Zındî

Di bombebaranê de şaredarê Nebatiyê jî miriye – Libnan

16/10/2024

Artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên li dijî Libnanê zêde kiriye û bi taybetî li herêmên ku Hizbolah lê bi hêz e, êrîş pêk anîne. Li gor çavkanîyan, di van êrîşan de gelek kes mirine û birîndar bûne. Rewşa alozîyê li herêmê her ku diçe zêdetir dibe.


Êrîşên li başûrê Libnanê

Li bajarê Nabatîyê, ku yek ji bajarên herî mezin ê başûrê Libnanê ye, ji aliyê Îsraîlê ve êrîşên hewayî hatine kirin. Di van êrîşan de herî kêm 16 kes mirine û zêdetirî 50 kesan jî birîndar bûne. Di nav yên ku mirine de şaredarê bajêr Dr. Ahmad Kahil jî heye. Li gor daxuyanîya serokwezîrê demkî yê Libnanê Necîb Mîqatî, êrîş li ser civîna şaredarîyê hatiye kirin.

Herwiha li bajarê Qanayê jî êrîşeka din pêk hatiye û li gor Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê, di vê êrîşê de herî kêm 3 kes mirine û 50 kes birîndar bûne. Artêşa Îsraîlê gotiye ku armanca wan fermandarekê Hizbolahê û çend milîtanên dî bûne.


Êrîşên li derdora Beyrûdê

Li taxên başûrê Beyrûdê, bi taybetî li taxa Haret Hrêk, du êrîş pêk hatine. Artêşa Îsraîlê gotiye ku ev êrîş li dijî cihên veşartî yên çekan ên Hizbolahê bûne. Berî êrîşan, berdevkê artêşa Îsraîlê bi zimanê Erebî hişyarî dabû şênîyan ku ji avahîyeka dîyarkirî herî kêm 500 metre dûr bikevin.

Ev êrîş piştî demekê dirêj cara yekem in ku li nêzîkî paytexta Libnanê pêk tên. Ev yek nîşan dide ku Îsraîl êrîşên xwe berfirehtir dike û dibe ku rewş ber bi alozîyeka mezintir ve biçe.


Bertekên navneteweyî

Wezareta Derve ya Amerîkayê nerazîbûna xwe li hember êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê aniye ziman. Berdevkê wezaretê Matthew Miller gotiye ku wan nerazîbûna xwe ji hikûmeta Îsraîlê re ragihandiye. Miller dîyar kiriye ku Amerîka “hem ji ast û hem jî ji cureyê” êrîşên Îsraîlê yên li ser Beyrûdê aciz e.


Rewşa alîkarîyên mirovî

Li Xezeyê, rewşa alîkarîyên mirovî hê jî gelekî xirab e. Îsraîlê ragihandiye ku wê 50 kamyonên alîkarîyê destûr daye ku bikevin bakurê Xezeyê. Lê belê ev hejmar ji ya ku rêxistinên alîkarîyê pêwîst dibînin gelekî kêmtir e.

Berpirsê karûbarên mirovî yê Neteweyên Yekbûyî Joyce Msuya di civîna awarte ya Konseya Ewlekarîyê de gotiye ku li bakurê Xezeyê êdî xwarin nemaye û piranîya nanpêjxaneyan dê di çend rojên pêş de ji ber nebûna sotemenîyê bêne girtin.


Metirsîyên tenduristîyê

Li Libnanê, Wezareta Tenduristîyê ragihandiye ku pêşî li bakurê rojhilatê welêt bûyereka koleraya peyda bûye. Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê hişyarî daye ku li Libnanê jî dibe ku nexweşîyên wekî yên li Xezeyê belav bibin.

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê herwiha daxwaz kiriye ku Îsraîl mercên pêwîst peyda bike da ku kampanyaya vaksînkirina zarokên Xezeyê li dijî polîyoyê bê temam kirin. Heta niho zêdetirî 150,000 zarok hatine vaksînkirin.


Bersiva Hizbolahê

Hizbolahê ragihandiye ku wê êrîşeka roketî li dijî bajarê Safedê yê Îsraîlê pêk aniye. Ev êrîş di 24 saetên dawî de ya sêyemîn e ku Hizbolahê li dijî Îsraîlê pêk aniye. Hizbolah dibêje ku ev êrîş di bersiva êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de ne.


Çavkanî: New York Times, Reuters, The Guardian, Botan Times


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Erdheja Tîbetê: 95 kes mirine – Xinhua, The Guardian

Di erdheja ku îro sibehê li bajarê pîroz ê Şîgatseyê qewimî de

Serokkomarê berê yê Fransayê dê li ser pere-standina ji Qedafî bê mehkemekirin – AFP

Serokkomarê berê yê Fransayê, Nicolas Sarkozy li ser îdîayên ku wî di

Jetên Îsraîlê derdora Şamê dihingîvin – Reuters

Li gorî çavkanîyên leşkerî yên Îsraîlê, artêşa vî welatî di van çend