Di Newroza Amedê de êrîşa homofobîk birine ser LGBTÎ+yan

Di Newroza Amedê de êrîşa homofobîk birine ser LGBTÎ+yan
Di Newroza Amedê de êrîşa homofobîk birine ser LGBTÎ+yan
Botan Times
  • 24 Mart 2021 06:44

“Her tişt di navbera 10-15 deqîqeyan de pêk hat. Herkesên li derdora me li me dinêrîn lê kesî midaxele neda me. Xirecireke mezin nebû lê herî hindik 15 kes hebûn. Me di wê demê de fotograf nekişand. Lê heke ez bixwazim kesê êrîşkar bidim nasîn, tûla wî metro û 80 santîm bû. Esmer bû û riha wî hebû. Bûyer saet li derdora 12.00-12.30 deqîqeyan pêk hat. Em saet li derdora 13.00-13.30 deqîqeyan ji qadê derketibûn.”

“Divê him komîteya amadekar him jî koma Direnişê aşkere bibin”

Aktivîstek ji LGBTI+yan ku newxest navê xwe aşkere bike wiha behsa pêşketinên piştî vê bûyerê kir:

“Serokê Koma Direnişê xwest bi aktivîsta re hevdîtinê bike û lêborînê ji wan bixwaze. Kesên tundkarî li wan hatibû kirin gotin ku ew dixwazin hinekî li ser vê bûyerî bifikirin. Gotin ‘helbet em ê lêborînê qebûl bikin lê hewce dike em bi daxuyaniyekê vê rewşê aşkere bikin. Divê him komîteya amadekar him jî koma Direnişê îfşa bibin.’ Ji bo vê metnek hate amadekirin. Min û hevalên xwe ji bo nexwest em nasnameyên xwe aşkere bikin, me metna navborî şand ji ‘Velveleyê’ re. Min got em dixwazin bi fotografekî anonîm were weşandin.

“Em kirin dijminê gelî”

“Em, LGBTI+ her gava ku me xwest li qadan dengên xwe bidin bihîstin û hebûna xwe bi rengên keskesorê nîşan bidin, rêxistinên mafparêz ên li dijî cidakariyê jî me pelixand. Di van salên ku em di nava zor û zehmetiyan de derbas dibin me îtîrazên xwe bi baldarî dianî ziman. Li dijî wan kesên ku me bi hev re têkoşîn dikir gotina xwe bi dengekî bilind negot. Ji ber vê rewşê ji wan heye rewş gelekî baş e, bi vê bûyerê re me kirin dijminê gelî. Êdî bes e!”

Piştî ku nûçe hate weşandin Koma Direnişê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir.

Komê ji aktivîstên LGBTI+ xwest ku bi delîlan û fotografan tundkariyê nîşan bidin.

Li ser vê daxuyaniyê aktivîstan jî wiha got: “Piştî van nîqaşan me got gelo em fotografên nîşaneya derbkirinê diyar dikin bişînin an na. Lê paşê me got hewce nake. Digel ku navê koma Amedspor Barikatê nebû jî wan jî fotograf û vîdeo ji hevalek me xwest. Dema ji wan re got hewce nake, koma Amedspor Barikatê ev weke helwesteke tund şîrove kir û bûyer kirin bûyereke şexsî. Di daxuyaniya xwe de hemû LGBTI+yên Amedî weke xayîn nîşan dan.”

Çapemeniya HDPya Amedê daxuyaniya Direnişê ji me re şand

Vedat Dag, yek ji karmendên Ofîsa Çapemeniyê ya HDPya Amedê li ser pirsa me got ku “Helwesta partiya me ya li hemberî LGBTI+yan diyar e û ne rast e em di ser partiyê re vê mijarê nîqaş bikin.” Dagî diyar kir ku ji ber qerebalixiya zêde ya li qadê û kêmbûna wezîfedaran midaxele pêk nehatiye lê li qada Newrozê bûyer şermezar kirine. Dagî her weha daxuyaniya serokê Komîteya Amadekar a li ser hesabê xwe yê Twitterê ji me re şand û wiha dewam kir: “Daxuyaniya hewce dike koma Direnişê li ser Twitterê kir.”

Fotograf: Ciwan Veysel – 2020 Newroza Amedê

Li Vîenê jî êrîş kirine

Li Newroza Vîen, paytexta Awistiryayê jî êrîşa homofobîk li aktivîstên LGBTI+ kirine. Yek ji wan kesên êrîş lê hatiye kirin ev zanyarî dan: “Em şeş kes bûn. Me xwest ku em ala keskesorê vekin. Lê kesên kurd ku li qada Newrozê bûn ji me re gotin ala xwe dayênîn. Em li hemberî wan sekinîn. Wan em bi gotinên xwe tacîz kirin û em jî bi tundiyê re rû bi rû man. Komîteya Newrozê ti tişt nekir. Me neparast. Polês bi zorê ew da sekandin. Em qasî 15 deqeyan di nava dorpêça polêsan de man ku em xwe ji êrîşê biparêzin. Tenê hevalên ji Antîfayê alikarîya me kirin.”

“Newroz jî kurdayetî jî bi qasî ya we ya me ye jî”

Li hemberî her du bûyeran aktivîstan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bertek nîşan dan. Aktivîstan wiha gotin:
“Newroz, têkoşîn, kurdayetî çiqas ku ya we ye, ya me ye jî. Em ê helbet vê bûyerê nekin malê hemû gelê xwe û em ê bi rengê xwe herin Newrozan.”

Di 2015an de dezgehên îslamîst gotinên homofobîk kiribûn

Di sala 2015an de rêxistinên sivîl ên îslamîst li Qada Îstasyonê çalakiyek li dar xistibûn û li vir gotinên nefretperest li dijî LGBTI+yan kiribûn. LGBTI+yan ew bûyer bibîr xistin û wiha gotin:

“Ji wê rojê û heta niha ti tişt nehate guhertin. Ji hêla siyasetê ve cudahiyek lê ji hêla îdeolojîk ve wehkeviyek heye. Koma Amedspor Direnişê û Barikatê koma Mor Barikatê ji bo îdeolojiya xwe ya nêrza bikar tînin û mixabin xwe û alîgirên Hîzbûllahê dikin weke hev.”

Nûçe: bianet Kurdî / AtolyeBia