Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Di Kalemêr û Behra Hemingway û Revdegurga Husên Arif de Şopên Wekheviyê

28/05/2024

Her du berhem jî ji xwendekarê xwe re ji bilî gotina aşkere tiştekî din jî dibêjin. Şemasî, şûrmasî, sitare, kelek, dûrbûn, tenêtî, tirs, hêvî, serkeftin û xewn li hêla din biyanîbûn, civak, gurên çarpê û yên dupê, sitare, xweza, tirs, girî û hêvî. Hemingway jî Arif jî bi mijar û şêwaza xwe berê vîzora xwe didin civakê û tiştekî din jî ji xwendekarê xwe re dibêjin. Bi vî rengê xwe her du berhem jî alegorîk in û bi awayên cihêreng dikarin bên şirovekirinê. Bi her xwendinê re şiroveyeke din pêkan e û ev jî kûrbûn û dewlemendîya wan nişan dide.

***

Xwendina metneke edebî derfeta nirxandin, krîtîk û têgihiştinê dide xwendekarê xwe. Piştî xwendinê, şirove û nirxandina li ser metnê, cehd û hewla têgihiştinê ye. Helbet ya bi xwendinê tê bi destxistinê nirx û wesfên edebiyatê jî derdixîne holê. Bi vê dîtinê berhema bi ekl û tahm xwendekarê xwe dixe nav gola hizirînê lê di hêna xwendinê de xwendoxê xwe nawestîne. Çarçoveyeke diyar, term û têgihên zelal û zimanekî sade. Eger ez bi ber lehiya xwendineke şaş neketibim, hefteya berê di xwendina Revdegurgê de min ev zelalî û sadebûn dît. 

Di vê nivîsa xwe de min dil heye ji we re behsa Revdegurga Husên Arif bikim. Lêbelê bi wê re ez ê behsa berhemeke dîtir jî bikim. Çimkî bi xwendina Revdegurgê re berhemeke din ya ez gelekî jê hez dikim jî hat û li tenişta min û berhema li ber destê min cihê xwe girt. Lehengên Husên Arif, Behram û Eyşê bi tirsa xwe li can û bedena wan lefandibû li hember guran têdikoşiyan, û li rexê din Santiago jî bi metrana xwe li şemasiyan dixist. Mêvanê min û Revdegurgê Kalemêr û Behra Ernest Miller Hemingway bû. Mêvandariya Santiago ji min re xerîb nehat. Heta ji destê min bê ez ê sedemên vê nêzikatiyê binivîsim. Bi xêra rûberîhevkirinê ez ê di navbera her du berheman de ji aliyê naverok, şêwaz û motîfan bi pey şopên wekheviyê bikevim. 

“Sade, Sivik û Rihet”

