Di meha Tebaxê de 201 karker mirine

11/09/2023

Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (Meclîsa ISIGê), di meha Tebaxê de bi kêmanî 201 karker di dema karkirinê de mirine.

Meclîsa ISIGê ji Îlona 2011an û vir ve ye ango 12 sal in raporên mirina karkeran her meh diweşîne.

Di van 12 salan de cara pêşiyêye hejmara miriyan, di mehekê de gihîşt 200î. Kesên ji ber nexweşiya Covid-19ê û karesata madena Somayê mirin, ne di nava vê hejmarê de ne.

Di heşt mehên destpêkê yên vê salê de, hejmara karkerên ku mirine gihîşt hezar û 255an.

Di meha Kanûna Paşiyê de 116, di meha Sibatê de 195, di meha Adarê de 130, di meha Nîsanê de 123, di meha Gulanê de 146, di meha Hezîranê de 161 û di meha Tîrmehê de 183 karker mirin.

Dewama nûçeyê: bianet


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

bianet

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.

Weşana berê

Tirkiye: 150 xelasker li hewara kesekê Amerîkî çûne

Weşana paşê

Hejmara 75em a Le Monde kurdîyê derket