Di 15 salan de hevpeyvîna duyem digel Diljen Ronî

Di 15 salan de hevpeyvîna duyem digel Diljen Ronî
Di 15 salan de hevpeyvîna duyem digel Diljen Ronî
Murat Bayram
  • 14 Ocak 2023 10:09

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Diljen Ronî di konserê de distire, 2018, Stenbol Wêne: Murat Bayram

Dema min li ser deftereka xwe “rojnamegerî” nivîsî teqwîman sala 2008ê nîşan didan. Heyatê ji min re digot tu 20 salî yî û qeyda zanîngehê digot tu li sinifa duyem î.

Xwendekarekê zanîngehê yê dî jî hema çawa mezûn bûye, dest bi karê xwe yê dixtoriyê kiriye û digel wê albûmek derêxistiye. Min bihîst ku navê wî Diljen Ronî ye û ji Cizîra Botan e.

Wan salan çerxa felekê li bin navê min “feqîr” nivîsî bû. Ji xwe min kompîter nebû. Ji bo bûrsa min jî xelas nebe hefteyê rojekê diçûm “înternet kafe”yê. Înternet Kafeya Yûrdê (Warê Xwendekaran) ji bo min wek postexaneyekê bû. Înêyekê min e-name dişandin û Înêya dî min qutîka xwe ya posteyan kontrol dikir.

Kafeyê serê sietê pere distand. Da di wextekê kurt de gelek malperan bixwînim min bi lez malperên; nefel, amîdakurd, avestakurd, kûltûrname, netkurd vedikirin û digirtin.

Hingê yek ji gazindên Diljen Ronî jî ew bû ku CDyên stranbêjên kurd dihatin kopîkirin û stranbêjên kurd nedikarîn bi keda xwe ya ji bo mûzîkê debara xwe bikin.

Diljen Ronî û Murat Bayram, 2008, Xana Hesen Paşayî

Me qewlê xwe kir yek û me li Xana Hesen Paşayî ya li Diyarbekirê hevdu dît. Di odeyeka biçûk de du kesên kelecanî…

Hevpeyvînê dest pê kir… Wî dê bi israr bixwestiya em behsa mûzîka wî ya pop-cazz bikin lê min ê behsê bikira ku ew mirovê Bedirxaniyan e.

2023yê dema min telefonî wî kir min yekser jê xwest behsa mûzîka xwe bike.

Sê single albûmên min ê derkevin

Vê gavê sê stranên min amade ne ku ez wan wek albûmên Single/yekane derbêxim. Mûzîka stranan ya min e. Ez hej wê yekê dikim ku mûzîka stranê ya min be. Xwe ji bo guhertina wê azadtir hîs dikim. Pirtir dikarim tarz û ûslûba xwe di wan stranana de îfade bikim ku mûzîka wan jî ya min e.

Diljen Ronî

Xeyaleka min e bi Ciwan Haco re duetê bikim

Hingê dema em axivîn di kariyera min de yekem hevpeyvîn bû. Yek ji xeyalên min bû bi Ciwan Haco re em hev nas bikin. Ew guhdarîya straneka min bike. Piştî wî hevpeyvînê li Gûn TVyê beşdarî bernameyekê bûm. Piştî salan min û Ciwan Haco hev nas kir. Wî li wê bernameya min a yekem temaşe kiribû û guhdarîya stranên min kiribû. Zêde hestebar bûm. Vêca ez dixwazim em duetekê bikin. Ez hêvî dikim ew roj ê bê.

Diljen Ronî

16 sal in dixtorîyê dikim. Hefteyê 6 rojan diçim klînîkê lê mûzîk tişteka welê ye ku tu dest jê berdî jî ew dest ji te naberde. Ketiye nava heyata min. Mesela niho ez ê ji klînîkê biçim malê. Di rê de ez ê ji xwe re stranan bêjim. An guhdarîya mûzîkan bikim.

Diljen Ronî