Piştî 2000an di berbanga şeva top û tivingan de, di nav me de jî kulîlkên hêviyê di nav mij û moranê de serên xwe bilind kirin. Di vê hêviya biharê de li gelek bajaran bi dehan kolej û dibistanên taybet hatin avakirin. Êdî qelemê dê li şûna şûr bigirta. Dê û bavan bi hêviyên mezin xwe xistin bin deynên giran û zarokên xwe şandin wan dibistanan.
***
Hilweşîna heqîqî ne bi top û tivingan, lê belê bi dibistanan pêk tê. Romannûsê senegalî Şêx Hamidu Kane di kitêba L’Aventure ambiguë de bi riya lehengên romanê li ber çavan radixe ka perwerde di destê mêtingeran de çi çekeke xurt e. [1] Kitêba ku salek piştî serxwebûna Senagalê, yanî sala 1961ê hate çapkirin, xebera wan deman dide ku dibistanên Fransayê li şûna top û tivingên wan girtibû.
Rawestandina dengê çekan hêviya serxwebûnê bilind kiribû, lê hêj fereca xêrê ji tariya bindestiyê safî nebûbû. Wekî bûye adet, di berbanga şeva çekan de gelên binketî serê xwe li ser têkçûnên xwe diêşandin. Li welatê Diallobéyê, Keybanûya hêja heyfa xwe bi mêrxasiya bav û kalan û hemû şervanan tîne û dipirse: “Digel ewqas mêrxasiyan gelo me çima şikestineke wisa mezin xwar? Em çima li ber dijminan ewqas şerpeze bûne? Ger em nikarin bi çekên xwe zora dijminan bibin, em dê bi kîjan çekan şer bikin?”
Li gor Keybanûyê di bingeha hêza dijminan de zanistên nû hebûn ku hêlîna wan dibistanan nû bû. Tam wan çaxan, Sambo Diallo, nêviyê Keybanûyê yê ku ji bo welat hêvî bexş dikir, hatibû temenê dibistanê. Wekî bûye adet, Samba dişînin dibistana kevn ku wan bawer dikir ruh û manewîyata wan diparêze.
Lê belê Keybanû dudil e. Keybanû, rojek ji rojan dibistanê û Seydayê mezin ziyaret dike. Piştî pêşwaziyê, her du hêjayên welatî li pêşberî hev rûdinin. Qederekê bêdeng dimînin. Keybanû, çavên xwe li asîmanan digerîne ku ji keçelokan çerx dibe û piştre hêdî hêdî çavên xwe dadixe erdê û li xalîçeyên peritî û li dîwarên bi keviran qul bûyî dimeyzîne. Paşê dîsa serê xwe radike û çavên xwe berdide nav çavên Seydayê hêja, dibe ku çirûskeke hêviyê û rêya felatê di wan çavan de bibîne. Lê di deryayên çavên Seyda de tenê keştiyên huzn û elemê û qayîkvanên kul û keserê diçin.
Keybanûyê gotinên xwe bi giranî ji binê bîra dilê xwe anîne ser zimanê xwe, û got:
“Ey Seydayê mezin! Mamosteyê zarokan û rêberê dilan! Ka tu bêje qurbana te, rêya felatê li paş kîjan ewran veşartî ye ku em qet nabînin? Zarokên me li ber destên te hîn bûn ka dê çawa wargeheke ebedî ava bikin, lê nikarin du daran li hev bixin û xaniyekê ava bikin. Em ji te hîn bûn çawa di deryayên îlmê de noq bibin û bi per û baskên ku te dane me, xwe ber bi lûtkeyên çiyayên îrfanê ve hildikêşin. Lê cenabê te jî dît. Me nekarî em welatê xwe biparêzin. Lewra, me zanisteke nû divê. Zanista avakirina dinyaya maddî û helbet ya hunera kuştina belasebebê!”
Rûyê Seydayê mezin bi qermiçkên kûr wekî nexşeya welatekê xuya dibû ku çiyayên xemgîniyê konên xwe tê de danîbûn. Ev çend sal e wî hem Keybanû hem jî malbata wê ji nêz ve nas dikirin, lewra sedema ziyaretê baş dizanî. Seyda got, “Dizanim Sambo Diallo kurikekî jîr e. Di rojên pêş de ew dê bibe rêvebirê welatî. Dersên dînî û irfanê têra wî dikin? Nizanim. Tu hatî vira ji bo ku destûrê ji me bixwazî ku Samba Diallo bişînî dibistanên nû da ku hunera dijminan ji wan fêr bibe? Gelo ew kurê reben û bêçare dikare di rêwîtiya xwe ya xumam de rêyekê ji bo xwe û ji bo me gişan peyda bike? Nizanim! Êdî hûn û bazara xwe.”
