Di xebata standardkirinê de eger mentiq û metoda standardkirinê bi xwe standard nebin û îzeheta qeydeyan di nav sîstema zimên de bi zelalî neyê kirin, dê zimanê me yê nivîskî ji teşqeleyê safî nebe û zaravayên me jî ji hev bêne dûrkirin.
***
Di zaravayên me de forma peyvan û qeydeyên nivîsînê çendî nêzî hev bin, ji hevûdin fêmkirina me jî ewçend hêsan dibe. Ji vê çendê, qet nebe di Kurmancî û Zazakîya nivîskî de em dikarin qeydeyên mişterek tercîh bikin û formên peyvan nêzîkî hev bikin. Çimkî em kurdên ku van her du zaravayan qise dikin di nav hev de ne. Ji alîyê din, ev her du zaravayên me bi yek alfabeyê têne nivîsîn û nîsbet bi diyalektên din sîstema wan wekî hev e. Bo nimûne, di peyvên me yên ku koka wan ji Erebî tê û ji sê dengdaran pêk tên de em dikarin ji bo van her du zaravayên xwe standardeka mişterek tercîh bikin.
Ji ber ku di alfabeya Erebî de wek dengdêr tenê herfa elîf (اأ) heye, lewre ji bo yên ku ereb nînin bikarin bi vê alfabeyê rast bixwînin hereke (zêr û ziber) têne bikaranîn. Mesela, Erebîya Quranê bi hereke hatiye nivîsîn. Lê ereb bi xwe bêyî hereke dixwînin. Bo nimûne, peyvên mîna “نثر (nesr), صبر (sebr), شكل (şekl)” ku koka wan ji sê dengdaran pêk tê, ereb dema ku dixwînin mîna ku herekeyek li ser dengdara pêşîn hebe hesab dikin û hemî dengan bi carekê wek heceyek derdixin. Lê ev awa telafuzkirin di hin peyvan de ji bo miletên din zehmet e.
Em kurd peyvên wisa ku têde dengdarên nerm (nîv-dengdar) yên mîna “h, w, y” hebin, mesela peyvên mîna “behr, beyt, eyb, dewr, hewl, keyf, mewt, meyl, qehr, qeht, qewl, qewm, peyv, sewt, şewq, şeyx, teyr, xewf, wehm, zeyl, zeyt, zewq” di halê sade yê peyvê de jî dema ku peyv paşbend bigire jî di heceyekê de telafuz dikin. Di nivîsîn û xwendina vê kategorîya peyvan de problem tune ye.
Di Kurdî de jî gelek peyv hene ku bi herfa dengdar dest pê dikin û piştî dengdêrekê du dengdar têne ber hev lê bi heceyek têne gotin. Mesela, peyvên mîna “bang, beng, best, ceng, çewt, çors, deng, derd, derg, dest, deşt, dizd, fars, germ, gund, heft, heşt, hewn, hewt, hişk, kert, kilm, kird, kurd, kurt, leng, lerz, mest, nerm, pars, pird, peym, post, rast, raşt, reng, serd, sert, sist, şeng, teng, ters, tirk, tirs, xewn, veng, wuşk, zeng, zerd, zerrn…” Tenê, dema ku ji van peyvan hinek wek lêker têne bikaranîn em dengdêra ‘i’yê dixin navbera her du dengdarên dawîn, mesela wek “derz, derizîn; lerz, lerizîn”.
