Di Adarê da herî zêde kîjan marqaya erebeyan hatiye firotin?

  • 05/04/2023
Di Adarê da herî zêde kîjan marqaya erebeyan hatiye firotin?
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

05/04/2023

Li Tirkîyeyê di bazara wesayîtên destê duyemîn da marqayên ku di meha Adarê da herî zêde hatine firotin dîyar bûne.

Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê di Adarê da herî zêde wesayîtên Fîatê, Fordê û Peugeotyê hatine firotin.

Li gor daneyên Komeleya Mobîlîte û Dîstrîbutorên Otomotîvê, îsal di meha Adarê da firotina wesayîtên destê duyem li gor Adara 2022yan ji sedî 61,7 zêde bûye.

Li gor daneyên Komeleyê belav kirine:

20 hezar û 521 wesayît yên Fiatê

11 hezar û 228 wesayîtên Fordê

di rêza sêyem da jî 8 hezar û 857 wesayîtên Peugeoyê hatine firotin.

Renault bi firotina 8 hezar û 220 wesatîyên bûye çarem,

Volkswagen jî bi firotina 7 hezar û 703 wesayîtan ketiye rêza pêncan.

%d