Di dagirkirina Ukraynayê de rojnamegereka din jî hatiye kuştin

24/03/2022

Oksana Baulina, xebatkara The Insiderê, di dema dîmenê hilweşîna ji ber bombebarana Rûsyayê ya li herêma Podîl a Kîevê girtiye, hatiye kuştin.

Li ser dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve meheke derbas bûye û hejmara rojnamegerên ku di şerî de mirine herku diçe zêdetir dibe. Herî dawî Oksana Baulina, xebatkara malbera nûçeyan ya serbixwe ya li Rûsyayê The Insiderê di êrişa hêzên Rûsî de hatiye kuştin. Oksana şeşemîn rojnameger bû ku hate kuştin.

Baulinaya 42 salî, di dema dîmenê hilweşîna ji ber bombebarana Rûsyayê ya li herêma Podîl a Kîevê girtiye de hatiye kuştin. Her weha bi Baulinayê re sivîlek jî miriye û du jî birîndar bûne.

The Insiderê sersaxî ji malbat û hevalên Baulinayê re xwestiye û gotiye, “Em ê li ser sekinandina sûcên şer ên Rûsyayê û şerê li Ûkraynayê ku di encamê de sivîl û rojnameger mirine, tevî wêrankirina cih û waran jî berdewam bin .”

Baulina piştî dagirkirina Ûkraynayê ji aliye Rûsyayê ve şeşemin rojnamegere ku miriye.

  • Kameramanê Ûkraynî Yevhenî Sakûn ê di LIVE TVyê de dixebitî, di 1ê Adarê de di dema êrîşa Rûsyayê ya bi roketan a li hemberî kûleya TVya li Kîevê de hatibû kuştin;
  • Kameraman Vîktor Dedov, xebatkarê Sîgma, qenala Ûkrayna TVyê di 11ê Adarê de di encama êrîşeke bombeyî ya li Marîûpolê de hatibû kuştin.
  • Di 13ê Adarê de li Îrpinê li nêzî Kîevê rojnamegerê Amerîkî Brent Renaudî hatibû kuştin.
  • Di 14 ê Adarê de operatorê kameraya Fox Newsê Pierre Zakrzewski û rojnamevanê Ukraynayî Oleksandra Kuvshynova li Horenka ya nêzîkî Kievê gule li wesayîta wan hatibû reşandin û herdu hatibû kuştin.

Çavkanî: Bîanet Kurdî


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Li Sîteya Sanayîyê ya 3yemîn a Amedê teqînek çêbûye: 9 birîndar 1 mirî

Weşana paşê

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê îro dest pê kir

Te hay ji vê heye?

Hinek zanyarîyên erdnîgarîya cîhanê ku em şaş dizanin

Hema zêde dûr neçin, rawestin û

Polonya: Wagner nêzî sînorên me dibe

Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki diyar kir

Polonya dê 4 balafirên şerê bişîne Ukraynayê

Polonyayê ragihand ku ewê 4 balafirên

Kremlîn: Yên ku piştgirîya Ukraynayê dikin tevlî şer dibin

Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov diyar kir