Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Di çapemenîya cîhanê da hilbijartinên Tirkîyeyê: Êdî ne xeyal e!

18/04/2023

Hilbijartinên 2023yan yên li Tirkiyeyê ne tenê li welêt her wiha li cîhanê jî rojevaka sereke ye.

Rojnameyên bi nav û deng yên cîhanê di derheqê hilbijartinan da nîvîs û analîzan belav dikin. 

The Guardian: Êdî ne xeyal e

Rojnameya The Guardianê ku yek ji rojnameyên navdar ên Ingilîstanê ye di analîza xwe ya li ser hilbijartinan dibêje, ” Îhtîmala windakirina desthilatdarîya AKPyê êdî ne xeyal e.”

Di nivîsa bi sernavê “Hilbijartina herî girîng a sala 2023yan:Tirkiye” da nirxandina “Hilbijartina 14’ê Gulanê ji bo ewlekariya Ewropa û Rojhilata Navîn xaleke veguherînê ye” hate kirin.

Polîtîco: Bo ewlekarîya ewropayê xaleke girîng e

Malpera nûçeyan a Polîtîco ya Amerîkayê jî bi sernavê, “Hilbijartina herî girîng a 2023yan: Tirkîye” nivîseke weşand.

Di nivîsê da hate gotin ku, “Hilbijartinên 14ê Gulanê ji bo ewlekarîya Ewropayê û Rojhilata Navînê xaleke veguherînê ye.”

Di gotarê da balê kişandine li ser sîyaseta derve ya Tirkîyeyê jî û tê gotin ku, “Ger muxalefet bi ser bikeve wê peymana koçberan a sala 2016an ku bi Yekitîya Ewropayê ra hate îmzekirin dikare ji nû ve bê nirxandin.”

Le Monde: Îmamoglu ne ji bo xwe ji bo keseke din dixebite

Li Fransayê jî yek ji rojnameyên navdar ên Fransî Le Monde hilbijartinên Tirkîyê girtîye rojeva xwe.

Di analîza ku bi sernavê,”Hilbijartinên Tirkiyeyê: Jokerê Stenbolê Ekrem Îmamoglu” hat weşandin de ev tişt hatin gotin:

“Li gorî anketan Ekrem Îmamoglu tekane kesê ku dikara bi li hemberî Erdogan bi ser bikeve. Lê Îmamoglu ne ji bo xwe ji bo keseke din dixebite.”

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan