûqê
xwendiye. Ji sala 1994an ve ew li gel parêzrîyê jî di
gelek radyo û rojnameyan de jî xebitiye. Di avakirina
rojnameyên Akşam û Radikalê de jî cî girtiye û di
Radîkalê de gerînendetîya karên nivîsê kiriye. Di Radyo
Sputnik û IMCyê de pêşkêşvanîyê dike. Her weha ew di
gelek kovaran de jî li ser hiqûq, jiyana xebatê û sîyasetê
jî dinivîse û berpirsê weşana Gazete Duvarê ye.
Hûn hêvî dikin ez ê li bin sernavên ku bi sê peyvan ve
hatiye saz kirin ji we ra biaxivim û ev axaftina min jî ne
axaftineke alelade be û ne jî ji rêzê be lê divê axaftineke
taybet, wekî dersê be. Wisa xûya ye ez ê bi daxwaza
lêborînan dest pê bikim. Ne bi lêborînekê bi lêborînan.
Lêborîna ewil ji bo sernameya mijara me: Rêveberîya
Medyaya Dîgîtal. Erê min nav lê nekir, lê ji ber ku min
erênî daye vê sernavê, barê agahdarkirinê li histûyê min
da darda ye.
Qala medyayê kirin ne zor e, asan e. Qala rêvereberiyê
jî dîsa weha ye lê gava ku mijar hat ser peyva dîgîtalê,
her tişt diguhere, berevajî dibe. Wekî ku hûn ji min baştir
dizanin, piştî destpêkirina çaxên medyaya dîgîtal tiştên
ku em wekî pişta destên xwe dizanin bi reng û toreyên
nû derdikevin hemberî me, êdî em nizanin ew dest e
an ço ye. Heke dest be û ço be jî ya kî an kê ye em
qet nizanin. Axirî ji wê rojê vir ve li ser mijara me her ku
diçe pirs zêde dibin, bersiv kêm dibin. Divê ez ji serî da
ji we ra bêjim: di hişê min de pirs pir zêde ne û xwezî
bersivek jî hebûya lê tune. Bi rastî ez him nikarim him jî
naxwazim bersiva pirsan bidim lê ez dixwazim pirsên ku
di hişên we de ne yekî lê zêde bikim.
TIŞTÊ KU EZ DIZANIM Û HÛN NIZANIN ÇI YE?
Dive ez lêborînekê jî ji bo xusûsîyeta axaftina xwe ji
we bixwazim, min qebûl kir ku ez ê dersekê bidim.
Dersdayîn, wekî din hînkirin. Kî dersê didin? yên ku
dizanin. Kî dersê digirin? yên ku nizanin lê dixazin hîn
bibin. Lê tiştên ku ez dizanim û hûn nizanin çi ye? Bi
rastî, ez jî wî tiştî nizanim. Tenê tiştekî dizanim ku ew
her çibe bila bibe bi “medyaya dîgîtal” ve girêdayî ye.
Erê, ez jî bi qasî we dizanim medya çi ye, rêveberî çi
ye û heger mijara me medyaya konvansiyonal, yanî ya
peymanî an jî lihevkirî bûya min ê bi asanî bigota belê,
ez dûr û dirêj qala qeyde û qanûn û hûrûmûrên wê
bikim.
ROJ BI ROJ PIRS ZÊDE DIBIN
LÊ BERSIV ZÊDE NABIN
Lîsteya lêborînan lîsteyek dirêj e, min jê tenê du heb
vebijêrtin. Niha hûn ê ji min bipirsin: gelo tu bo çi hatî
madem qet tiştekî nizanî? Ez jî wekî we ji bo lêgerîna
bersiva pirsên ku wek baranê ji her deverên darê dinê
dibarin hatim hemberî we. Ew pênc sal in ku ez di nav
zikê medyaya dîgîtal da me, lê çi heye berî pênc salan
ji xeynî blogekê tu têkîlîyê min bi karûbarên medyaya
digital ve tune bû. Ev blog jî ne blog bû, min ev ji xwe
re wekî defterekê bi kar dianî. Gava ku min erêniya xwe
da projeya GazeteDuvarê, min di derheqê damezrandin
û rêvebirina malperên dîgîtal a rojnamegeriyê de tiştek
nizanibû. Ji wê rojê heta îro ez û hevalên xwe yên em bi
hev re dixebitin, li bersiva van pirsan digerin. Roj bi roj
pirs zêde dibin, bersiv na.
