Di nivîsînê de sîstema zimên esas e

Di nivîsînê de sîstema zimên esas e
Di nivîsînê de sîstema zimên esas e
Roşan Lezgîn

Ziman, sazîyeka muhteşem e. Divê otorîteya me ziman bi xwe be. Wek sazîyekê, ew dikare çerxa xwe bi me bide nasîn û nîşan bide ku kîjan qeyde rast, kîjan xelet e. Tenê divê em bala xwe bidin ser û sîstema wî baş nas bikin.

***

Di zimanê nivîsînê de ji bo me sîstema Kurdî esas e. Divê em hemî qeydeyên sîstema zimanê xwe baş bizanin û bi taybetî di zimanê nivîsînê de rîayetî wan qeydeyan bikin. Li vir em nimûneyekî piçûk nîşan bidin. Mesela, kurmancên me yên Farqînê, heta yên Hezroyê, yên Licê, yên Qulpê jî dibêjin “Te min nas kir”. Dimbilîyên me yên van deveran jî eynî wekî kurmancên me, dibêjin “To mi nas kerd.” Lê em bala xwe didin, kurmancên me yên deverên din dibêjin “Te ez nas kirim.” Dîsa, em bala xwe didin, dimbilîyên me yên deverên din jî dibêjin “To ez nas kerda.” Çawa ku dixuye, ji alîyê îmlayê ve problem tune be jî, eynî îfade bi du qeydeyên cihê tê gotin. Muhtemelen yek jê deforme, yanî xirabûyî ye. Lê kîjan?

Em dikarin qeydeya ku pirranîya xelkê me bikar tîne wek qeydeya rast, ya din jî xirabûyî bibînin. Lê belkî qeydeya ku pirranîya xelkê bikar tîne xelet be! Çimkî em nikarin tiştê ku pirranî dike îlmen rast bibînin, divê rastîya tiştekî bi krîterên îlmî îzeh bibe. Ji vê çendê, divê em li sîstema Kurdî binihêrin.

Ziman, sazîyeka muhteşem e. Divê otorîteya me ziman bi xwe be. Wek sazîyekê, ew dikare çerxa xwe bi me bide nasîn û nîşan bide ku kîjan qeyde rast, kîjan xelet e. Tenê divê em bala xwe bidin ser û sîstema wî baş nas bikin. Wê demê, hem em ê tê derxînin kîjan qeyde rast û kîjan xelet e, hem jî em ê bikarin îlmen îzeh bikin.

Kurmancî û Zazakîya me xisûsîyetên nîvî akuzatîvî nîvî ergatîvî nîşan didin. Muhtemelen diyalektên me yên jêr jî wisa bûne, lê bi demê re ergatîvîya wan ji nav çûye.

Bi kurtî, akuzatîvî ew sîstem e ku lêker di bin tesîra kirdeyê de ye; li gorî kirdeyê tê kişandin. Û ergatîvî jî ew sîstem e ku lêker di bin tesîra obje/tiştî de ye; li gorî obje/tiştî tê kişandin.

Cumleyên întransîtîv (geçişsiz), yanî cumleyên bêobje/tişt, jixwe akuzatîv in; ji ber ku tenê kirde heye, lewre lêker tenê di bin tesîra kirdeyê de ye. Mesela, wek “Sêv ket / Saye kewte.” Lê di cumleyên transîtîv (geçişli), yanî cumleyên ku obje/tişt digirin de Zazakî û Kurmancîya me li gorî deman xwedîyê du sîsteman e: 1. Dema niha û dema bê akuzatîv 2. Demên bihûrî ergatîv in. Nimûne:

Ez sêvê dixwim / Ez sêvan dixwim. (dema niha; akuzatîv)

Ez ê sêvê bixwim. / Ez ê sêvan bixwim. (dema bê; akuzatîv)

Min sêv xwar. / Min sêv xwarin. (dema bihurî; ergatîv)

Di vê sîstemê de, kîjan element li ser lêkerê tesîr bike, halê xwe yê sade diparêze, ya din ditewîne û pê tewang dide girtin. Li gorî vê formulê, nabe ku kirde û obje/tişt her du bi hev re di halê sade de bin, yan jî her du bi hev re di halê tewandî de bin. A ji ber vê sîstemê ye ku di zimanê me de yek ji bo halê sade yek ji bo halê tewandî, zemîrên me wek “ez/min, tu/te, wî/wê, ew/wan” cot in. Û dîsa, ji ber vê sîstemê ye ku peyvên me jî di nav cumleyê de hem bi halê sade hem bi halê tewandî, bi du şeklî têne bikaranîn.

Piştî ku me ev qeydeyên sîstema zimanê xwe zanî û li cumleya “Te min nas kir / To mi nas kerd” nihêrî, hingê em ê bibînin ku kirde (te/to) û obje (min) her du jî di halê tewandî de ne. Ji bo ku em bizanin seqetî ji kîjan elementî çêdibe, em ê li dema cumleyê jî binihêrin. Ji ber ku dema bihurî ye, em ê bizanin ku divê kirde (te/to) ya halê tewandî, obje (ez) ya halê sade be; û lêker jî, li gorî objeyê were kişandin. Yanî sîstema zimanê me bi xwe wek otorîteyekê qeydeyê rast bi me nîşan dide:

Te ez nas kirim. / To ez nas kerda.  

Ji bo ku em di zimanê nivîsînê de sîstema Kurdî esas bigirin, ev tenê nimûneyeka piçûk bû ku me li vir nîşan da. Di zimanê nivîsînê de divê krîtera me, wek vê nimûneyê, sîstema zimanê me bi xwe be.   

Helbet mimkun nîne ku her kesê dinivîse, sîstema Kurdî bi detay bizane. Lê ji bo kesên ku karê redakteyê dikin, tenê zanîna îmlayê (rastnivîsîn) qîm nake, divê sîstema zimanê me jî baş bizanin ku esas cumleyan rast bikin ne ku tenê forma peyvan biguherin. Kesên ku li ser ziman dixebitin, bi taybet yên ku selahîyeta mihendîsîya zimanî didin xwe, miheqeq divê ji îlmê zimannasîyê xeberdar bin.