Pêşî ez ê behsa Hemîngway û çîroka wî ya navdar bikim. Hemingway di vê çîroka xwe de serpêhatiya masîgirekî Kubayî vedibêje. Ew masîgirê kal Santiago ye. Du, sê mehan ti masî bi tora wî neketine û her car destevala vegeriyaye sitareya xwe. Derûdor ji ber vê rewşê tinazên xwe pê dikin û ew jî her car bi hêvî berê keleka xwe dide nav behrê. Bi vî halê xwe tenya, biyan e. Cara dawî Santiago dîsa tevî hêviya di dilê xwe de, bi keleka xwe dûrtir diçe û ji çavan wenda dibe. Behreke bê serî û bê binî ji Santiago re şûrmasiyekî dişîne. Masîyê li tora wî dikeve gelekî mezin e. Herî hindik nîv metre ji keleka wî mezintir e. Santiago wiha dibêje ji xwe re, “Divê ez vî masiyê mezin bînim rê”. Masîvanê kal, berê jî carek du caran masiyên hinekî mezin qefaltiye lê belê weka vê carê ne bi tena serê xwe bûye. Niha bi destê xwe yê çepê yê birîndar û ji bejavê gelekî dûr li pey masiyê herî mezin e. Di emrê xwe de masiyekî wiha mezin ne dîtiye ne jî bihîstiye. Santiago, bi zor û zehmetî şûrmasiyê li tora wî ketiye diwestîne û bi derba metrana xwe wî zeft dike. Lêbelê îmtîhana Santiago nû dest pê dike. Piştî zeftkirina şûrmasî, bîna xwînê diçe şemasiyan. Îja di navbera şemasiyan û Santiago de şerê man û nemanê destpê dike. Santiago dixwaze bi seyda xwe ya mezin vegere sitareya xwe û hevalên wî jî vê serfiraziya wî bibinin. Lê şemasî jî dixwazin zikê xwe bi seyda Santiago têr bikin. Gava Santiago digihîje qeraxê hew kakût û qerqotê şemasiyê wî dimîne. Santiagoyê kal wisa jihalketî xwe digihîne sitareya xwe. Xwe li ser doşeka xwe dirêj dike û di xew re diçe. Hevalên wî yên tinazê xwe pê dikin serê şeveqê qerqotê masiyê bi keleka Santiago ve girêdayî dibînin. Yek ji wan dikeve nava avê û masiyê Santiago zevt kiriye dipîve û pê re diqîre. “Ji serî heya dûvikê şeş metre û nîv e”. “Masîvanê Kal, li sitareya xwe ya li biniya hevrazê dîsa di xew re çûbû. Hê jî deverû raketîbû û lawik jî li kêleka wî sekinandî û lê temaşe dikir. Masîvanê Kal xewna şêran didît”.

Hemingway çîroka Santiago bi sadebûneke bedew dinivîse. Weka ku çi dîtibe û çi hîs kiribe bi zar û ziman dike. Bi zimanekî sivik lê bi vegotineke xurt. Gava meriv Kalemêr û Behra Hemingway dixwîne ya di serî de bala meriv dikişine sadebûna vegotina wî ye. Hêsan e û pirr rihet tê xwendinê. Wexta ji Hemingway tê pirsînê ew bi xwe jî behsa wê rihetî û hêsanbûnê dike û Kalemêr û Behra xwe wekî şahberhama xwe destnîşan dike û wiha pê de diçe: “Di jiyana xwe de gotin û pexşana ez li pey bûm ev bû. Sivik û hêsan. Kin xuya dibe lê hemû tebeqeyên jiyanê û însanî dihundirîne.” 

Hemingway Kalemêr û Behr di 1952yan de nivîsand. Bi vê berhema xwe xelata pulitzerê bi dest xist û salekê piştî xelata pulîtzerê jî xelata nobelê qezenç kir. Îro jî Kalemêr û Behr sade ye, sivik e, rihet tê xwendinê û nû ye. 

Zelal, Dawerivandî û Fêmbar 

Husên Arif Revdegurgê di 1983an de bi soranî nivîsand. Ji aliyê Şehab Xalidî bû malê edebiyata bi kurmancî. Revdegurg, werger be jî bi rehetî tê xwendinê. Sivik e. Hevokên nivîskar ne dirêj in. Heta bibêjî kin in. Beşên çîrokê/romanê jî her wekî hevokên nivîskar ne dirêj in. Xwendox çîroka berhemê ji dil hîs dike. Daxilî çîrokê dibe. Wekî Eyşê digrî, wekî Behram diricife û ditirse. Bi dîtina min zimanê wergêr formeke di navbera kurmancî û soranî de ye û bi vî halê xwe ji bo berhemeke bi kurmancî weka kirasekî teng xuya dibe. Heman tercîh û form di kurmancîkirina Bajarê Mosiqarên Spî ya Bextiyar Elî de jî hebû. Lêbelê ev mijareke din e û ez dixwazim vegerim ser naverok, şêwaz, term û têgihên Revdegurgê. 