Neçariya Seydayî kevirekî din danîbû ser barên Keybanûyê. Wê xatir ji Seydayê Mezin xwest û derket. Biryar dabû. Wê dê Samba Diallo bişanda dibistana nû. Çawa ku bav û kalên wê sed sal berê di êniya şer de xwe kiribûn qurbana welatê xwe, wê jî niha dê nêviyê xwe ji bo şerekî nû bişanda eniyeke nû: Dibistan. Gelo ew dê ser biketa yan jî wekî bav û kalên xwe bûbûya qurbanekî din?
Keybanû bang li gel kir da ku biryara xwe bi wan re par ve bike. Piştî ku gel li meydanê civiya û însanan bi meraqdarî lê mêze kirin ew derkete ser dikekê. Pêşî piçek behsa rewşa welêt kir û piştre gotin anî li ser perwerde û zarokan:
“Dibistanên nû şêwazeke şerê biyaniyan e li hemberî me. Ew dibistanên ku em dixwazin zarokên me biçinê, bi rastî jî wan nirxên ku em qîmetê didinê û di kesayetiya wan de bi îtina diparêzin dê ji holê rake. Belkî dê serhatî û bîrhatiyên me yên di bîra wan de jî paqij bikin. Dema ji dibistanan vegeriyan, hindek ji wan dê me jî nas nekin. Hat famkirin, li parzemîna reş [Afrîka] hêza wan a rastîn ne di wan topan de ye ku di berbanga hatina wan de bi ser me de teqandin, lê di vê fehmê de ye ku li dû topan hat.
Dibistanên nû hem xwedî taybetmendiyên van topan û hem jî ya miqnatisan bû. Dibistan ji aliyê bandorê ve dişibiyan topan. Di berdewamkirina dagirkirinê de, bandora wê ji ya topan zêdetir bû. Topan laş ji hev dikirin, dibistanan ruh û giyan efsûn dikirin. Topan li ku derê çaleke xweliyê û mirinê vekiribe, hê beriya ku bêhna cendekên mirovan a di nav kavilan de berbelav be, dibistanên nû ruhê aşitiyê dianîn wê derê. Bi vî awayî, sibeha vejînê ku piştî rawestandina topan mîna sibeheke lutfa îlahî xuya dikir ku bi îksîra teskînkirinê ya dibistanan tijî bû.
Ji aliyê bandorê ve dibistan dişibiyan miqnatisan. Kakilê miqnatisê çawa navenda qada hevgirtina manyetîk be, dibistan jî paldanka nîzameke nû bû. Çawa ku di nava qadeke manyetîk de zagonên fîzîkî serobino dibin, di vê nîzama nû de jî jiyana merivan wiha serobino dibe. Em şahid dibin, merivên têkçûyî li hemberî van hêzên nexuya û cazîp çawa rêz dibin. Bênîzamî dibe nîzameke nû, serhildan aş dibin, sibeha li du topan ku bi hêrs û xinc tijî bûn êdî bi strana dilşadiyeke gerdûnî olan didin.” [2]
Piştî 2000an di berbanga şeva top û tivingan de, di nav me de jî kulîlkên hêviyê di nav mij û moranê de serên xwe bilind kirin. Di vê hêviya biharê de li gelek bajaran bi dehan kolej û dibistanên taybet hatin avakirin. Êdî qelemê dê li şûna şûr bigirta. Dê û bavan bi hêviyên mezin xwe xistin bin deynên giran û zarokên xwe şandin wan dibistanan.
Me nepirsî, gelo ew dibistanên nû bi çi armancan hatin avakirin û çi hînî zarokan dikirin? Ma ne wext e em serê xwe bi wan dibistanan, macerayên xwe yên dudil û bi dehlîzên wan re biêşînin? Samba Diallo ji rêwîtiya xwe venegeriyabû. Lê gelo hal û ehwalê zarokên me çawa ne?
Çavkanî:
[1] Kan, Şeyh Hamidu, Mahrem Macera, Özgün Yayıncılık, 2000.
[2] hbr., r. 49-53. Ji bo berfirehiya wê mijarê bnr. Serdar Şengül, “Peywenda Mêtingeriyê di Hilberîn û Rexneya Edebî de: Ngũgĩ wa Thiong’o û Azadkirina Hiş ji Mêtingeriyê”, Wer. Fexriya Adsay, Zarema, 14, 2021.