Di konsera “Efedîyên Gustîlkan” de mûzîsyenekê kurd jî lê dide

18/10/2024

Orkestraya “Lordên Dengan” dê 10 konserên “Efendîyên Gustîlkan li 10 bajarên Tirkiyeyê bide. Di konseran de mûzîsyenê Kurd Kajîn Dara jî heye. Bajarên konser dê lê bên dayin ev in: Adana, Antalya, Denizli, Konya, Mersin, Kayseri, Ankara, Eskişehir, Stenbol, Bursa.

Dara li santurê dide. Mûzîsyenê navneteweyî li stûdyoya Botan Internationalê “Çendî Geram Le Şaran”a Homer Dîzayî lê dabû.

Li gor danasîna konserê:

Orkestra Senfonîya “Lords of the Sound” dê bi performanseka muzîkalî-vîzyonel temaşevanan bibe nav cîhana bûyerî û fantastîk a hobît û elfan. Ev konser, ku dê du saetan bidome, dê bi beşdarbûna koroyê û solîstan pêk were.

Melodîyên Oscarî

Di vê konserê de melodîyên Howard Shore yên ku xelata Oscarî wergirtine, dê bi awayekê nû bên pêşkêşkirin. Ji strana şên a hobîtan heta dengên xeternak ên Mordorê û stranên lîrîk ên elfan, hemû dê di konserê de cih bigirin.

Atmosfera “Dinyaya Navîn”

Armanc ew e ku atmosfera “Dinyaya Navîn” ya ji sêgoşeya fîlmê “Efendîyê Gustîlkan” bê hîskirin. Ev performans dê bi alîkarîya elementên dîtbarî pêk were.


Çavkanî: Malpera fermî ya Orkestra Senfonîya “Lords of the Sound”, Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Sokrates û Hişê Çêkirî

Weşana paşê

ZINDÎ/Vîdeo – Berken Bereh li ser Kovara Tîrêjê diaxive