Di dîtinê de lihevanîna optîka quantumê û ya klasîk

Di dîtinê de lihevanîna optîka quantumê û ya klasîk
Di dîtinê de lihevanîna optîka quantumê û ya klasîk
Gazete Duvar
  • 1 Şubat 2023 12:04

Ayşenûr Ozel

Di jiyana me ya rojane de beşeke fîzîkê heye, her em pê re rû bi rû ne. Ew jî optîk e. Optîk di jiyana me ya rojane de cihekî gelekî mezin digire. Bikaranîna berçavkan, neynik, lens, teleskob, mîkroskob û lazeran de optîk heye. Optîk bi dîtina lensan derketiye holê. Dîroka lensan digîhe salên 500an a Beriya Zayînê. Di nivîsên wêneyî (hiyeroglîf) yên Misirî de ji bo lensan gotina “meniskûsên şûşe yên hêsan” derbas dibe. Di Misir, Babîl û Yewnana Kevn de hebûna van cureyên mercekan yeqîn nakin lê dîsa jî divê em grîngiyê pê bidin. Ne tenê li van deveran li Nemrûdê jî lensên Nemrûdî û Asûrî hebûne.

LENS CARA PÊŞÎN LENS JI BO ÊGIR VÊXIN HATIYE BIKARANÎN

Lens aliyên ronahiyê digurîne û tirêjên ronahiyê nêzîk an jî dûrî hev dike. Ev amûra optîkî ji şûşe (cam) an jî ji plastîka zelal (şefaf) dihat çêkirin lê lensên herî kevn ji belûrên (krîstal) cîlayî hatine çêkirin. Lê belê cara pêşîn lens ji bo êgir vêxin û wekî hûrbînekê hatiye bikaranîn. Zanistvanê Ingîlîz Roger Bacon di sedsala 11an de gotiye lensan wekî berçavkan jî dikarin bi kar bînin. Ev fikra Bacon ji Îbnî Heysem îlhamgirtî ye. Îbnî Heysem bi navê xwe yê din Alhazen di bin pirtûka xwe ya Optîkê de li ser lensên konkav û berçavkan de nivîsiye. Bacon bi vê fikra Îbnî Heysem di salên 1250-1280an de ji bo mirov di xwendinê de rindtir û paktir bibînin bi parçeyên şûşeyên gilover berçavk çêkiriye. Ji van berçavkan re “kevirên xwendinê” jî digotine.

Ji bo xwendina temama nivîsê bitikîne