Di doza Kobanê da biryar hatin dayîn.
Doza Kobanê, bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞê yên 6-8’ê cotmeha 2014an hatine lidarxistin, hatîye vekirin.
Îro danişîna biryara dozê ya Hevserokên Giştî yên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav da, 18 ji wan girtî, bi giştî 108 siyasetmedar ji vê dozê tên darizandin, hat lidarxistin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, biryarên dadgehê yên ragihandî wiha ne:
Ahmet Turk: Ji “endamtiya rêxistinê” 10 sal cezayê hefsê hate birîn.
Alî Urkut: Cezayê muebbeta giran daxistin 16 sal cezayê hefsê. Ji ber helwesta di dema darizandinê de ev ceza daxistin 13 sal û 4 mehan. Biryara rewşa domandina rewşa girtî hate dayîn.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Alp Altinors: Bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 18 sal cezayê hefsê hate birîn. Ceza nehat daxistin. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Her wiha bi îdiaya “Sorkirina ji bo sûc” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn.
Selahattîn Demîrtaş: Bi îdiaya “Alîkariya ji bo xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 20 sal cezayê hefsê hate dayîn, bi îdiaya “Ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” jî 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Biryara domandina rewşa girtî hate dayîn. Her wiha ji ber axaftina di Newroza 21’ê Adara 2016’an de 2 sal û 6 meh cezayê hefsê, ji ber axaftina xwe ya di 29’ê sibata 2016’an de ya li Amedê bi îdiaya “Ji bo gel bi qanûnan neke sor kiriye” salek û 6 meh cezayê hefsê hate dayîn.
Ji bo agahîyên berfirehtir malpera Ajansa Mezopotamyayê bitikîne