Di maça Batman Petrolspor-Sêrtsporê dirûşma ‘hikûmet îstîfa’

28/02/2023

Li stadyumên Fenerbahçe û Beşîktaşê berzkirina sloganên “hikûmet îstifa” deng vedabû.

Ji Êlihê jî bûyereke bi heman rengî pêk hat.

Batman Petrol Sporê û Sêrtsporê bo mexdurên erdhêjê maçeke dostane saz kirin.

Maça dostane ya li Êlihê de alîgirên Batman Petrol Sporê slogana ‘hikûmet îstifa bike’ berz kirin.

Di maçê de sloganên alîgirên Petrolsporê bi awayekî zindî hatin weşandin.

Çi bibû?

Dirûşma “hikûmet îstîfa”cara ewilî di maça Fenerbahçe û Konyasporê de ku di 25’ê sibatê de li stada Fenerbahçe hat lîstin dest pê kir.

Pişt re li Stada Beşîktaşê ya Vodafone Parkê di maça Beşîktaş-Antalyasporê de dirûşma “hikûmet îstîfa” hat berzkirin.

Aligirên van tîman bi vê dirûşmê rexne li hikûmetê kirin ku di erdhejê de kêm û dereng ma. 

https://twitter.com/bhrdrsm/status/1630547420420399105

sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Malpera weşanxaneya Avestayê dê vebe

Weşana paşê

ZINDÎ- Roja 24emîn ya erdhêjê