GAVA KU MIN SERNAVÊN
MAMOSTEYÊN HÊJA DÎT…
Piştî ku min banga Kargeha Rojnamegeriya Kurdi ya
Dîgîtal qebûl kir, min got ez berê sernavên dersên din
bibînim, paşê dest bi amadehîya xwe bikim. Gava ku
min sernavên mamosteyên din ên hêja dît, hêvîyê min
firîya, teselîya min ket. Dersên ku di vê kargehê de
hatine dayîn an jî yên ku werin dayîn bi rastî jî ders in:
Herkes dikare ji wan dersan tiştên bi feyde hîn bibe.
Em du sernavan ji nav wan bigirin: “Zayenda civakî,
jin û civaka kurdan” an jî “Gelo jinên kurd li medyaya
Ewropayê çawa cih digirin?”
Gelo kî naxwaze wan meseleyan bizanibe an jî hîn
bibe? Aha çend sernavên din:
» PodCastên kurdî çawa tên amadekirin?
» Taybetmendîyên wêneyên ji bo medyaya dîjîtal çi ne?
» Weşana zindî ya li Medyaya Civakî divê çawa be?
» Amadekirin û pêşkêşkirina vîdeo-nûçeyan
RÊVEBIRÎN TÊ HÎNBÛYÎN, NAYÊ HÎNKIRIN
Ev her mijar şayesteyê hînbûnê ye. Di her mijarê de
zanatî, hûnerî heye û kesek ji van yekî hîn bibe dikare
ji xwe ra kareke baş bibîne û vê karê xwe jî baş çêbike.
Hînbûna nûçe nivîsîn, wêne girtin, video çêkirin û tiştên
dîtbarî taybet in û bi kêr in. Lê mijara min? Nebe ku
mijara min tiştekî ne berbiçav, tiştek bêtaybet û bêkêr
be? Bê henek, ew rast e!
Belê, bi kurt u kurmancî bêjim, rêvebirîn belkî tê
hînbûyîn, nayê hînkirin. Ji ber ku ew ne mijareke
mişexes e, ne mijareke berbiçav e û ne jî bi
hunerekê ve têkiliyên wê hene.
Di qeyde û qanûnên rêvebirina medyaya kevn de zêde
tevlihevî tûne bû: ev jî ji alîyekî ve dişibîya rêvebirina
leşkerîyê, ji alîyekê ve dişibîya rêvebirîya dibistanan
an jî rêvebirina perwerdegehê û ji alîyekê ve jî dişibîya
rêvebirina karîstanê.
MEDYAYA PEYMANÎ WEK PÎRAMÎDEKÊ YE
Teşeya avahiya medyaya peymanî wek pîramidekê ye: li
qata binî kesên bêrayedar lê biwezîfe xwe şûnda digirin.
Li ser her qatî kesên bikarbidestî cî digirin, ew kes ji
jor ve talîmat û agahîyan digirin, ber bi jêr ve talimat,
ferman û agahîyan didin. Yen jêrin jî karûbarên xwe û
raporê xwe pêşkeşî yên li jor dikin. Li ser tapê pîramîdê
jî berpirsê gîştî heye. Ew pîramîda li leşkergehê jî eynî
wisa ye, li mektebê jî û li kargehê jî. Bi vê mekanîzmayê
yan rojnameyek tê çêkirin an jî weşanên radyo û
televizyonekê tên domandin. Berpirsyarê hemûyan wekî
serleşkeran talîmatan dide, wekî hostayan agahdarîyê
dike, wekî mamosteyan dersan dide. Ne ku divê yekî/
yeke demoqrat be; belê ger demoqrat be baştir e lê ne
hewce ye.
Lê roja îro, di rojên dîgîtalan de teşeya vê medyaya
serobino bûye, berevajî bûye. Baş e ku wiha bûye.
Em roja iro rojnameyeke bîst û çar rupelî bigirin ber
çavên xwe, tê de herî zede 240 nûçe, bîst û pênc an
jî sî û pênc wêne, nêzikî deh quncnivîs an jî gotarên
şîroveyan cî digire. Her nûçe ji qat û pêlingên pîramîdê
tê bêjingkirin. Rêveberê gîştî, piştî her kesî rûpelan an
jî nûçeyan dibîne. Tê gotin ku her tim biryara dawî ya
rêveberê giştî ye lê a rastî ev biryar jî girêdayê biryarên
ku di her qatên pîramîde da hatine girtinê ye.
