DFGyê rapora meha Çiriya Paşîyê eşkere kiriye

  • 03/12/2021
DFGyê rapora meha Çiriya Paşîyê eşkere kiriye
Vahdet Uçar Fotoğrafı

Vahdet Uçar

03/12/2021

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Çiriya Paşiyê aşkere kiriye. Li gorî raporê di meha Çiriya Paşiyê de 6 rojnameger hatine desteserkirin û 136 rojnameger jî hatine dadgehkirin.

Li gorî raporê bîlançoya binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Çiriya Paşiyê wiha ye:

“Di meha Çiriya Paşiyê de 6 rojnameger hatine desteserkirin. Polîsan bi ser mala 3 rojnamegeran de girtine, êrişî 4 rojnamegeran kiriye, gef li 2 rojnamegeran xwarine, li 19 deveran karê şopandina nûçeyê hatine astengkirin, doz li 4 rojnamegeran hatiye vekirin, li 6 rojnamegeran 7 sal û 9 meh û 12 roj cezayê girtîgehê û 41 hezar û 526 TL cezayê pere li rojnamegeran hatiye birîn.

Her wiha 136 rojnamevan hatin dadgehkirin, li girtîgehê mafê 2 rojnamevanan hatine binpêkirin, malpereke nûçeyan û 124 nûçe hatine astengkirin, dawî li karê 10 rojnamegeran hatiye anîn.

Di meha Çiriya Paşîn de bi dehan rojnameger ji ber gelek dozên li dijî wan hatin vekirin, dîsa li pêşberî dadger bûn û bi sedan sal cezayê girtîgehê li wan hate birîn. Li hinek rojnamegeran cezayên cuda hatin birîn.

Di meha Çiriya Paşîn de yek ji pêkanînên derqanûnî yên herî balkêş pêşîlêgirtina nûçe, binçavkirin û rûbirûbûna wan a tundiyê bû. 18ê Çiriya Paşîn danê êvarê polîsên cil û bergên sivîl û cendirmeyan bi hênceta ”îxbara bombeyê” bi ser mala nûçegihanê JinNewsê yê Wanê Hikmet Tunç de girtin. Bê guman, di lêgerînê de nekarîn hêmaneka sûcdarkirinê bibînin. Yanî ev hewldanek ji bo tirsandina rojnamevan Tûnç bû.

Piştî vê yekê di 19ê Mijdarê de li Rihayê bi ser mala nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emrullah Acar de girtin û Acar hat binçavkirin. Herweha Kompûter û qertên hafizayê jî birin. Emrullah Acarê ku birin Meletiyê 6 roj di bin çavan de ma û pişt re hat berdan.

Nûnera Rojnameya Evrenselê ya Kocaeliyê Gözde Meydan dema xwepêşandaneka civakî dişopand hat binçavkirin, kameramanê Arti TV Bîlal Fruitci ku jinên li Stenbolê ji bo 25ê Çiriya Paşîn Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê li ber xwe didin dişopand ji nêz ve bi gulleya plalastîkî hate birîndarkirin. Polîsên ku mudaxeleyî çalakiya “Em nikarin debara xwe bikin” dikirin nûçegihana JinNewsê Oznur Deger bi kelepçeyê binçav kirin û dest danîn ser kameraya wê.”

Çavkanî:DFG

%d