Lehengê Revdegurgê ji gurên du ling aciz bûye û ji xwe re li dûrî gund û civakê sitareyek ava kiriye. Navê wî Behram e. Diyar e civak û rewşa civakê ne bi dilê Behram e. Di binbeşa Xewnê de xewn û xeyalên Behram aşkere ne. “Ez divê nehêlim mîkroba kuştin, dizî, vir û derew, find û fêl û zor stemê di memleketê min de hebe. Ez ji destê kar û kiryarên wan direvim. Ez digel jin û zarokên xwe ji destê wan xwe vedişêrim, îcar çawa ez ê bihêlim ew hemû mîkrob ku hejmara wan nayê zanîn piyê xwe danin nav memleketê min de?” Mam û xezûrê wî lê israr bikin jî, Behram ji ya xwe nayê xwarê û tevî jin û du zarokên xwe bi ya xwe dike. Lêbelê xewna Behram zû xera dibe. Zivistan e û bager û bapûkeke zor zêde radibe. Herçiqas Behram û Eyşê tevdîrên xwe hilanîbin jî hesabê êrîşa gurên har nekirine. Ya ji çîrokên pêşiyan bihîstine bi serê wan de tê û komeke gurên birçî bi qîlên xwe yên tûj di nava wê berf û bapûkekê de dor li wan digirin. Eyşê pişta xwe dide paceyê, Behram bi hemû amûrên malê û bi hemû hêza xwe li pişt deriyê sitareyê ye. Heta şeveq li wan dide dinyaya aliyê din dibînin. Di wê şevê de tirs, xof, ricifîn, girî û helbet hêvî heye. Hemû hestên Behram û Eyşê dijîn xwendekarê berhemê jî hîs dikin. Ya vê hîskirinê pêkan dike sadetiya vegotina Husên Arif e. Belê Revdegurg, romaneke kin e lê bi term û têgihên esasî yên mirovatiyê heta tu bibêjî kûr e. Revdegurg, bi vegotina xwe sade, zelal, dawerivandî û bi vê zelaliya xwe jî bibandor e.  

Di destpêkê de min behsa Hemingway kiribû. Ew di berhema xwe ya bi navê Derbarê Nivîsandinê de wiha dibêje: “Taybetiyeke hevpar ya hemû berhemên baş heye. Ji tiştên qewimî jidiltir in. Gava tu yekê ji wan dixwînî û diqedînî weka ku ew tiştinên di wê berhemê de behsa wan dibe bi serê te de hatibin hîs dikî. Û piştre bi başî, xerabî, coş û peroşî, poşmanî û xemgînîya xwe û bi mirov û warên xwe û bi hewaya xwe bi temamî dibe parçeyeke te”. 

Cehda Eyşê û Behram, tirsa ew hîs dikin dibe para xwendekar jî. Deng ji paceya xwendekarê berhemê jî tê. Berf bi ser banê xwendox de jî dibare û qîlên gurên birçî di derza deriyên me de jî tên dîtinê. Atmosfera berhemê dibe atmosfera xwendekarên Revdegurgê jî.

Şop Ajotina Wekheviyê

Revdegurga Husên Arif û Kalemêr û Behra Hemingway bi gelek taybetiyên xwe ji hev cuda nin. Lêbelê ji aliyê naverok, şêwaz û motîfan ve taybetiyên hevpar jî henin.  Di her du berheman de jî xeyal, xweza, însan, têkoşîn, tirs, hêvî xalên sereke ne. Beriya her tiştî di her du çîrokên dirêj de jî biyanîbûna ji civakê serdest e. Santiagoyê Hemingway bi tena serê xwe ye û di stareya xwe de dijî. Bi tena serê xwe diçe masiyan. Manolin wekî çirax xuya bibe jî di herba mezin ya li hember şûrmasî û şemasiyan de ne li rexê Santiago ye. Di wê şevê de Santiago bi tena serê xwe şer dike. Di Revdegurgê de Behram jî ji civak û gundiyan, ji kiryarên wan, ji vir û derewên bêzar bûye. Loma guh nedaye şîretên rûsipiyên civakê û ji gundiyan dûr sitareyekê ji xwe û malbata xwe re çêkiriye. Di şeva êrîşa koma guran de ew û Eyşê bi tena serê xwe têdikoşin. Heta digel teslîmbûn û mildanîna Eyşê ya li ber biryar û kiryarên Behram her du di wê şevê de dibin ‘yek’. Şerê Santiago yê li hember şemasiyan û şerê Behram û Eyşê yê li hember gurên birçî. Li hêlekê şûrmasî û şemasî û li hêla din koma guran. 