Sazgerîya vê pîramîda medyaya kevn pir baş dixebitî,
ji ber ku ev ji dîroka medayaya konvansiyonel hatibû
hilberandin. Lê ji bo weşanên dîgîtal ev mekanizmaya
kevn weke rojên berê xweş nedixebitî.
Çima? Nûçeyên kû di pêvajoya bîst û çar saetî da
em datînin li ser malperekê, têrî belkî sê belkî çar
rojnameyan dike. Min go nûçe lê nav van da wêne,
dîmen û tiştên bideng yanê podcast jî hene.
GAVA KU BAHOZ DERKET,
KEŞTÎ RASTÎ KEVIREKÎ HAT…
Di medyaya dîgîtal de yê/ya ku li ser tapa pîramîdê
rûdine, hebekî dişibe qaptanê kelek û keştîyan. Gava
ku her tişt û her kes li şûna xwe û li ser karên xwe ne,
tu karê wî qaptanê me tûne ye, xeynî ku di koşika xwe
da rûniştîye û destên xwe danîye serhev. Gava ku tiştên
nediyar xuya bûn, gava ku muretebat ket dudilîyan,
gava ku bahoz derket, gava ku keştî rastî kevir û kuçan
hat encax wê gavê divê ew ji kamaraya xwe derbikeve.
Dîsa bi kurt u kurmancî, gava meseleyeke bêbersiv
derket holê ev wê gavê dikare rola xwe bilîze. Ev rol
jî yek e: ew ê barê wergirtina biryarên soxîn bigire
histûyê xwe, bikeve di bin barê mesuliyete de. Ji ber ku
muretebat her tiştî ji wî/wê baştir dizane, ew mecbûr e
ku berê hizir, ramanên û bersivên muretebata xwe hîn
bibe û paşê biryara xwe ya dawî bide. Îro kes nikare
medyaya dîgîtal wekî medyaya edetî bi rê ve bibe. Di
rojên berê da talîmat û ferman bes bû, lê îro kes nikare
bi talîmat û fermanan keştîya medyaya dîgîtalê bi rê ve
bibe. Rola qaptanê me berê dişibîya roleke teknîk an jî
burokratîk lê îro ew rol ji binî ve guherîye û dişibe rolek
sîyasî. Pîramîda me hilweşîyaye û him di nav xwe da û
him jî di nav hev da pîramîden nû derketine holê û her
ku diçe yên nû dikin derbikevin.
MEDYAYA DÎJÎTAL
DI NAV BARAN Û BAHOZAN DE YE
Di dawîyê de qaptanê me yê bêkar, di çaxa medyaya
dîgîtal da bi çavekê bitevayî betal wetal dimîne; ji
aliyê din ve jî her gav divê li ser karê xwe be. Ji ber ku
medyaya dîgîtal her di nav berf û baran û bahozan da
ye. Divê em niha parîkî li ser peyva dîgîtalê bisekinin.
Peyva digital maneya xwe ya ku îro em bikartînin di nav
sîh an jî çil salên dawî de wergirtiye. Berî wê peyveke
matematîkê bû.
Peyva medyayê jî wateya xwe ji danûstandina
enformationê, yanê amadekirin û belavkirina agahîyan
digire. Dema ku peyva dîgîtal ku hatîye ber peyva
medyayê, maneya medyayê neguherîye lê xeynî ji
maneyê her tiştê wê guherîye. Guherîna herî mezin,
guherîna “medium” ê bû. Me ku qeziya Marshall Mc
Luhan anî bîra xwe em dikarin maneya vê guherînê
zelal bikin: “Medya, mesaj e.” Yanî, xeynî ji mesajên ku
wekî nûçe, agahî û tiştên din ên ku li ser medyayê tên û
diçin, mesajeke din jî heye û ev jî forma medyayê bixwe
ye, yanê medyum bixwe ye. Medyuma ku guherî divê
her tişt jî biguherîne û wilo jî bû.
Îro ji vê guhertinê re şoreş jî tê gotin. Ev rast e jî.