Em kurd hinek peyvên ku ji Erebî tên di wan de dengdarên mîna “l, r” hene jî dikarin bi heceyek derxin, mesela, peyvên mîna “birc, cirm, derb, erd, erz, felc, ferq, kelb, milk, qelb, qelş, qirn, şert, terk, terz, urf, zilm”. Lêbelê hinek peyvên yekhece ku ji Erebî ketine zimanê me, em nikarin bi heceyekê derxin yan jî bi heceyekê gotina wan ji me re zehmet e. Mesela, di peyvên mîna “aqil, bedil, bizir, cîsim, debir, ekil, emir, esir, fecir, fesix, fetih, fexir, fikir, fiqih, fitiq, hîciz, hemil, hepis, hubir, hukim, kîbir, kitim, kufir, lutif, mesih, metin, neqil, neqiş, nesil, nesir, nezim, nukis, nutiq, qebir, qedir, qebiz, qetil, qetir, qisim, qutib, qutif, remiz, reqis, risim, ricim, riziq, sebir, setih, sifir, şekil, şikir, tifil, uzir, weqif, wesif, wezin, xedir, xitim, zikir” de, em dengdêra ‘i’yê dixin navbera her du dengdarên dawîn û peyvê bi du heceyan telafuz dikin. Lê ev peyvên hanê dema ku paşbend bigirin, hingê dengdêra ‘i’yê xweberî dikeve, mesela, em wek “fikir, fikra baş; nesil, nesla dawîn” telafuz dikin. Çimkî di vî halî de dengê dawîn xwe dide ser dengdêra ku wek paşbend hatiye ber peyvê û dîsa dibe du hece.
Peyvên wisa di Zazakî de her yek bi awayek hatine standardkirin, mesela, hinek jê di ferhengê de wisa hatine qeydkirin: “acımasızlık: xedir (n), akıl: aqil (n), av: seyd (n), ayıp: eyb (n), bahis: behs (n), beyit: beyte (m), bölüm: qisim (n), darbe: derbe (m), deney:cerib(n), devir:dewr (n), dibek: cirne (m), eğim: meyl (n), emir: emr (n), felç: felc (n), fesih: fesix (n), fıtık: fitiq (n), fikir: fikr (n), haciz: heciz (n), hapis: hepis (n), hüküm:hukm (n), ışık: şewq (n), kabız: qebz (n), kalp: qelb (n), kavim: qewm (n), keyif: keyf (n), kıyafet: bedl (n), kusur: uzir (n), kuş:teyr, -e, kutup: qutube (m), metin: metn (n), mülk: milk (n), nakış:neqiş (n), nefis: nefs (n), nesil: nesil (n), nesir: nesr, -e, nutuk: nutiq (n), oyun: reqis (n), öfke: qehir (n), ömür: emr (n), övgü: wesfe (m), resim:resim (n), sıfır: sifir (n), söz: qewl (n), şekil: şekil (n), şeyh: şêx, -e, şiir: şîîre (m), ufuk: ufûq (n), yara: darbe (m), yırtmaç: qeliş (n), zulüm: zulm (n)…”
Çawa ku dixuye, di standardkirina forma wan de sîstematîkek tune ye. Mesela, îzeha wê nîne ku çima dengdêr nexistine nav her du dengdarên dawîn yên peyva “emr (أمر)” lê xistine nav her du dengdarên dawîn yên peyva “uzir(عذر)”, yan jî, çima dengdêr xistine nav her du dengdarên dawîn yên peyva “nesil (نسل)” lê nexistine nav her du dengdarên dawîn yên peyva “nesr(نثر)” yan jî “fikr(فكر)”. Îzeha wê nîne lê sebebê wê diyar e; ji ber ku li ser her peyvê di demeka cihê de û ji hev cihê şixulîne, lewma her yek bi awayek hatiye standardkirin.
Qeydeyên ku di zimanê me de çêbûne eger em rast tesbît bikin, em dikarin wan rast tetbîq jî bikin. Bi vî awayî, îzeha qeydeyan jî dê bi zelalî çêbibe. Ji bo ku em di nav zimanê xwe de qeydeyan bibînin û rast tesbît bikin, ne ku her carê peyvek yan alîyek, divê em ji alîyê avanîyê ve bala xwe bidin ser hemî peyvên zimanê xwe. Divê metoda standardkirina me bi xwe jî standard be û bi zelalî xuya be ku sîstematîka me çi ye. Lê di xebata standardkirinê de eger mentiq û metoda standardkirinê bi xwe standard nebin û îzeheta qeydeyan di nav sîstema zimên de bi zelalî neyê kirin, dê zimanê me yê nivîskî ji teşqeleyê safî nabe û zaravayên me jî ji hev bêne dûrkirin.