Tirsa têkçûnê û hêvî di her du berheman de jî li dar e. Santiago dixwaze xwe û şûrmasiyê xwe biparêze. Behram dixwaze xwe û malbata xwe (jin û zarokên xwe) biparêze. Santiago di dawiya dawî de bi qerqotê şûrmasî ber bi şeveqê westiyayî digihê sitareya xwe û xwe li ser doşeka xwe dirêj dike. Behram û Eyşê piştî şeveq li wan dide hinekê bêhna xwe vedidin û lingê xwe dirêj dikin. Santiago vedigere nav kesên ku tinaz û laqirdiyên xwe pê dikin. Behram û Eyşê wiha diaxivin: 

Eyşê ne ji ber tirsê, belku mîna bi wê gotinê edet kiribe, got:

-Agehdarî xwe be!

  • Niha em ji destê wê kabûsa bisaw rizgar bûn. Lê maye li ser pirsyarekê û bersiva wê..

Ne hewce ye ku pirsyarê bikî. Kincên zarokan yên hewce, yên min û xwe bipêçe û amade bin, em ê herin nav civata gurgên dupê!

Her du berhem jî ji xwendekarê xwe re ji bilî gotina aşkere tiştekî din jî dibêjin. Şemasî, şûrmasî, sitare, kelek, dûrbûn, tenêtî, tirs, hêvî, serkeftin û xewn li hêla din biyanîbûn, civak, gurên çarpê û yên dupê, sitare, xweza, tirs, girî û hêvî. Hemingway jî Arif jî bi mijar û şêwaza xwe berê vîzora xwe didin civakê û tiştekî din jî ji xwendekarê xwe re dibêjin. Bi vî rengê xwe her du berhem jî alegorîk in û bi awayên cihêreng dikarin bên şirovekirinê. Bi her xwendinê re şiroveyeke din pêkan e û ev jî kûrbûn û dewlemendîya wan nişan dide. 

Çavkanî:

Arif, Husên. Revdegurg (Wer. Şehab Xalidî), Pall Weşan, 2024

Hemingway, Ernest. İhtiyar Balıkçı (Çev.Orhan Azizoğlu) Bilgi Yayinevi, 2001

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Di sala 1977’an de hatiye dinê. Ji Omera ya Farqînê ye. Di Zaningeha Marmarayê de rojnamegerî xwendiye. Şi’r û nivîsên wî di hin kovar û malperên Kurdî û Tirkî de weşiyane. Keser (2012,Nûdem), Încas (2016,Avesta) û Şînşem (Avesta,2021) dîwanên wî yên çapbûyî ne. Li Stenbolê dijî.

Te ev dîtıne?

Kok û Giringiya Newrozê

Newroz ji bo hemû gelên Îranî ayîneke çandî ye ku nîşaneya hatina
people looking at laptop computer

Di perwerdeyê de bandora zimanê dayikê li ser zarokan

Muhammed Nurullah Kiliç nivîsîye Di destpêkê de da ku mijar û armanc

Google-a ku medyaya Tirkî ya serbixwe asteng kiriye medyaya Kurdî qet nas nake!

— 12ê Adarê hin xebatkarên Gazete Duvarê wek hemî rojan çûn odeya