Dahêna nivîsê, îcada nivîsê pênc hezar û pênc sed
sal berê niha bû. Ev şoreşeke pir mezin bû. Dahêna
elfabetê nezîkê sê hezar sal berê bû. Dahêna xetê an ji
kaxazê digihîje du hezar salan. Matbaa neh sed salan
berê îro hat dahenandin, matbaa ya bi tîpen bizêv, biliv,
pênc sed sal in ku hatine cem hev û matbaa û makineya
dukelê ji çar sed sal in li ba hev dişixulin. Niha jî sîlîkon
û ceryan hatin cem hev û şoreşa dijital derket holê
PEYDABÛNA ROJNAMEYAN
Û PARÇEBÛNA ZANÎNÊ
Her yek şoreşeke dîrokî ye. Îcada nivîsê û peydabûna
dewletê li ba hev in: Sumer, Asur, Hitit… Bi kaxazê
ve dewletên emperyal li cem hev in: Misir, Çîn, Rom,
împaratorîyen Misilmanan… matbaa û dûkel, ku ji
rojnamegerî jî herduyan derket, tev emperyalizma du
gelên rojavayî derketin sehneya dîrokê.
Peydabûna rojnameyan û parçebûn an jî ji hev
cûdabûna zanînê di heman demê de ne: Zanîna zanîstî
(knowledge) û agahdarî yan jî hayjêhebûn (information).
Rojname, li ser enformasyonê hat damezrandin. Piştî
ku rojname peyda bû, du fîgur ji hev cuda bûn: Nivîskar
û xwendevan. Piştî ku radyo û televîzyon peyda bûn
guhdar û temaşevan derketin holê.
Lê qeyde û qanunên rojname, radyo û televizyonê
dîsa nêzikî hev bûn û ew jî di dîroka rojnamegerîyê
de pêk hatibûn. Bingeha wan dîsa rojnamegerî bû. Lê
îro roj, guherîna herî mezin dîsa di zanînê de çêdibe:
Divê rojnameyeke dîgîtal him zanîna zanistî û him jî
enformationê bi hev re bikarbîne. Enformation îro ne
tenê karê sazûmanên rojnamegerîyê ye, lê dewlet,
şîrket, rêxistinên sîvîl û takekesên civatê bixwe bilez û
bez her gavê informationê çêdikin û belav dikin.
HERKES HIM XWENDEVAN E HIM JÎ NIVÎSKAR E
Rojnamegerîya konvantionel nivîskar û xwendevan
ji hev cûda kiribû, rojnamegerîya dîgîtal dawîya
wê cudahîyê anî; îro herkes him xwendevan e him
nivîskar e. İnformation îro wek baranê li ser herkesî
da dibare. Ew baran jî ne baraneke xweş û geş e lê
baraneke xeternak e, wekî Paul Virilo dibêje ew barana
wek bombeyan li ser her kesî û her civatê dadiweşe.
Rêveberîya medyaya dîgîtal îro berî her tiştî divê sînora
xwe keşf ke û dîyar bike. Di medyaya kevn de sînor
li ber çavan bû, hejmara rûpelan bisînor bû, radyo û
televizyon jî bi dema xwe ya weşanê ve hatibûn sînor
kirin. Lê di medyaya dîgîtal da qet sînor tüne ne, divê
rêveberîya wê sinorên wê kifş bike.
Guherîneke mezin jî di mijara demê de derket holê:
berê taybetîya medyayê şipbûn bû, tewsa wê bû.
Fonksiyoneke rêvebirina medyaya konvantionelê,
zêdekirina tewsa her tiştî bû, lezandin bû. Lê îro ev
wezîfe berevajî bûye: îro zêdekirina tewsê ne tiştekî baş
e, îro sekinandina lezûbezê mecbûrî ye. Xwesînorkirin,
nûçe bijartin û sekinandina ku bi lez û bezê nebe,
keştiya me nav berf û baran û bahozan da bi nav dibe.
Min bi lêborînan dest pê kiribû û lêborînek jî bo ders
dayînê ji we xwastibû. Dixwazim dîsa bi mijara dersê
paşîya qezîyên xwe bînim: di okyanosa medyaya dîgîtal
da qeyde û qanûna herî mezin a rêvebirinê hînbûn e ne
hînkirin e, dersgirtin e ne derdayîn e.
Ji bo temama pirtûkê lînka di pêvekê de bitikîne. E-kitêba Rojnamegerîya Kurdî ya Dijital derket